Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Xizmetkarên Peymana Nû 
1
Ma em dîsa dest pê dikin ku xwe tewsiye bikin? An jî wek hinekan ma nameyên tewsiyê ji bo we, an ji aliyê we ve ji me re lazim in?
2
Nameya me ya ku ji aliyê hemû mirovan ve tê zanîn û tê xwendin û di dilê me de nivîsî ye, hûn in.
3
Diyar e ku hûn nameyeke Mesîh in, ku bi xizmeta me hatiye amadekirin. Ew ne bi hibrê, lê bi Ruhê Xwedayê jîndar, ne li ser nivîsdekên kevirîn, lê li ser nivîsdekên dil ên ji goşt hatiye nivîsîn.[a]
4
Bi saya Mesîh ewlehiyeke me ya weha bi Xwedê heye.
5
Em têrê nakin wek ku tiştekî ji me bi xwe ye em bifikirin; lê belê karîna me ji Xwedê ye.
6
Wî kir ku em têrê bikin, bibin xizmetkarên Peymana* Nû; ne xizmetkarên herfan, lê belê yên Ruh. Çimkî herf dikuje, lê belê Ruh vedijîne*.
7
Û eger xizmeta ku mirin aniye, yanî Şerîeta ku bi herfan li ser ferşan hatiye kolan bi rûmet hatibe – wusa ku zaryên* Îsraêl, ji ber biriqîna rûyê Mûsa* ya ku dibihûrî, nikaribûn bi baldarî li rûyê wî binêrîna –[b]
8
hingê xizmeta Ruh çawa hê bêtir bi rûmet nabe?
9
Çimkî eger rûmeta xizmeta ku mirov sûcdar derdixe hebe, rûmeta xizmeta ku rastdariyê tîne qat bi qat zêdetir e.
10
Çimkî tiştê ku berê bi rûmet bû, rûmeta xwe li ber tiştê ku hê bêtir bi rûmet e, winda kiriye.
11
Çimkî eger tiştê ku dema wî dibihûre, bi rûmet bûbe, tiştê ku mayîndar e, wê hê bêtir bi rûmet be.
12
Madem ku em xwediyê hêviyeke weha ne, em bi cesareteke mezin dipeyivin.
13
Em wek Mûsa nakin; ji bo ku zaryên Îsraêl lê nenêrin û dawiya biriqîna tiştê ku derbas dibe û diçe nebînin, wî rûyê xwe bi xêliyê nixamt.[c]
14
Lê hişê wan kor bû. Heta îro jî gava ku Peymana Kevin tê xwendin, ew eynî xêlî li ser fêmdariya wan e. Çimkî ew, tenê bi destê Mesîh tê hilanîn.
15
Erê, heta îro jî gava ku Mûsa tê xwendin, xêlî li ser dilê wan dimîne.
16
Lê kengê mirov li Xudan bizivire, ev xêlî tê rakirin.[d]
17
Xudan Ruh e û Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê azadî heye.
18
Û em hemû bi rûyê bêxêlî rûmeta Xudan dibînin, em ji rûmetê ber bi rûmetê ve li eynî sûretî tên guhertin. Ev jî bi saya Xudanê ku Ruh e, çêdibe.
  1. a. 3:3 Derketin 24:12; Yêremya 31:33; Hezekiyêl 11:19; 36:26
  2. b. 3:7 Derketin 34:29
  3. c. 3:13 Derketin 34:33
  4. d. 3:16 Derketin 34:34