Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Du Şahid 
1
Qamîşekî mîna şivdar ji min re hat dayîn û hat gotin: «Rabe, Perestgeha* Xwedê, Gorîgehê û yên ku tê de diperizin bipîve.
2
Lê hewşa Perestgehê ya derve bihêle û wê nepîve; çimkî ew ji miletan re hat dayîn. Ewê Bajarê* Pîroz çil û du mehan di bin lingan de biperçiqînin.[a]
3
Û ezê desthilatiyê bidim du şahidên xwe û ewê xirarî* li xwe kirî hezar û du sed û şêst rojan pêxemberîtiyê bikin.»
4
Ev in ew herdu darên zeytûnan û herdu şamdankên ku li ber Xudanê dinyayê disekinin.[b]
5
Eger mirovek bixwaze ziyanê bide wan, ji devê wan agir derdikeve û dijminên wan dixwe û helak dike. Û eger mirovek bixwaze ziyanê bide wan, divê ew bi xwe bi vî awayî bê kuştin.
6
Desthilatiya wan heye, ku di rojên pêxemberîtiya xwe de ezmên bigirin, da ku baran nebare. Û desthilatiya wan li ser avê heye, ku wê bikin xwîn û kengê bixwazin, dikarin her belayê bi ser rûyê erdê de bînin.[c]
7
Çaxê şahidiya xwe bînin serî, ew cenawirê ku ji kortala* bêbinî derdikeve wê bi wan re şer bike, li hember wan bi ser keve û wan bikuje.
8
Cesedê wan wê li ser meydana wî bajarê mezin bimîne, ku bi mana ruhanî jê re Sodom û Misir tê gotin. Xudanê wan bi xwe jî li wê derê hat xaçkirin.[d]
9
Ji her gel, her bavik, her ziman û her miletan mirov wê sê roj û nîvan li cesedê wan binêrin û ew destûrê nadin, ku cesedê wan bixin gorê.
10
Yên ku li ser rûyê erdê rûdinin wê li ser wan şa bibin û wê gelek dilgeş bibin û ewê diyariyan ji hev re bişînin. Çimkî van herdu pêxemberan ezab didan wan ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin.
11
Û piştî sê roj û nîvan ji Xwedê ruhê jiyanê ket hundirê wan û ew rabûn ser lingên xwe. Îcar tirseke mezin ket ser wan ên ku ew dîtin.
12
Hingê wan dengekî mezin ji ezmên bihîst ku ji wan re digot: «Werin jorê.» Û li ber çavên dijminên xwe ew di ewr de hilkişiyan ezmên.
13
Di wê saetê de erdhejîneke mezin çêbû, dehyeka bajêr hilweşiya û di erdhejînê de heft hezar mirov mirin. Yên bi şûn de man, tirsiyan û rûmet dan Xwedayê ezmên.
14
Waweylêya diduyan derbas bû; va ye, waweylêya sisiyan zûka tê.
Boriya Heftan: Perizîna li Ezmên 
15
Milyaketê heftan li boriyê xist û li ezmên dengên mezin çêbûn ku digotin:
«Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me û ya Mesîhê wî.
Ewê her û her padîşahiyê bike».[e]
16
Û bîst û çar rihspiyên li ber Xwedê yên ku li ser textên xwe rûdiniştin, xwe deverû avêtin erdê, perizîn Xwedê û gotin:
17
«Ya Xudan, Xwedayê karîndarê* her tiştî,
Yê ku Hebû û Yê ku Heye,
Em ji te re şikir dikin;
Çimkî te hêza xwe ya mezin stand
Û te dest bi hukumdariya xwe kir.[f]
18
Milet hêrs bûn, lê xezeba te hat;
Wext hat, ku dîwana* miriyan bê kirin.
Wextê dayîna xelata xulamên te yên pêxember
Û yên pîroz, biçûk û mezin, yên ku ji te ditirsin hat.
Û wextê xerakirina yên ku dinyayê xera dikin hat.»[g]
19
Hingê Perestgeha Xwedê ya ku li ezmên bû vebû û di Perestgeha wî de Sindoqa* Peymana wî xuya bû. Birûskan lê da, deng û xurexura ewran hat bihîstin, erdhejînek û teyrokeke şedîd çêbû.
  1. a. 11:2 Lûqa 21:24
  2. b. 11:4 Zekerya 4:3, 11-14
  3. c. 11:6 Padîşah I, 17:1; Derketin 7:17-19
  4. d. 11:8 Sodom: Destpêkirin 19; Misir: Misir ew der e ku gelê Îsraêl ji bo demeke dirêj lê hatibû bindestkirin (Derketin 1 û 5).
  5. e. 11:15 Binêre: Derketin 15:18; Zebûra 10:16; Daniyêl 2:44
  6. f. 11:17 Binêre: Amos 3:13; Derketin 3:14
  7. g. 11:18 Binêre: Zebûr 2:1; Daniyêl 9:6; Amos 3:7; Zebûr 115:13