Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Danûstandina di nav Bawermendan de
 - 1
 - Li zilamê pîr nehile*, lê wek ku bav e, pê re bide û bistîne. Bi yên xort re wek birayan,[a]
 - 2
 - bi jinên pîr re wek diyên xwe û bi jinên ciwan re wek xwişkên xwe, bi hemû dilpakiyê bide û bistîne.
 - Li ser Jinebiyan
 - 3
 - Qedrê wan jinebiyan bigire yên ku bi rastî jinebî ne.
 - 4
 - Lê eger zarok, an neviyên jinebiyekê hebin, bila ew hîn bibin ku pêşî bi maliyên xwe re bi jiyana xwedayî bijîn û deynê dê û bavê xwe li wan vegerînin, çimkî ev yek bi dilê Xwedê ye.
 - 5
 - Ya ku bi rastî jinebî ye û tenê maye, wê hêviya xwe bi Xwedê ve girêdaye û şev û roj bi lava û duakirinê berdewam dike.
 - 6
 - Lê ya ku xwe dide kêfê, sax be jî mirî ye.
 - 7
 - Van tiştan tembîh bike, da ku ew bêqusûr bin.
 - 8
 - Lê eger yek li mirovên xwe, bi taybetî li maliyên xwe nenêre, wî bawerî înkar kiriye û ew ji bêbaweran jî xerabtir e.
 - 9
 - Jinebiya ku emrê wê ne di bin şêst salan re be, mêrek tenê kiribe
 - 10
 - û li ser wê bê gotin ku wê karên qenc kirine: Eger wê zarok mezin kiribin, eger mêvan qebûl kiribin, eger lingê pîrozan şuştibe, eger alîkariya tengezaran kiribe û li pey her karên qenc çûbe, bila navê wê di defterê de bê nivîsîn.
 - 11
 - Lê jinebiyên ku hê ciwan in qebûl neke, çimkî gava ew bi xwestekên xwe ji ba Mesîh tên xirandin, ew dixwazin mêr bikin
 - 12
 - û bi vî awayî ew dîwankirina xwe tînin, çimkî soza pêşî şikandine.
 - 13
 - Ji vê pê ve ew hîn dibin, torîtorî* mal bi mal digerin. Û ne tenê torîtorî digerin, lê dibin pirrbêj, pozê xwe dixin xebata yên din û tiştên ku nayên gotin dibêjin.
 - 14
 - Ji bo vê yekê ez dixwazim ku ew jinebiyên ciwan mêr bikin, zarokan bînin û xweyîtiyê li malê bikin, da ku fersendê nedin neyarê baweriyê ku buxtanan bike.
 - 15
 - Çimkî ji xwe hin ji rê derketin û li pey Îblîs çûn.
 - 16
 - Eger jinebiyên jineke bawermend hebin, bila ew alîkariya wan bike û ji civînê re nebe bar, da ku civîn bikare alîkariya wan ên ku bi rastî jinebî mane bike.
 - Ji bo Rihspiyan
 - 17
 - Ew rihspiyên ku serweriya qenc dikin, bi taybetî ew ên ku di ber peyivîn û hînkirinê de zehmet dikişînin, bila du qat hêjayî siyanetê bên dîtin.
 - 18
 - Çimkî Nivîsara Pîroz dibêje: «Devê gayê ku gêrê dike, girênede»[b] û «Pale hêjayî heqê xwe ye».[c]
 - 19
 - Heta ku ne bi şahidiya dido an sisiyan be, sûcdariya li hember rihspiyekî qebûl neke.[d]
 - 20
 - Wan ên ku guneh dikin, li ber hemûyan dengê xwe li wan hilde, da ku tirsa yên din jî hebe.
 - 21
 - Ez li ber Xwedê, li ber Mesîh Îsa û li ber milyaketên bijartî tembîh li te dikim ku tu van tiştan bê alîgirtin biparêzî û tu tiştî ji bo xatir nekî.
 - 22
 - Destê xwe bi lez daneyne ser tu kesî, ne jî bibe hevparê gunehên hinekên din. Xwe paqij bigire.[e] 
 - 23
 - Êdî tenê avê venexwe, lê ji bo zikê xwe û ji bo nexweşiyên xwe yên ku pirr caran tên, hinek şerab jî bixe nav.
 - 24
 - Gunehên hin mirovan kifş in û ji berî wan diçin ber dîwanê, lê gunehên hinekan jî li pey wan tên.
 - 25
 - Bi vî awayî kirinên qenc jî kifş in û ew ên ku ne kifş in jî nabe ku veşartî bimînin.
 
- a. 5:1 Qanûna Kahîntiyê 19:32
 - b. 5:18 Ji: Dubarekirina Şerîetê 25:4
 - c. 5:18 Lûqa 10:7; Metta 10:10
 - d. 5:19 Dubarekirina Şerîetê 19:15; Metta 18:16
 - e. 5:19 Tîmotêyos I, 4:14; Karên Şandiyan 6:6; 13:1; Tîmotêyos II, 1:6
 

