Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Em ên ku hevparên Xwedê yên xebatê ne, em ji we lava dikin ku hûn kerema wî badîhewa qebûl nekin.
2
Çimkî Xwedê dibêje:
«Min di dema minasib de tu bihîstî,
Û di roja xilasiyê de min alîkariya te kir.»[a]
Va ye, dema meqbûl niha ye; va ye, roja xilasiyê niha ye.
3
Em di tu tiştî de ji tu kesî re nebûn sedemê terpilînê*, da ku lome ji xizmeta me neyê kirin.
4
Lê belê bi xizmetkarîtiya Xwedê em di her tiştî de xwe pêşkêşî qîmanîna we dikin. Di ragirtina* giran de, di tengahî, zehmetî û belayan de,
5
di lêdan, zîndan, hengame, ked, bêxewî û di birçîbûnê de,[b]
6
di dilpakî, zanîn, bîhnfirehî, qencî, Ruhê Pîroz û hezkirina bêdurûtî de,
7
di peyivîna rastiyê de, di hêza Xwedê de; di destê rastê û çepê de şûr û mertalê rastdariyê;
8
di serbilindî û şermezariyê de, di navdariya xerab û di ya qenc de; em wek xapînokan tên hesibandin, lê em rast in.
9
Wek ên ku nayên naskirin, lê yên bi nav û deng; wek ên ku dimirin, lê va ye, em dijîn; wek ên cezakirî, lê nehatine kuştin.
10
Em xemgîn in, lê em hergav şa ne. Em belengaz in, lê em gelekan dewlemend dikin. Wek ên ku tu tiştê wan tune, lê em xwediyê her tiştî ne.
11
Gelî Korîntiyan! Em eşkere bi we re peyivîn, dilê me ji we re fireh e.
12
Dilê me ji bo we teng nebûye, lê dilê we bi xwe teng bûye.
13
Wek ku ez ji zarokên xwe re dibêjim, ez dipeyivim; hûn jî weha dilê xwe ji me re fireh bikin.
Perestgeha Xwedayê Jîndar 
14
Bi yên bêbawer re nekevin bin eynî nîrî. Ma çi hevkariya rastdariyê bi neheqiyê re heye? An çi danûstandina tariyê bi ronahiyê re heye?
15
Ma di navbera Mesîh û Beliyal* de çi hevparî heye? An çi para yê bawermend bi yê ku baweriyê nayne re heye?[c]
16
Ma di navbera Perestgeha* Xwedê û pûtan de çi lihevkirin heye? Çimkî em Perestgeha Xwedayê jîndar in. Wek ku Xwedê gotiye:
«Ezê di nav wan de rûnim
Û di nav wan de bigerim;
Ezê bibim Xwedayê wan
Û ew jî wê bibin gelê min.»[d]
17
Xudan dibêje:
«Loma ji nav wan derkevin û veqetin,
Dest nedin tiştê murdar*.
Hingê ezê we qebûl bikim.»[e]
18
Xudanê karîndarê* her tiştî dibêje:
«Ezê ji we re bibim Bav*,
Û hûnê ji min re bibin kur û keç.»[f]
  1. a. 6:2 Ji: Îşaya 49:8
  2. b. 6:5 Karên Şandiyan 16:22-23; 17:1-10
  3. c. 6:15: Beliyal: Navekî Îblîs e; mana vî navî bi Îbranî «xerabî» an jî «pûçîtî» ye.
  4. d. 6:16 Ji: Qanûna Kahîntiyê 26:12; Yêremya 32:38; Hezekiyêl 37:27
  5. e. 6:17 Ji: Îşaya 52:11; Hezekiyêl 20:34, 41
  6. f. 6:18 Ji: Samûêl II, 7:8, 14