Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Bawerî li hember Dinyayê Bi Ser Dikeve 
1
Her kesê ku bawer dike ku Îsa, Mesîh e, ji Xwedê çêbûye û her kesê ku ji Bav* hez dike, ji zarokê Bav jî hez dike.
2
Çaxê ku em ji Xwedê hez bikin û emrên wî pêk bînin, hingê em dizanin ku em ji zarokên Xwedê hez dikin.
3
Çimkî hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cih. Û emrên wî ne giran in.[a]
4
Çimkî her kesê ku ji Xwedê çêbûye li hember dinyayê bi ser dikeve. Û bi vî awayî em li hember dinyayê bi ser dikevin, yanî bi baweriya xwe.
5
Ji wî yê ku bawer dike ku Îsa Kurê Xwedê ye pê ve, kî li hember dinyayê bi ser dikeve?
Şahidiya li ser Îsa Mesîh 
6
Yê ku bi av û xwînê hat Îsa Mesîh e. Ew ne tenê bi avê, lê bi av û xwînê hat. Û ya ku şahidiyê vê dike Ruh e; çimkî Ruh rastî ye.
7
Yên ku şahidiyê dikin sisê ne:
8
Ruh, av û xwîn. Û şahidiya her siyan yek e.
9
Eger em şahidiya mirovan qebûl bikin, şahidiya Xwedê hê mezintir e; çimkî ev, şahidiya Xwedê ya li ser Kurê wî ye.
10
Yê ku baweriyê bi Kurê Xwedê tîne, ev şahidî di dilê wî de ye. Yê ku ji Xwedê bawer nake, wî ew derewker kiriye, çimkî wî bawerî bi şahidiya ku Xwedê ji bo Kurê xwe kiriye, neaniye.
11
Şahidî ev e: Xwedê jiyana herheyî daye me û ev jiyan di Kurê wî de ye.[b]
12
Yê ku Kur di dilê wî de ye, jiyana wî heye, yê ku Kurê Xwedê di dilê wî de tune, jiyana wî tune.
Peyva Dawî 
13
Ez van tiştan ji we re, ji yên ku baweriyê bi navê Kurê Xwedê tînin re, dinivîsim, da ku hûn bizanin jiyana we ya herheyî heye.
14
Cesareta me ya li ber wî ev e: Çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me.
15
Û eger em bizanin ku em her çi bixwazin ew guh dide me, hingê em dizanin tiştên ku me jê xwestine, me standine.
16
Eger yek bibîne ku birayê wî gunehekî ku mirinê nayne dike, bila ji Xwedê bixwaze û ewê jiyanê bide wî yê ku gunehê ku mirinê nayne kiriye. Gunehê ku mirinê tîne heye; ez nabêjim bila ji bo gunehekî weha dua bike.
17
Her neheqî guneh e; lê gunehê ku mirinê nayne heye.
18
Em dizanin her kesê ku ji Xwedê çêbûye guneh nake, lê Nixuriyê Xwedê wî diparêze û Yê Xerab dest nade wî.
19
Em dizanin ku em ji Xwedê ne û tevahiya dinyayê di bin desthilatiya Yê Xerab de ye.
20
Em dizanin ku Kurê Xwedê hatiye û ji bo ku em Yê Rast nas bikin, fêmdarî daye me. Û em bi Yê Rast re, bi Kurê wî Îsa Mesîh re ne. Xwedayê rast û jiyana herheyî ev e.
21
Zarono, xwe ji pûtan biparêzin.
  1. a. 5:3 Yûhenna 14:15
  2. b. 5:11 Yûhenna 1:4; 3:36