Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Şivan û Miyên Xwe 
1
«Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew kesê ku di derî re nakeve hevşiya miyan, lê di cihên din re dikevê, ew diz û rêbir e.
2
Lê yê ku di derî re dikevê, ew şivanê miyan e.
3
Dergehvan jê re derî vedike. Mî dengê wî dibihîzin û ew bi navê miyên xwe gazî wan dike û wan derdixe derve.
4
Dema ku ew hemû miyên xwe derdixe derve, dide pêşiya wan û mî jî li pey wî diçin, çimkî dengê wî nas dikin.
5
Ew tu caran li pey yekî xerîb naçin, lê ji wî direvin, çimkî dengê xerîban nas nakin.»
6
Îsa ev mesele ji wan re got, lê wan fêm nekir ku ew çi ji wan re dibêje.
Şivanê Qenc 
7
Li ser vê yekê Îsa dîsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ez deriyê miyan im.
8
Hemû yên ku beriya min hatine diz û rêbir in, lê miyan guhdariya wan nekir.
9
Derî ez im; yê ku bi destê min bikeve hundir, ewê xilas bibe. Ewê bikeve hundir, jê derkeve û çêrê bibîne.
10
Diz bi tenê ji bo dizîn, kuştin û telefkirinê tê. Lê ez hatim ji bo ku ji wan re jiyan hebe, jiyaneke bi firehî hebe.
11
«Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide.
12
Yê ku bi peran hatiye girtin û ne şivan e, kesê ku ne xwediyê miyan e, dema ku dibîne gur tê, miyan dihêle û direve. Gur jî li wan dixe û wan belav dike.
13
Ew direve, çimkî ew bi peran hatiye girtin û xema miyan naxwe.
14
Ez şivanê qenc im. Ez ên xwe nas dikim û yên min jî min nas dikin,
15
wek ku Bav min nas dike û ez jî wî nas dikim. Ez ji bo miyan canê xwe didim.
16
Miyên min ên din ên ku ne di vê hevşiyê de ne jî hene. Divê ez wan jî bînim û ewê dengê min bibihîzin. Bi vî awayî, wê bibin şivanek û keriyek.
17
Bav ji ber vê yekê ji min hez dike, çimkî ez jiyana xwe didim, da ku ez wê dîsa bistînim.
18
Tu kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe didim. Ez dikarim jiyana xwe bidim û dikarim dîsa bistînim jî. Min ev emir ji Bavê xwe stand.»
19
Li ser van gotinan dîsa di nav Cihûyan de dubendî derket.
20
Gelekan ji wan digot: «Ew bi cinan ketiye û ew dîn e. Çima hûn guhdariya wî dikin?»
21
Hinekên din jî gotin: «Ev ne gotinên yekî ne ku bi cinan ketiye. Ma cin dikarin çavên koran vekin?»
Bêbaweriya Cihûyan 
22
Hingê li Orşelîmê Cejna* Pîrozkirina Perestgehê hatibû û zivistan bû.
23
Îsa li Perestgehê di Eywana Silêman de digeriya.
24
Cihû li dora wî civiyan û jê pirsîn: «Ma tê heta kengê me di şikê de bihêlî? Eger tu Mesîh bî, ji me re bi eşkereyî bêje!»
25
Îsa bersîva wan da: «Min ji we re got. Lê hûn bawer nakin. Karên ku ez bi navê Bavê xwe dikim, ji min re şahidiyê dikin.
26
Lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji miyên min in.
27
Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên.
28
Ez jiyana herheyî didim wan û ew tu caran helak nabin û tu kes nikare wan ji destê min derxe.
29
Bavê min ê ku ew dane min, ji hemûyan mezintir e û tu kes nikare wan ji destê Bavê min derxe.
30
Ez û Bav yek in.»
31
Cihûyan dîsa kevir hildan ku wî bidin ber keviran.
32
Îsa ji wan re got: «Min ji Bav gelek karên qenc nîşanî we dan. Hûn ji ber kîjanî min didin ber keviran?»
33
Cihûyan bersîva wî da: «Em te ne ji ber karekî qenc didin ber keviran, lê em te ji ber çêran* didin ber keviran! Çimkî tu mirov î, lê tu xwe dikî Xwedê.»
34
Îsa bersîva wan da: «Ma di Şerîeta we de nenivîsiye ku Xwedê gotiye: ‹Hûn îlah in›[a] ?
35
Em dizanin ji wan kesên ku peyva Xwedê ji wan re hatiye, ‹îlah› hatibe gotin jî, Nivîsara Pîroz xera nabe.
36
Bav ez kirim veqetandiyê pîroz* û ez şandim dinyayê, îcar ji ber ku min got: ‹Ez Kurê Xwedê me›, hûn çawa ji min re dibêjin: ‹Tu çêran dikî!›
37
Eger ez karên Bavê xwe nekim, ji min bawer nekin.
38
Lê eger ez wan dikim, hûn ji min bawer nakin jî, dîsa bi karên min bawer bikin, da ku hûn bizanin û fêm bikin ku Bav bi min re ye û ez bi Bav re me.»
39
Hingê dîsa wan xwest ku Îsa bigirin, lê Îsa ji destê wan derket.
40
Îsa dîsa derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû û li wê derê ma, cihê ku Yûhenna di destpêkê de lê imad* dikir.
41
Gelek kes dihatin ba wî û digotin: «Yûhenna tu nîşan çênekir, lê hemû tiştên ku Yûhenna li ser vî mirovî gotin rast derketin.»
42
Û li wê derê gelekan bawerî bi wî anî.
  1. a. 10:34 Ji: Zebûr 82:6