Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Jiyana ku li Xwedê Xweş Tê 
1
Ji vê pê ve birano, hûn ji me hîn bûn ku divê hûn çawa rêve herin, da ku hûn li Xwedê xweş bên, çawa ku hûn rê ve diçin jî. Em bi navê Xudan Îsa ji we hêvî dikin û we dişidînin ku hûn di vê yekê de hê bêtir pêşve herin.
2
Hûn dizanin ku me ji aliyê Xudan Îsa ve çi tembîh dane we.
3
Çimkî daxwaza Xwedê ev e: Ku hûn pîroz bibin, yanî hûn xwe ji fuhûşê bidin paş;
4
-5 ne wek miletên ku Xwedê nas nakin di xwestekên şehwetê de, lê bila her yek ji we bizane ku di paqijî û şîrhelaliyê de li bedena xwe bibe xweyî.
6
Û di vê yekê de tu kes heqê birayê xwe nexwe û li hember wî sûc neke. Wek ku me pêşî ji we re got û tembîh li we kir, Xudan ji bo van hemû tiştan heyfê hiltîne.
7
Çimkî Xwedê ne ji bo pîsîtiyê, lê ji bo pîroziyê gazî me kirine.
8
Îcar yê ku vê yekê red dike, ew ne mirov red dike, lê ew wî Xwedayê ku Ruhê xwe yê Pîroz dide we, red dike.
9
Lê ji bo biraheziyê, hewcedariya we tune ku em ji we re binivîsin, çimkî hûn bi xwe ji aliyê Xwedê ve hatine hînkirin, ku hûn ji hevdû hez bikin.
10
Ji xwe hûn vê yekê ji bo hemû xwişk û birayên li seranserê Mekedonyayê ne, dikin. Lê xwişk û birano, em hêvî ji we dikin ku hûn di vê yekê de hê bêtir pêşve herin.
11
Bixebitin ku jiyana we bêpêjin be û wek ku me tembîh li we kir, hûn bi xebata xwe ve mijûl bibin û bi destên xwe bixebitin,
12
da ku hûn li hember yên ku li derve ne, bi awayekî serfiraz rêve herin û hewcedarê tiştekî nebin.
Vegerîna Xudan 
13
Xwişk û birano, em naxwazin ku hûn li ser yên razayî nezan bimînin, da ku hûn wek wan ên din ku hêviya wan tune xemgîn nebin.[a]
14
Madem ku em bawer dikin Îsa mir û rabû, bi wî awayî jî Xwedê wê wan ên ku di baweriya Îsa de razane bi wî re bîne.
15
Em vê yekê bi peyva Xudan ji we re dibêjin: Em ên ku dijîn û heta hatina Xudan sax dimînin, em qet nakevin pêşiya yên razayî.
16
Çimkî Xudan bi xwe wê bi gazîkirineke fermanî, bi dengê serekmilyaket û bi lêxistina boriya Xwedê ji ezmên bê xwar û pêşî miriyên ku yên Mesîh in, wê rabin.
17
Piştre, em ên ku dijîn û sax mane, emê bi wan re di ewran de bên rahiştin, da ku di hewayê de em herin pêşiya Xudan û bi vî awayî emê her û her bi Xudan re bin.[b]
18
Îcar bi van peyvan di ber dilê hev de werin.
  1. a. 4:13 «yên razayî» li vir bi vê manê ye: «yên mirî».
  2. b. 4:15-17 Korîntî I, 15:51-52