Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Di Destpêkê de Peyv Hebû
 - 1
 - Di destpêkê de Peyv* hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû.
 - 2
 - Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû.
 - 3
 - Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî.
 - 4
 - Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû.
 - 5
 - Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare wê binixême.
 - 6
 - Mirovek ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin ku navê wî Yûhenna* bû.
 - 7
 - Ew ji bo şahidiyê hat. Ew hat ji bo ku şahidiya ronahiyê bike, da ku hemû bi rêberiya wî baweriyê* bînin.
 - 8
 - Ew bi xwe ne ronahî bû, lê ew hat ku şahidiya ronahiyê bike.
 - 9
 - Ronahiya rastîn, ewê ku hemû mirovan ronahî dike, dihat dinyayê.
 - 10
 - Ew li dinyayê bû û dinya bi wî afirî. Lê dinyayê ew nas nekir.
 - 11
 - Ew hat mala xwe, lê gelê wî ew qebûl nekir.
 - 12
 - Lê hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî* bi navê wî anîn, wî desthilatî da wan ku bibin zarokên Xwedê.
 - 13
 - Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn.
 - 14
 - Û Peyv* bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê* xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê* yekta yê ku ji Bav* tê dît.
 - 15
 - Yûhenna ji bo wî şahidî kir û bi dengekî bilind got: «Min gotibû: ‹Yê ku piştî min tê di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.› Yê ku min li ser digot ev bû.»
 - 16
 - Me hemûyan ji xezîna wî kerem li ser keremê stand.
 - 17
 - Çimkî Şerîet* bi destê Mûsa* hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa* Mesîh* hatin.
 - 18
 - Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye, lê Kurê yekta, Xwedayê ku li ber singê Bav* e, wî bi xwe ew da zanîn.
 - Şahidiya Yûhennayê Imadkar
 - 19
 - Şahidiya Yûhenna ev e: Çaxê serekên Cihûyan ji Orşelîmê* hin ji kahîn* û ji Lêwiyan* şandin, da ku ji wî bipirsin: «Tu kî yî?»,
 - 20
 - wî eşkere got, wî înkar nekir û got: «Ez ne Mesîh im.»
 - 21
 - Wan jê pirsî: «Nexwe tu kî yî? Ma tu Êlyas* î?» Yûhenna got: «Na, ez ne ew im.» Ji pirsa «Ma tu ew pêxember* î?» re jî, wî got: «Na, ez ne ew im jî.»[a]
 - 22
 - Îcar wan jê re got: «Tu kî yî? Tu ji bo xwe çi dibêjî? Da ku em bersîvekê bidin wan ên ku em şandine.»
 - 23
 - Wî got:
«Ez ew deng im ku li çolê gazî dike:
‹Riya Xudan* rast bikin!›[b]
wek ku Îşaya* pêxember gotiye.» - 24
 - Niha yên ku hatibûn şandin ji Fêrisiyan* bûn.
 - 25
 - Wan jê pirsî: «Madem tu ne Mesîh, ne Êlyas û ne jî ew pêxember î, nexwe tu çima imad* dikî?»
 - 26
 - Yûhenna bersîva wan da û got: «Ez bi avê imad dikim, lê yek di nav we de radiweste, hûn nizanin ew kî ye.
 - 27
 - Yê ku piştî min tê ew e û ez ne hêja me ku benên çaroxa wî vekim.»
 - 28
 - Ev tişt hemû li wî serê Urdunê, li Beytanyayê, li cihê ku Yûhenna lê imad dikir çêbûn.
 - Berxê Xwedê
 - 29
 - Dotira rojê Yûhenna dît ku Îsa* ber bi wî ve tê. Û wî got: «Va ye! Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike.
 - 30
 - Ev ew kes e ku min ji bo wî gotibû: ‹Piştî min yek tê ku di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.›
 - 31
 - Min bi xwe nizanibû ew kî ye, lê ji bo ku ew ji Îsraêlê re bê diyarkirin, ez hatim ku bi avê imad bikim.»
