Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Pawlos bi baldarî li civîna giregiran nêrî û got: «Gelî birayan! Ez heta îro li ber Xwedê bi wijdaneke paqij jiyam.»
2
Li ser vê yekê Serokkahîn Hananya, li yên ku nêzîkî wî bûn emir kir ku li devê wî bixin.
3
Hingê Pawlos ji wî re got: «Ey dîwarê spîkirî, Xwedê wê li te bixe! Tu li wir rûniştî yî ku li gor Şerîetê dîwana min bikî, ma tu li dijî Şerîetê emir dikî ku li min bixin?»[a]
4
Yên ku nêzîkî wî bûn gotin: «Ma tu Serokkahînê Xwedê nizim dikî?»
5
Pawlos got: «Birano, min nizanibû ku ew Serokkahîn e; çimkî hatiye nivîsîn: ‹Tiştekî xerab ji serokê gelê xwe re nebêje.›[b] »
6
Çaxê Pawlos fêm kir ku hinek ji wan Fêrisî* û hinek ji wan jî Sadûqî* ne, di civîna giregiran de bi dengekî bilind got: «Birano, ez Fêrisî me, kurê Fêrisiyan im. Ji ber hêviya ku mirî wê vejîn*, dîwana min tê kirin.»
7
Çaxê wî ev got, di navbera Fêrisî û Sadûqiyan de devjenî çêbû û civîn bû du bend.
8
– Çimkî Sadûqî dibêjin vejîn, milyaket û ruh tune; lê Fêrisî hemûyan jî qebûl dikin. –[c]
9
Hingê hengameyeke mezin çêbû, hinek Şerîetzanên ji Fêrisiyan rabûn, xwe kişandin wan û gotin: «Em tu xerabiya vî mirovî nabînin. Eger ruh an milyaketekî ji wî re gotibe, wê çi bibe?»
10
Gava ku bihevketin zêde bû, serhezar tirsiya ku Pawlos perçe bikin. Emir li leşkeran kir ku herin jêr, bi zorê wî ji nav wan hildin û bînin leşkergehê.
11
Dotira şevê Xudan li ba wî rawesta û got: «Bi zirav be! Te çawa li Orşelîmê ji bo min şahidî da, divê tu wusa li Romayê jî ji bo min şahidiyê bidî.»
Niyeta Kuştina Pawlos 
12
Çaxê bû sibe Cihûyan gotina xwe kir yek û sond xwarin, heta ku Pawlos nekujin, ne bixwin û ne jî vexwin.
13
Yên ku ev sond xwaribûn ji çilî zêdetir bûn.
14
Ew çûn ba serekên kahînan û rihspiyan û gotin: «Me hişk sond xwariye, heta ku em Pawlos nekujin, em qet tiştekî tam nakin.
15
Îcar hûn û civîna giregiran, ji serhezar bixwazin ku wî bîne xwarê ba we, wek ku hûnê lêkolîneke hê rastir li ser Pawlos bikin. Em jî amade ne, hê beriya ku ew bigihîje, em wî bikujin.»
16
Lê xwarziyê Pawlos, bi vê kemîna wan hesiya, çû ket leşkergehê û ji Pawlos re got.
17
Pawlos jî gazî sersedekî kir û got: «Vî xortê ha bibe ba serhezar, çimkî tiştekî ku jê re bêje heye.»
18
Îcar sersed ew hilda, anî ba serhezar û got: «Pawlosê girtî gazî min kir û ji min xwest ku ez vî xortî bînim ba te. Tiştekî ku ji te re bêje heye.»
19
Serhezar bi destê wî girt, ew xewle kir û jê re got: «Tiştê ku tê ji min re bêjî çi ye?»
20
Wî bersîv da û got: «Cihûyan ya xwe kirine yek ku hêvî ji te bikin ku tu sibê Pawlos bînî ber civîna giregiran, wek ku hê rastir li ser wî bikolin.
21
Lê tu guhê xwe nede wan, çimkî ji nav wan ji çil zilaman zêdetir di kemînê de li benda wî ne. Wan sond xwariye, heta ku wî nekujin, ew ne bixwin û ne jî vexwin. Niha ew amade ne û li benda razîbûna te ne.»
22
Hingê serhezar ew berda û li wî emir kir û got: «Ji kesî re nebêje ku te ev ji min re gotiye.»
Pawlos Dişînin ba Felîksê Walî 
23
Îcar serhezar gazî du sersedan kir û ji wan re got: «Du sed leşker, heftê siwar û du sed rimdarî amade bikin ku îşev saet di nehan de herin Qeyseriyê.
24
Wusa jî heywanan peyda bikin, da ku Pawlos siwar bikin û bi ewlehî wî bibin ba walî Felîks.»
25
Wî nameyek bi vî awayî nivîsî:
26
«Klawdyos Lûsyos silavan li waliyê giranbiha Felîks dike.
27
Ev zilam ji aliyê Cihûyan ve hatibû girtin û li ber kuştinê bû; lê çaxê ez hîn bûm ku ew hemwelatiyê Romayê ye, ez bi leşkeran ve çûm ser wan û min ew ji destê wan xilas kir.
28
Ji bo ku ez sedemê sûcdarkirina wî hîn bibim, min ew daxist ber civîna wan a giregiran.
29
Min dît ku ew ji ber pirsên Şerîeta xwe wî sûcdar dikin, lê tiştekî ku ji ber bê kuştin an girtin, tune.
30
Çaxê ez hîn bûm ku gêrûfenek li hember wî tê çêkirin, min zûka ew şand ba te. Min tembîh li wan ên ku wî sûcdar dikin jî kir, ku li ber te ya li hember wî bêjin.»
31
Îcar leşkeran, wek ku emir li wan hatibû kirin, Pawlos hildan û bi şev ew birin Antîpatrîsê.
32
Leşkeran dotira rojê siwarên ku wê bi wî re biçûna hiştin û vegeriyan leşkergehê.
33
Gava ew hatin Qeyseriyê û name dan walî, Pawlos jî derxistin ber wî.
34
Çaxê ku wî name xwend, pirsî ka ew ji kîjan herêmê ye. Gava hîn bû ku ew ji Kîlîkyayê ye,
35
wî got: «Çaxê yên ku giliyê te dikin bên, hingê ezê guhdariya te bikim.» Û emir kir ku Pawlos di qesra Hêrodês de girtî bimîne.
  1. a. 23:3 Metta 23:27-28
  2. b. 23:5 Ji: Derketin 22:28
  3. c. 23:8 Lûqa 20:27