Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
"Dawîd di nav me de xwe vedişêre." 
1
Ey Xwedê min bi navê xwe rizgar ke,
Bi hêza xwe min pak ke!
2
Ey Xwedê, duaya min gohdar ke,
Goh bide peyva devê min.
3
Çimkî biyaniyan serî hilda li ber min,
Zordar dixwazin bistînin canê min,
Ew li Xwedê nagerin.
4
Va ye, Xwedê alîkarê min e,
Reb piştgirê min e.
5
Ewê xerabiyê li dijminên min vegerîne,
Bi dilsoziya xwe wan ji navê hilîne.
6
Ya Xudan, ezê ji dil qurbanekê pêşkişî te bikim,
Bi navê te spas bikim, çimkî ew qenc e.
7
Te ez ji hemû tengahiyên min rizgar kir,
Li pêş çavê min dijminên min helaq kir.