Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Mamosteyên Derewîn û Cezakirina Wan
 - 1
 - Lê çawa ku di nav gelê Îsraêl de pêxemberên derewîn hebûn, wusa wê di nav we de jî mamosteyên derewîn hebin. Ewê bi dizî hînkirinên wêranker bînin hundir û heta ewê wî Xudanê ku ew kirrîne jî înkar bikin. Lê belê ewê zûka helakê bînin ser xwe.
 - 2
 - Gelek wê bikevin pey bêedebiya wan û ji rûyê wan wê çêrî riya rastiyê bê kirin.
 - 3
 - Bi çavbirçîtiya xwe, ewê bi peyvên xapînok li ser pişta we biçêrin. Dîwanbûna* ku ji berê ve ji bo wan e, dereng namîne û helaka wan naponije.
 - 4
 - Çimkî Xwedê ew milyaketên ku guneh kirin jî nedirixandin*, lê ew avêtin kortala* bêbinî, da ku ew ji bo Roja Dawî di kûrahiya taristaniyê de bi zincîran girêdayî bên hilanîn.
 - 5
 - Xwedê dinya berê jî nedirixand, lê çaxê wî tofan bi ser dinya nepakan de anî, wî bi tenê Nûh* ê ku peyvbêjê rastdariyê bû û heftên din parastin.[a]
 - 6
 - Xwedê bajarên Sodom* û Gomorayê jî sûcdar derxistin, ew kirin xwelî, wêran kirin û ji wan ên ku wê bi nepakî bijîn re kirin mînak.[b]
 - 7
 - Û mirovê rast Lût* ê ku bi jiyana nepak a neheqan xemgîn bûbû rizgar kir.
 - 8
 - Çimkî wî yê rast ê ku di nav wan de dijiya, kirinên wan ên neheq didît û dibihîst, roj bi roj cefa dida canê xwe yê rast.
 - 9
 - Xudanê ku bi vî awayî kir, dizane ku çawa xwedênasan ji ceribandinê rizgar bike û yên ku neheqiyê dikin,
 - 10
 - bi taybetî jî yên ku li pey xwesteka pîs ên nefsê dikevin û desthilatî kêm dibînin, ji bo cezakirinê heta Roja Dawî hiltîne.
Evên curetkar û qure, ji çêrkirina yên xweyî rûmet natirsin. - 11
 - Lê bi ser ku milyaket di hêz û karînê de ji wan mezintir in jî, li ber Xudan wan bi çêrkirinê sûcdar nakin.
 - 12
 - Lê evên ha wek heywanên bêfêm û afirîdên* bi fêmkirina xweheyî* yên ku ji bo girtin û kuştinê çêbûne, çêrî tiştên ku jê fêm nakin, dikin. Ew jî wê wek wan heywanan di xerabûniya xwe de helak bibin
 - 13
 - û ewê cezayê neheqiya xwe bikişînin. Roj li nava rojê, li zewq û sefa xwe dinêrin, vê yekê kêf dihesibînin. Evên ha, leke û rûreşî ne. Gava ew bi we re dixwin û vedixwin, ew bi xapandina xwe bi xwe kêfê dikin.
 - 14
 - Çavên wan tije zîna ye, ji gunehkirinê têr nabin û canên xilupilo* dixapînin. Dilê wan hînî çavbirçîtiyê bûye, ew zarokên nifirê ne.
 - 15
 - Wan dev ji riya rast berda, varî* bûn û riya kurê Beyor Balamê* ku ji destmiza neheqiyê hez kir, girtin.[c]
 - 16
 - Îcar ji ber neheqiya wî li wî hat hilatin*; kerê bê zar û ziman bi dengê mirovan peyivî û pêşî li harbûna pêxember girt.
 - 17
 - Ev mirovên ha kaniyên bê av û mijên ku li ber bagerê tên ajotin in. Tariya reş ji bo wan hilanî ye.
 - 18
 - Çimkî ew peyvên mezin û pûç dibêjin û bi xwestekên nefsê yên bêedeb, wan kesan dixapînin, yên ku nû ji mirovên di riya çewt de diçin, rizgar bûne.
 - 19
 - Bi ser ku ew bi xwe xulamên xerabûnê ne, ji wan re soza azadiyê didin. Çimkî mirov dibe xulamê wî yê ku mirov bindest dike.
 - 20
 - Çimkî, eger ew bi naskirina Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh ji nepakiyên dinyayê rizgar bûbin û paşê dîsa li van tiştan bizivirin û bindest bibin, hingê halê wan ê paşî wê ji yê pêşî xerabtir be.
 - 21
 - Çimkî, eger piştî ku wan riya rastiyê zanî û ji pey emrê pîroz ê ku li wan hatibû spartin vegeriyabin, hingê nezanîna riya rastiyê wê ji bo wan hê çêtir bûya.
 - 22
 - Erê, wek vê mesela rast hat serê wan:
«Kûçik li vereşîna xwe vedigere»
û:
«Beraz piştî şuştinê
Dîsa xwe di nav herriyê de digevizîne.»[d] 
- a. 2:5 Destpêkirin 6:18; 7:13
 - b. 2:6-7 Destpêkirin 19
 - c. 2:15 Hejmartin 22
 - d. 2:22 Ji: Gotinên Silêman 26:11
 

