Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Lê ez vê jî dibêjim: Her çiqas ku wêris xwediyê her tiştî be jî, heta ku zarok e ferqa wî ji yê xulam tune.
2
Heta dema ku bavê wî kifş kiriye, ew di bin destê raspêr* û şahneyan* de ye.
3
Bi vî awayî jî gava ku em zarok bûn, em di bin hêzên ruhî yên vê dinyayê de bindest bûn.
4
Lê gava ku dem temam bû, Xwedê Kurê xwe şand. Ew ji jinê çêbû û di bin Şerîetê de bû,
5
da ku wan ên di bin Şerîetê de ne bi berdêl xilas bike û em kurîtiyê bistînin.
6
Û ji ber ku hûn kur in, Xwedê Ruhê Kurê xwe yê ku gazî dike: «Abba», yanî «Bavo!» şand dilê me.
7
Loma êdî tu ne xulam î, lê tu kur î. Madem ku tu kur î, nexwe tu bi destê Xwedê wêris î jî.[a]
Ma Emê bi şûn ve Herin? 
8
Hingê, çaxê ku we Xwedê nas nedikir, we ji yên ku ji xwe ne xwedê ne re xulamtî kir.
9
Lê niha piştî ku we Xwedê naskir, hê zêdetir: Hûn ji aliyê Xwedê ve hatin naskirin, êdî çawa dîsa hûn li wan hêzên ruhî yên bêhêz û reben vedigerin? Ma hûn dîsa dixwazin xulamtiyê ji wan re bikin?
10
Hûn roj, meh, demsal û salan digirin.
11
Ez ji we ditirsim ku xebata min a ji bo we badîhewa here.
12
Birano, ez hêvî ji we dikim: Bibin wek min, çimkî ez jî bûm wek we. We tu neheqî li min nekir.
13
Hûn dizanin ku min cara pêşî, ji ber nexweşiyeke bedenê Mizgînî da we.
14
Rewşa bedena min ji bo we tecrûbeyek bû, lê dîsa we ez kêm nedîtim û ez red nekirim, lê belê we ez wek milyaketekî Xwedê, wek Mesîh Îsa qebûl kirim.
15
Îcar ew bextewariya we li ku derê ma? Çimkî ez ji bo we şahidiyê dikim ku, eger çêbûya, weyê çavê xwe derxista û bida min.
16
Îcar ji ber ku min rastî ji we re got, ma ez bûm dijminê we?
17
Hinekên din ji bo we xeptûleptê dikin, lê ne bi nêta qenc. Ew dixwazin we ji me veqetînin, da ku hûn ji bo wan xeptûleptê bikin.
18
Ne tenê gava ku ez li ba we bim, lê qenc e ku mirov hergav di tiştên qenc de xeptûleptê bike.
19
Zarokên min, heta ku Mesîh di dilê we de sûret bistîne, ez careke din ji bo we êşa zarokanînê dikişînim.
20
Lê min dixwest ku niha ez li ba we bûma û min dengê xwe biguherta, çimkî ez li ser we heyirî mame.
Mînaka Hacer û Sarayê 
21
Ji min re bêjin, ey hûn ên ku dixwazin di bin Şerîetê de bin: Ma hûn Şerîetê nabihîzin?
22
Hatiye nivîsîn ku du kurên Birahîm hebûn: Yek ji cêriyê û yek jî ji jina azad.[b]
23
Lê yê ku ji cêriyê bû li gor bedenê û yê ku ji jina azad bû jî li gor soza Xwedê çêbûye.
24
Di vê yekê de mînak heye: Ev herdu jin du peyman* in. Yek ji wan peymanan ji Çiyayê Sînayê* ye û ji bo koletiyê zarokan tîne; ew Hacer* e.[c]
25
Hacer, Çiyayê Sînayê yê li Erebistanê ye û bi Orşelîma* niha re hemdeng e. Çimkî bi zarokên xwe ve koletiyê dike.
26
Lê belê Orşelîma ezmanî azad e, diya me ew e.
27
Ji ber ku hatiye nivîsîn:
«Ey jinika bêber, ey ya ku zarokan nayne, şa bibe!
Ey tu ya ku bi êşa zarokanînê nizanî,
Bi eşq û şahî dengê xwe bilind bike.
Çimkî kurên jina devjêberdayî,
Ji kurên ya ku mêrê wê heye, bêtir in.»[d]
28
Îcar birano, em wek Îshaq* zarokên sozê ne.[e]
29
Lê, ka çawa hingê yê ku li gor bedenê çêbûye, tengahî da yê ku li gor Ruh çêbûye, niha jî weha ye.[f]
30
Lê belê Nivîsara Pîroz çi dibêje? Dibêje:
«Cêriyê û kurê wê bavêje derve.
Çimkî kurê cêriyê,
Bi kurê ya azad re nabe wêris.»[g]
31
Ji bo vê yekê birano, em ne zarokên cêriyê ne, lê em zarokên jina azad in.
  1. a. 4:5-7 Romayî 8:15-17
  2. b. 4:22 Destpêkirin 16:15; 21:2
  3. c. 4:24 Destpêkirin 16
  4. d. 4:27 Ji: Îşaya 54:1
  5. e. 4:28 Destpêkirin 17:18-22
  6. f. 4:29 Destpêkirin 21:9
  7. g. 4:30 Ji: Destpêkirin 21:10