Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Comerdî 
1
Îcar birano, em kerema Xwedê ya ku di civînên* li Mekedonyayê de hatiye dayîn, bi we didin zanîn.[a]
2
Di nav ceribandina tengahiya mezin de, şahiya wan a germ û belengaziya wan a kûr, bi dewlemendiya comerdiya wan fûriya.
3
Ez şahidiyê dikim ku wan li gor karîna xwe, heta ji karîna xwe zêdetir jî bi daxwaza xwe dan.
4
Ji me gelek lava kirin ku em vê qenciyê bi wan bikin ku em beşdarbûna wan a ji bo xizmeta pîrozan qebûl bikin.
5
Bi qasî ku me hêvî dikir hê bêtir, wan pêşî xwe da Xudan û bi daxwaza Xwedê, xwe dan me.
6
Wusa ku, me hêvî ji Tîtos* kir ku vê kerema ku pêşî bi we dest pê kiriye, bîne serî.
7
Wek ku hûn di baweriyê de, di peyvê de, di şehrezayî û her cûreyê xîretkêşiyê de, di hezkirina xwe ya ji bo me û di her tiştî de zêde bûne, bixebitin ku hûn di vê keremê de jî zêde bibin.
8
Ez vê wek emir nabêjim, lê belê ez bi xîretkêşiya yên din xwerûtiya hezkirina we diceribînim.
9
Çimkî hûn kerema Xudanê me Îsa Mesîh dizanin. Bi ser ku ew dewlemend bû jî, ew bû belengaz, da ku hûn bi belengaziya wî dewlemend bibin.
10
Di vê yekê de ez fikra xwe dibêjim. Çimkî ya ku ji bo we bi feyde ye, ev e: Ji sala par ve, hûn ne tenê di kirinê de, lê belê di xwestinê de jî yên pêşî bûn.
11
Niha vî karî bînin sêrî, wusa ku, çawa hûn di dilxwaziyê de ji dil in, wusa jî çiqas ji destê we bê, temam bikin.
12
Çimkî eger dilxwazî hebe, dayîna yekî ne li gor tiştê ku di destê wî de tune, lê li gor tiştê ku di destê wî de heye, meqbûl e.
13
Armanca me ne ew e ku hinekên din bikevin firehiyê û hûn bikevin tengahiyê; dabaş wekhevî ye.
14
Di dema niha de zêdehiya di destê we de bila ji bo kêmahiya wan be, da ku demeke din zêdehiya di destê wan de ji bo kêmahiya we be, wusa ku wekhevî çêbe.
15
Çawa ku hatiye nivîsîn:
«Zêdehiya yê ku pirr civand çênebû
Û kêmahiya yê ku hindik civand jî çênebû.»[b]
Tîtos û Du Bira Nameyê Tînin 
16
Îcar şikir ji Xwedê re yê ku ji bo we eynî xîret xist dilê Tîtos.
17
Çimkî Tîtos hêvîkirina me qebûl kir, lê hê bêtir bi xîretkêşî û bi daxwaza xwe derdikeve ba we.
18
Bi wî re em wî birayê ku di dayîna Mizgîniyê de, di hemû civînan de pesnê wî tê dayîn, dişînin.
19
Bi ser de ev bira, ji aliyê civînan ve hat hilbijartin, da ku di xizmeta vê keremê de ji bo ku rûmeta Xudan û dilxwaziya me nîşan bide, bi me re bigere.
20
Em hay ji xwe hebin ku di xizmeta me de, ku ji bo vê diyariya mezin e, tu kes tu lomeyan ji me neke.
21
Çimkî em ne tenê li ber Xudan, lê belê li ber mirovan jî hay ji kirina tiştên qenc dimînin.
22
Em bi van herduyan re birayê xwe dişînin. Me gelek caran ew ceribandiye û em dizanin ku di gelek tiştan de xîretkêş e. Û niha, ji ber ku li we gelek ewle ye, ew hê zêdetir xîretkêş e.
23
Heçî Tîtos e, ew hevparê min û ji bo we hevalkarê min e; heçî birayên me yên din in jî, şandiyên civînên bawermendan in, rûmeta Mesîh in.
24
De îcar hezkirina xwe û sedemê pesindana me ya ji bo we, li ber civînan nîşanî wan bidin.
  1. a. 8:1 Romayî 15:26
  2. b. 8:15 Ji: Derketin 16:18