 - 32
 - Yûhenna şahidî kir û got: «Min dît ku Ruh ji ezmên wek kevokê hat xwar, li ser wî danî û ma.
 - 33
 - Min bi xwe nizanibû ew kî ye, lê yê ku ez şandim da ku ez bi avê imad bikim, ji min re got: ‹Tu bibînî ku Ruh bê xwar û li ser kê deyne, yê ku bi Ruhê* Pîroz imad dike, ew e.›
 - 34
 - Min jî dît û şahidî kir ku Kurê* Xwedê ev e.»
 - Şagirtên Pêşî
 - 35
 - Dotira rojê dîsa Yûhenna bi du şagirtên* xwe re radiwesta.
 - 36
 - Dema wî dît ku Îsa* derbas dibe, wî got: «Va ye, Berxê Xwedê!»
 - 37
 - Du şagirtan gotina wî bihîst û li pey Îsa çûn.
 - 38
 - Îsa li pişt xwe zivirî û dît ku ew li pey wî tên. Wî ji wan re got: «Hûn li çi digerin?» Wan jê re got: «Rebbî» – ku bê wergerandin: «Mamoste» – «tu li ku derê dimînî?»
 - 39
 - Wî ji wan re got: «Werin, hûnê bibînin.» Îcar ew çûn û wan dît ku ew li ku derê dimîne û ew wê rojê li ba wî man. Wext piştî nîvro, saet li dora çaran bû.
 - 40
 - Yek ji wan herdu kesên ku Yûhenna bihîstibûn û li pey Îsa çûbûn, Endrawisê birayê Şimûn-Petrûs bû.
 - 41
 - Wî di cih de birayê xwe Şimûn dît û jê re got: «Me Mesîh* dît», ku bê wergerandin «Yê Rûnkirî» ye.
 - 42
 - Wî ew anî ba Îsa. Îsa li Şimûn nêrî û got: «Tu Şimûnê* kurê Yûhenna yî. Wê bi navê Kîfas» – ku ‹Petrûs*› e û bi mana ‹lat› e – «gazî te bikin.»
 - Îsa Gazî Filîpos û Natanyêl Dike
 - 43
 - Dotira rojê Îsa biryar da ku here herêma Celîlê*. Wî Filîpos dît û jê re got: «Li pey min were!»
 - 44
 - Filîpos ji Beytsaydayê bû, ji wî bajarê ku Endrawis û Petrûs lê dijiyan.
 - 45
 - Filîpos Natanyêl dît û jê re got: «Me Îsayê Kurê Ûsivê Nisretî dît, ku Mûsa di Şerîeta* xwe de û pêxemberan li ser nivîsîne.»
 - 46
 - Natanyêl jê pirsî: «Ma ji Nisretê tiştekî qenc dikare derkeve?» Filîpos jê re got: «Were û bibîne!»
 - 47
 - Gava Îsa dît ku Natanyêl ber bi wî ve tê, li ser wî got: «Va ye, Îsraêliyekî rastîn ê ku tu hîle li ba wî tune.»
 - 48
 - Natanyêl jê pirsî: «Ma tu ji ku derê min nas dikî?» Îsa bersîva wî da: «Beriya ku Filîpos gazî te bike, gava ku tu hê li binê dara hêjîrê rûniştî bûyî, min tu dîtî.»
 - 49
 - Natanyêl jê re got: «Mamoste, tu Kurê* Xwedê yî! Tu Padîşahê Îsraêlê yî!»
 - 50
 - Îsa lê vegerand û got: «Ji ber ku min ji te re got: ‹Min tu li binê dara hêjîrê dîtî›, tu bawer* dikî? Tê tiştên ji vê mezintir bibînî.»
 - 51
 - Û Îsa jê re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûnê bibînin ku çawa ezman diqelişe û milyaketên Xwedê tên xwarê ser Kurê* Mirov û diçin jorê.»[c] 
 

