Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Her Serokkahîn ji nav mirovan tê bijartin û ji bo wan li ser tiştên ku li ber Xwedê tên kirin, tê danîn, da ku ji bo gunehan diyarî û goriyan* pêşkêş bike.
2
Ew dikare bi nermî, bi nezan û bi averêbûyiyan* re bide û bistîne, çimkî ew bi xwe jî bi qelsiyan hatiye rapêçan.
3
Ji ber vê yekê, wek ku ji bo gel dike, ew deyndar e ku ji bo xwe jî di ber gunehan de goriyan pêşkêş bike.[a]
4
Tu kes ji xwe bi xwe nikare vê rûmetê bistîne, lê bi tenê ewê ku wek Harûn ji aliyê Xwedê ve tê gazîkirin, distîne.[b]
5
Bi vî awayî Mesîh jî ji bo ku bibe Serokkahîn xwe bi xwe bilind nekir, lê belê Xwedê ew bilind kir û jê re got:
«Tu Kurê min î,
Îro tu ji min re bûyî.»[c]
6
Çawa ku ew di dereke din de jî dibêje:
«Li gor pergala* Melkîsedek*,
Tu her û her kahîn* î.»[d]
7
Îsa di jiyana xwe ya li ser erdê de bi gazî û hawar, bi hêstirên çavan dua û lavan pêşkêşî wî kir, ku dikarî ew ji mirinê xilas bikira û ji ber xwedêtirsiya xwe hatibû bihîstin.[e]
8
Bi ser ku Kur bû jî, ji cefayên ku kişandin hînî guhdanê bû.
9
Gava ku gihîşt bêkêmahîtiyê, ji hemûyên ku bi ya wî dikin re bû sedema xilasiya herheyî.
10
Ji aliyê Xwedê ve, li gor pergala Melkîsedek bi serokkahîntî hat navkirin.
Xwe li Soza Xwedê Bigirin 
11
Gelek tişt hene ku em li ser vê yekê bêjin; lê ji ber ku guhên we giran bûne, şîrovekirina wan zehmet e.
12
Diviya ku heta niha hûn bibûna mamoste, lê belê dîsa hewcedariya we heye ku yek dersên pêşî yên peyva Xwedê hînî we bike. Ne xwarina giran, lê belê hûn hê hewcedarê şîr in.
13
Îcar her kesê ku bi şîr tê xweyîkirin, di peyva rastdariyê de bêtecrûbe ye; çimkî zarok e.
14
Lê xwarina giran ji bo yên gihîştî ye. Têgihîştina wan bi karanînê hatiye perwerdekirin, da ku qencî û xerabiyê ji hev derxin.
  1. a. 5:3 Qanûna Kahîntiyê 9:7
  2. b. 5:4 Derketin 28:1
  3. c. 5:5 Ji: Zebûr 2:7
  4. d. 5:6 Ji: Zebûr 110:4
  5. e. 5:7 Metta 26:36-46