Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid e.
 - 1
 - Ya Xudan, bi hêza te şa dibe padîşah,
Bi rizgarkirina te pirr dibe dilşa. - 2
 - Ya ku dilê wî xwest te da wî,
Qet ne dirixand daxwaza devê wî. - 3
 - Bi qencî û bereketê tu hatî lêlima wî,
Taca zêrîn a xas te da serê wî. - 4
 - Ji te jiyan xwest, te da wî,
Rojên dirêj, jiyek herheyî. - 5
 - Bi rizgarkirina te, mezin e berziya wî,
Te ew rapêça bi berzî û mezinahî. - 6
 - Te her û her ew gellek pîroz kir,
Bi rûyê xwe te ew kêfxweş kir. - 7
 - Çimkî padîşah bi Xudan ewle ye,
Bi heskirina Yê Herî Berz bêlepte ye. - 8
 - Wê destê te bigihîje hemû dijminan,
Destê te yê rastê, bigîhije ji te nefretkiran. - 9
 - Gava ku tu hêrs bibî ya Xudan,
Tê wan bikî wek firina dadayî;
Bi xezeba xwe daqurtînî,
Bi agir wan biqedînî. - 10
 - Tê wan hilînî ji rûyê cîhan,
Rakî dundana wan ji nav mirovan. - 11
 - Wan li ber te xerabî niyet kirin,
Xwestin bixapînin,
Belê ew serkeftinê nabînin. - 12
 - Çimkî tê wan şûn ve bişînî,
Tîrên xwe li hember wan bitikînî. - 13
 - Hêza xwe nîşan bide ya Xudan!
Emê pesnê berziya te bidin, bi stran. 

