Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Mûsa Xizmetkar e, Mesîh Kur e
 - 1
 - Ji ber vê yekê, ey birayên pîroz û hevparên gazîkirina ezmanî, bala xwe bidin Îsayê ku Şandî* û Serokkahînê şahidiya me ye.
 - 2
 - Wek ku Mûsa* ji tevahiya mala Xwedê re dilsoz bû, Îsa ji yê ku ew daniye ser kar re dilsoz e.[a]
 - 3
 - Ka çawa siyaneta* yê ku xanî ava kiriye di ser ya xênî re ye, wusa jî Îsa ji Mûsa bêtir hêjayî rûmeta mezin hat dîtin.
 - 4
 - Çimkî her xanî ji aliyê yekî ve tê avakirin, lê avakarê her tiştî Xwedê ye.
 - 5
 - Rast e, Mûsa, ji bo şahidiya wan tiştan bike, ku wê piştre bihatana gotin, di tevahiya mala Xwedê de wek xizmetkarekî dilsoz bû.
 - 6
 - Lê Mesîh bi Kurîtî li ser mala Xwedê dilsoz bû. Û eger em cesareta xwe û pesindana ku ji hêviya me tê hişk bigirin, mala wî em in.
 - Hişyarkirina li hember Bêbaweriyê
 - 7
 - Loma, wek ku Ruhê Pîroz dibêje:
«Eger îro hûn dengê wî bibihîzin, - 8
 - Dilê xwe hişk nekin,
Wek wê roja ku bav û kalên we serî hildan
Gava ku li çolê hatibûn ceribandin, - 9
 - Li wir bav û kalên we ez ceribandim û sihêtî kirim
Bi ser ku çil salan kirinên min dîtin. - 10
 - Ji ber vê yekê ez ji wî nifşî* xeyidîm.
Û min got: ‹Ew hergav di dil de varî* dibin.›
Û wan riyên min nezanîn. - 11
 - Wek ku min di hêrsa xwe de sond xwar:
Ew tu caran nakevin rihetiya min.»[b] - 12
 - Birano, hay ji xwe hebin ku bi tu kesî ji we re dilekî xerab û bêbawer ê ku we ji Xwedayê jîndar bizivirîne, peyda nebe.
 - 13
 - Lê belê heta roja ku jê re dibêjin «îro» heye, her roj hevdû bişidînin, da ku dilê tu kesî ji we bi xapandina guneh hişk nebe.
 - 14
 - Çimkî em bûne hevparên Mesîh, lê bi tenê em ewlehiya xwe ya destpêkê heta dawiyê hişk bigirin.
 - 15
 - Çawa ku hatiye gotin:
«Eger îro hûn dengê wî bibihîzin
Dilê xwe hişk nekin wek wê roja ku bav û kalên we serî hildan.»[c] - 16
 - Îcar ew kî bûn, ku bihîstin û serî hildan? Ma ne ew hemû bûn ên ku bi rêberiya Mûsa ji Misrê derketin?
 - 17
 - Û Xwedê çil salan ji kê xeyidî? Ma ne ji wan ên ku guneh kirin û bedena wan li çolê ket?
 - 18
 - Û ji neguhdaran pê ve, ma Xwedê ji bo kê sond xwar ku ew nekevin rihetiya wî?[d]
 - 19
 - Îcar em dibînin ku wan ji ber bêbaweriya xwe nekarîn bikevinê.
 
- a. 3:2 Hejmartin 12:7
 - b. 3:7-11 Ji: Zebûr 95:7-11; Derketin 17:1-7; Hejmartin 20:1-13
 - c. 3:15 Ji: Zebûr 95:7-8
 - d. 3:16-18 Hejmartin 14:1-35
 

