Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Silav
 - 1
 - Ji xulam û Şandiyê Îsa Mesîh Şimûn Petrûs,
ji wan re yên ku bi rastdariya Xwedayê me, Xilaskarê me Îsa Mesîh, bi me re gihîştine eynî baweriya giranbiha: - 2
 - Di naskirina Xwedê û Xudanê me Îsa de kerem û aştî bi firehî li ser we be.
 - Gazîkirin û Hilbijartina Xwedê
 - 3
 - Bi naskirina wî yê ku bi rûmet û qenciya xwe gazî me kiriye, hêza wî ya xwedayî*, her tiştê ku ji bo jiyan û xwedênasiyê pêwist e, da me.
 - 4
 - Bi van tiştan wî sozên giranbiha û gelek mezin dane me, da ku hûn bi wan bibin hevparên tebîeta xwedayî û ji wê xerabûnê birevin, ku ji xwestekên dinyayê tê.
 - 5
 - Erê, ji ber vê yekê hemû xîretkêşiyê bi kar bînin, bi baweriya xwe hêjabilindiyê peyda bikin, bi hêjabilindiyê zanînê,
 - 6
 - bi zanînê xwegirtinê, bi xwegirtinê ragirtinê*, bi ragirtinê jiyana xwedayî,
 - 7
 - bi jiyana xwedayî birahezî û bi biraheziyê hezkirinê peyda bikin.
 - 8
 - Çimkî eger hûn xwediyê van tiştan bin û ev di nav we de zêde bibin, hûn di naskirina Xudanê me Îsa Mesîh de bêkêr û bêber namînin.
 - 9
 - Lê yê ku ji van tiştan bêpar e, kor e, dûr nabîne û ji bîra wî çûye ku ew ji gunehên xwe yên berê paqij bûye.
 - 10
 - Ji ber vê yekê birano, xîretkêşiyê bikin ku hûn gazîkirin û hilbijartina xwe qayîm bikin. Eger hûn van tiştan bikin, hûn tu caran naterpilin*.
 - 11
 - Û bi vî awayî dergeh wê bi tevahî li ber we vebe, da ku hûn bikevin Padîşahiya herheyî ya Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh.
 - 12
 - Ji bo vê yekê, her çiqas hûn van tiştan dizanin û hûn bi wê rastiya ku bi we re ye hîmgirtî ne jî, ez dixwazim hergav van bînim bîra we.
 - 13
 - Û heta ku ez di vê çadirê de me, ez vê yekê rast dibînim ku bi anîna bîra we, we hişyar bikim.[a]
 - 14
 - Çimkî wek ku Xudanê me Îsa Mesîh jî ji min re kifş kiriye, ez dizanim ku rakirina çadira min nêzîk e.
 - 15
 - Îcar ezê xîretkêşiyê bikim, da ku piştî çûyîna min jî hûn hergav bikarin van tiştan bînin bîra xwe.
 - Şahidên Rûmeta Mesîh
 - 16
 - Çaxê ku me hêz û hatina Xudanê me Îsa Mesîh bi we da zanîn, em neketin pey çîrokên ku bi qurnazî ji ber xwe hatine çêkirin, lê me bi çavên xwe mezinahiya wî dît.
 - 17
 - Çimkî gava ji rûmeta herî bilind dengekî weha jê re hat û got:
«Kurê min ê delal ev e.
Dilê min bi wî xweş e»,
hingê wî ji Bav Xwedê rûmet û siyanet* stand.[b] - 18
 - Û gava em bi wî re li ser çiyayê pîroz* bûn, ev dengê ku ji ezmên hat, me bi xwe bihîst.
 - 19
 - Bi vî awayî peyva* pêxemberîtiyê ji me re hê bêtir qayîm hat deranîn. Heta ku sibe zelal bibe û stêrka sibê di dilê we de derkeve, wek çiraya ku di tariyê de ronahî dide, hûnê qenc bikin ku hûn bala xwe bidin peyvên pêxemberîtiyê.
 - 20
 - Divê berî her tiştî hûn vê bizanin ku tu pêxemberîtiya Nivîsara Pîroz ne ji şîrovekirina ji ber xwe çêkirî ye.
 - 21
 - Çimkî pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê* Pîroz, peyv ji Xwedê gotine.
 

