Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Ji bo vê yekê, madem ku soza ketina nav rihetiya wî hê heye, em bitirsin ku yek ji we ji wê bi paş ve mayî xuya nebe.
2
Çimkî, wek ku Mizgînî ji wan re hat dayîn, ji me re jî hat dayîn. Lê belê peyva ku bihîstin bi kêrî wan nehat, çimkî yên ku peyv bihîstibûn, bi baweriyê* ve nekirin yek.
3
Lê em ên ku me bawer kirine, emê bikevin wê rihetiyê, çawa ku Xwedê gotiye:
«Wek ku min di hêrsa xwe de sond xwar:
Ew tu caran nakevin rihetiya min.»[a]
Lê karên wî ji damezrandina dinyayê ve xilas bûne.
4
Çimkî wî di derekê de li ser roja heftan weha gotiye: «Di roja heftan de Xwedê ji hemû kirinên xwe bîhna xwe veda.»[b]
5
Û li vê derê dîsa dibêje: «Ew tu caran nakevin rihetiya min.»[c]
6
Îcar yên ku berê Mizgînî bihîstibûn, ji ber ku bi ya wê nekirin, neketin rihetiyê. Lê belê ketina vê rihetiyê ji bo hinekan hê parastî ye.
7
Loma piştî demeke dirêj Xwedê bi devê Dawid* dibêje «îro» û careke din rojekê destnîşan dike. Wek ku berî niha hatiye gotin:
«Eger îro hûn dengê wî bibihîzin,
Dilê xwe hişk nekin.»[d]
8
Çimkî eger Yêşû* rihetî dabûya wan, Xwedê piştre li ser rojeke din nedigot.
9
Nexwe, ji bo gelê Xwedê rihetiyeke roja* Şemiyê dimîne.
10
Wek ku Xwedê ji kirinên xwe bîhna xwe veda, yê ku dikeve nav rihetiya Xwedê jî ji kirinên xwe bi xwe bîhna xwe vedide.[e]
11
Loma ji bo ku tu kes bi eynî cûreyê neguhdariyê nekeve, em xîretkêşiyê bikin, da ku em bikevin wê rihetiyê.
12
Peyva Xwedê jîndar û bi bandûr e. Ji her şûrê dudev hê tûjtir e. Û heta can û ruh, hem jî movik û mejî ji hev veqetîne, lê diçe; dîwana* niyet û ramanên dil dike.
13
Tu afirîn tune ku ji wî veşartî ye. Lê her tişt li ber çavê yê ku divê em hesab bidinê tazî û vekirî ye.
Serokkahîn Îsa 
14
Loma, madem ku Serokkahînê me yê mezin ê ku di ezmanan re derbas bûye, Kurê* Xwedê Îsa heye, em wê baweriya ku em eşkere dikin hişk bigirin.
15
Çimkî Serokkahînê me ne wusa ye ku di qelsiyên me de nekare hevpariya dilîniya me bike, lê guneh ne tê de bi her awayî wek me hatiye ceribandin.
16
Loma em bi cesaret nêzîkî textê keremê bibin, da ku rehm li me bibe û ji bo dema ku em hewcedarê alîkariyê bin, em keremê bibînin.
  1. a. 4:3 Ji: Zebûr 95:11
  2. b. 4:4 Ji: Destpêkirin 2:2
  3. c. 4:5 Ji: Zebûr 95:11
  4. d. 4:7 Ji: Zebûr 95:7-8
  5. e. 4:10 Destpêkirin 2:2