Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Kur di ser Milyaketan re Ye 
1
Di demên berê de Xwedê gelek caran û bi gelek awayan, bi rêberiya pêxemberan* ji bav û kalan re gotiye.
2
Lê di van rojên dawîn de, ew bi Kurê xwe yê ku ew kiriye wêrisê her tiştî û bi destê wî erd û ezman çêkirine, ji me re peyivî.
3
Ew şewqa rûmeta Xwedê û xuyabûna rastîn a cewhera wî ye. Ew her tiştî bi peyva* xwe ya hêzdar hildigire. Piştî ku wî paqijbûna gunehan pêkanî, ew li jorê, li milê Yê Mezin ê rastê rûnişt.
4
Navê ku wî mîras standiye ka çiqas di ser yê milyaketan re ye, ew jî ewqas ji wan bilindtir bû.
5
Çimkî ma Xwedê ji kîjan milyaketî re kengê gotiye:
«Tu Kurê min î,
Îro tu ji min re bûyî.»
An jî:
«Ezê ji wî re bibim Bav*
Û ewê ji min re bibe Kur.»[a]
6
Îcar çaxê Xwedê yê nixurî anî dinyayê, weha got:
«Bila hemû milyaketên Xwedê biperizin* wî.»[b]
7
Ji bo milyaketan jî Xwedê dibêje:
«Ew milyaketên xwe dike ba
Û xizmetkarên xwe dike pêta êgir.»[c]
8
Lê ji bo Kur ew weha dibêje:
«Ya Xwedê, textê te herheyî û heta hetayê ye.
Gopalê padîşahiya te gopalê dadperweriyê ye.
9
Te ji rastiyê hez kir û ji neheqiyê nefret kir,
Ji ber vê yekê Xwedê, Xwedayê te,
Tu bi rûnê şahiyê ji hevalên te bêtir bilind kirî.»[d]
10
Û li dereke din:
«Ya Xudan, di destpêkê de
Te bingeha erdê danî
Û ezman jî karên destê te ne.
11
Ewê wêran bibin, lê tê bimînî,
Ew hemû wê wek cilan kevin bibin.
12
Tê wan wek xiftan li hev bipêçî û
Ewê wek cilan bên guhertin.
Lê tu hergav eynî yî
Û salên te xilas nabin.»[e]
13
Lê Xwedê ji kîjan milyaketî re kengê gotiye:
«Li milê min ê rastê rûne,
Heta ku ez dijminên te
Bikim pêgeha lingên te.»[f]
14
Ma hemû milyaket ne ruhên xizmetkar in ku ji bo xizmeta wan ên ku wê xilasiyê mîras bistînin hatine şandin?
  1. a. 1:5 Ji: Zebûr 2:7; Samûêl II, 7:14
  2. b. 1:6 Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:43; Zebûr 97:7 (herdu jî li gor wergera Yewnanî)
  3. c. 1:7 Ji: Zebûr 104:4
  4. d. 1:8-9 Ji: Zebûr 45:6-7
  5. e. 1:10-12 Ji: Zebûr 102:25-27
  6. f. 1:13 Ji: Zebûr 110:1