Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Pawlos û Şandiyên Qelp 
1
Xwezî we di bêaqiliyê de piçekê ez ragirtama! Lê belê ji xwe hûn min radigirin.
2
Ez bi hesûdiya Xwedê ji bo we hesûd im, çimkî min hûn ji mêrekî tenê re, ji Mesîh re nîşan kirin, da ku ez we wek keçikeke pak pêşkêşî wî bikim.
3
Lê ka çawa mar bi qurnaziya xwe Hawa xapand, ez ditirsim ku fikrên we jî bên xirandin û ji sadebûn û dilpakiya ku ji bo Mesîh e veqetin.[a]
4
Eger yek bê û Îsayekî din ê ku me nedaye bihîstin bide bihîstin, an eger hûn ruhekî din ê ku we nestandiye, an Mizgîniyeke din a ku we qebûl nekiriye bistînin, hûn qenc vê radigirin.
5
Lê ez dibêjim qey di tu tiştî de ez ji wan şandiyên payebilind ne kêmtir im.
6
Eger ez di peyvê de xeşîm bim jî, di zanînê de ez ne xeşîm im. Me ev bi her awayî, di her tiştî de ji we re eşkere kir.
7
Ji bo ku hûn bilind bibin, ma min guneh kir ku min xwe nizim kir? Çimkî min Mizgîniya Xwedê belaş da we.
8
Min civînên din şêlandin û ji wan pere standin, da ku ez ji we re xizmetê bikim.
9
Û çaxê ku ez di nav we de bûm û hewcedariya min hebû, ez ji tu kesî ji we re nebûm bar. Çimkî, gava ku bira ji Mekedonyayê hatin, tu kêmahiyên min nehiştin. Min di her tiştî de hay ji xwe hebû ku ez ji we re nebim bar û ezê hay ji xwe hebim jî.[b]
10
Rastiya Mesîh bi min re ye, wusa ku li herêma Axayayê* tu kes nikare devê min ji vê pesindanê bigire.
11
Çima? Ma ji ber ku ez ji we hez nakim? Xwedê dizane ku ez ji we hez dikim.
12
Û tiştê ku ez dikim, ezê hê jî bikim, da ku ez fersendê nedim wan ên ku li fersendê digerin. Ew dixwazin di tiştê ku pesnê xwe pê didin de eynî wek me bên dîtin.
13
Çimkî mirovên weha şandiyên qelp, karkerên hîlekar in; xwe dixin sûretê Şandiyên* Mesîh.
14
Ev ne tiştek e ku mirov lê şaş bimîne. Îblîs* bi xwe jî xwe dixe sûretê milyaketê ronahiyê.
15
Loma eger xizmetkarên wî jî xwe bixin sûretê xizmetkarên rastdariyê, ev ne tiştek mezin e; dawiya wan wê li gor kirinên wan be.
16
Ez careke din dibêjim: Bila tu kes min bêaqil guman neke. Lê eger hûn guman dikin, min di bêaqiltiyê de jî qebûl bikin ku ez jî piçekê pesnê xwe bidim.
17
Ev tiştê ku ez dibêjim, ez ne li gor Xudan, lê wek di bêaqiltiyê de, bi piştrastiya ku ji pesindanê tê, dibêjim.
18
Madem ku gelek li gor fikrên mirovî pesnê xwe didin, ez jî, ezê pesnê xwe bidim.
19
Hûn wûsa biaqil in ku hûn bi dilxweşî bêaqilan radigirin!
20
Çimkî eger yek we bike xulam, eger yek ji we bixwe, eger yek feydê ji we bibîne, eger yek li we quretiyê bike, eger yek li rûyê we bixe, hûn van tiştan radigirin.
21
Ez bi şermî dibêjim: «Hêza me tunebû ku em weha bikin.» Lê eger yek di tiştekî de biwêre ku pesnê xwe bide – ez bi bêaqilî dipeyivim – ez jî diwêrim ku pesnê xwe bidim.
22
Ma ew Îbranî* ne? Ez jî. Ma Îsraêlî ne? Ez jî. Ma ji dûndana* Birahîm* in? Ez jî.
23
Ma ew xizmetkarên Mesîh in? Ez wek yekî ku aqilê wî tune bipeyivim – ez hê zêdetir im. Min zêdetir ked daye, ez zêdetir ketime zîndanê, min bêtir lêdan xwar, ez pirr caran gihîştime ber mirinê.
24
Ji Cihûyan, pênc caran çil kêm yek dar li min hatin xistin.[c]
25
Sê caran bi daran li min hat xistin; carekê ez hatim kevirkirin; sê caran di deryayê de qeza hat serê min; şev û rojekê ez di deryaya kûr de mam.[d]
26
Min gelek caran rêwîtî kir; ez di talûkeyên çeman re derbas bûm, di talûkeyên rêbiran de, di talûkeyên ji aliyê gelê xwe ve, di talûkeyên ji aliyê miletan ve, di talûkeyên di nav bajêr de, di talûkeyên di çolê de, di talûkeyên di deryayê de û ez di talûkeyên nav birayên qelp de derbas bûm.[e]
27
Min ked û zehmet kişand; gelek caran ez di bêxewiyê de, di birçîbûn û tîbûnê de bûm; gelek caran bê xwarin, di nav serma û tazîbûnê de mam.
28
Ji bilî tiştên ji derve, ku her roj min diperçiqîne, xemxwarina hemû civînan e.
29
Ma kî lewaz dibe û ez lewaz nabim? Ma kî tê terpilandin* û ez naşewitim?
30
Eger xwepesindan pêwist be, ezê bi tiştên ku bêhêziya min nîşan didin pesnê xwe bidim.
31
Xwedê û Bavê Xudan Îsa yê ku her û her pîroz e, dizane ku ez derewan nakim.
32
Li Şamê, waliyê Arêtas padîşah ji bo ku min bigire, hawirdora tevahiya bajarê Şamê girtibû.[f]
33
Ez di pencereke ku di sûrê de bû, di selikê de hatim daxistin û ji destê wî reviyam.
  1. a. 11:3 Destpêkirin 3:1-6, 13
  2. b. 11:9 Filîpî 4:15-18
  3. c. 11:24 Dubarekirina Şerîetê 25:3
  4. d. 11:25 Karên Şandiyan 16:22; 14:19
  5. e. 11:26 Karên Şandiyan 9:23-25; 14:5
  6. f. 11:32 Karên Şandiyan 9:23-25