Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Silav 
1
Ji Şandiyê Îsa Mesîh Petrûs,
ji xerîbên belavbûyî yên li herêmên Pontos, Galatya, Kepedokya, Asya* û Bîtînyayê re,
2
yên ku li gor pêşzanîna Bav Xwedê hatine bijartin û ji aliyê Ruh ve hatine pîrozkirin*, da ku bi ya Îsa Mesîh bikin û xwîna wî li ser wan bê reşandin:
Kerem û aştî li ser we zêde bibe.
Hêviya Jîndar 
3
Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh pîroz be. Wî li gor rehma xwe ya mezin em ji nû ve zayandin. Bi vejîna* Îsa Mesîh a ji nav miriyan, wî em gihandin hêviyeke jîndar
4
û mîraseke ku narize, bêleke ye û naçilmise. Ev mîras li ezmanan ji bo we hilanî ye.
5
Îcar hûn bi hêza Xwedê bi riya baweriyê, ji bo xilasbûna ku amade ye di wextê dawî de bê eşkerekirin, tên parastin.
6
Hûn bi vê yekê gelek şa ne, her çiqas niha divê ku hûn ji bo demeke kurt bi ceribandinên cûr bi cûr xemgîn bibin jî.
7
Ew tên, da ku hêjabûna baweriya we kifş bibe û çaxê ku Îsa Mesîh xuya bibe ji we re bibe pesin, rûmet û serbilindî. Bi ser ku zêr tune dibe û diçe, dîsa di êgir de tê helandin. Û baweriya we ji zêr gelek hêjatir e.
8
We ew nedîtiye, lê hûn ji wî hez dikin; niha hûn wî nabînin, lê dîsa jî hûn baweriyê bi wî tînin û hûn bi şabûneke ku nayê gotin dilşa dibin.
9
Çimkî hûn di dawiya baweriya xwe de, digihîjin xilasiya canê xwe.
10
Li ser vê xilasbûnê, pêxemberên* ku li ser kerema ku wê ji we re bihata anîn, pêxemberîtî kirin, bi baldarî lêkolîn kirin û lê geriyan.
11
Ruhê* Mesîh ê ku di dilê wan de bû, ji berê ve kifş dikir ku Mesîh wê cefayê bikişîne û piştre bi rûmet bibe. Wan lê kolan ku bizanin ka ev xilasî wê kengê an wextekî çawa bê.
12
Ji wan re hat kifşkirin ku di van tiştan de ne ji xwe re, lê ji we re xizmet dikirin û ev niha bi destê Ruhê* Pîroz ê ku ji ezmên hatiye şandin, ji aliyê yên ku Mizgîniyê didin ve, ji we re hat diyarkirin. Milyaket jî pirr dixwazin ku nêzîk bibin û li van tiştan binêrin.
Banga Jiyana Pîroz 
13
Ji ber vê yekê li ser hişê xwe bin, amade û hişyar bin. Hemû hêviya xwe bi wê keremê ve girê bidin, ku hûnê bi xuyabûna Îsa Mesîh bistînin.
14
Wek zarokên guhdar bin û li pey xwestekên xwe yên dema nezaniyê neçin.
15
Lê belê, çawa yê ku gazî we kiriye pîroz e, hûn jî di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin.
16
Ji ber ku hatiye nivîsîn: «Pîroz bin, çimkî ez pîroz im.»[a]
17
Eger hûn ji yê ku cihêtiyê naxe nav mirovan û her kesî li gor kirina wî dîwan* dike re, dibêjin Bav*, dema xwe ya xerîbiyê ya li ser dinyayê bi tirsa Xwedê derbas bikin.
18
Çimkî hûn dizanin ku hûn ne bi berdêla tiştên pûç ên wek zêr an zîv ji jiyana vala ya ku ji bav û kalên we maye, hatine kirrîn,
19
lê belê bi berdêla xwîna Mesîh a hêja û wek berxekî bêleke û bêkêmahî hûn hatine kirrîn.
20
Hê berî damezrandina dinyayê ew hat destnîşankirin, lê di dawiya deman de di ber we de xuya bû.
21
Bi saya wî hûn baweriyê bi wî Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakiriye û rûmet daye wî tînin, wusa ku bawerî û hêviya we bi Xwedê be.
22
Niha we bi ya rastiyê kir û canê xwe paqij kir, biraheziya we bê durûtî ye. Loma ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin.
23
Hûn ne ji tovê ku xera dibe, lê ji yê ku xera nabe, bi peyva* Xwedê ya jîndar û mayîndar ji nû ve çêbûn.
24
Çimkî:
«Hemû mirov wek giyê ne
Û hemû rûmeta wan jî wek kulîlka giyê ye.
Giya hişk dibe û kulîlka wî dikeve,
25
Lê peyva Xudan her û her dimîne.»[b]
Ev ew peyv e ku bi Mizgîniyê ji we re hat dayîn.
  1. a. 1:16 Ji: Qanûna Kahîntiyê 11:44-45; 19:2; 20:7
  2. b. 1:24-25 Ji: Îşaya 40:6-8