Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Dîlana li Gundê Qenaya Celîlê
 - 1
 - Piştî du rojan li bajarê Qenaya Celîlê* dîlanek hebû û diya Îsa jî li wê derê bû.
 - 2
 - Îsa û şagirtên* xwe jî ji bo dîlanê hatibûn vexwendin.
 - 3
 - Dema ku şerab ber xilasbûnê bû, diya Îsa jê re got: «Şeraba wan nema.»
 - 4
 - Îsa lê vegerand û got: «Sitiyê, te çi ji min e? Hê saeta min nehatiye.»
 - 5
 - Diya wî ji xizmetkaran re got: «Her çi ji we re bêje, bikin.»
 - 6
 - Îcar li wê derê şeş kûpên kevirîn hebûn ku Cihûyan ji bo adetên xwe yên paqijkirinê bi kar dianîn. Her yekî ji wan di navbera du-sê denan* de av hildida.[a]
 - 7
 - Îsa ji wan re got: «Van kûpan bi avê tije bikin.» Û wan jî ew heta ber dev tije kirin.
 - 8
 - Hingê wî ji wan re got: «Niha hinekê derxin û ji serekê ziyafetê re bibin.» Wan jî ew bir.
 - 9
 - Gava ku serekê ziyafetê ji ava ku bûbû şerab vexwar, wî tê dernexist ku ew ji ku derê hatiye. Lê xizmetkarên ku av anîbûn, dizanibûn. Serekê ziyafetê gazî zavê kir
 - 10
 - û jê re got: «Her kes pêşî şeraba qenc pêşkêş dike. Û çaxê ku yên vexwendî zêde vexwarin, ew a neqenc derdixe. Lê te şeraba qenc heta niha hilanî.»
 - 11
 - Ev nîşana ku Îsa li Qenaya Celîlê çêkir a pêşî bû. Bi vî awayî wî rûmeta xwe da xuyakirin û şagirtên wî bawerî* pê anîn.
 - 12
 - Piştî vê yekê, Îsa tevî diya xwe, birayên xwe û şagirtên xwe çû Kefernahûmê û ew gelek rojan li wê derê neman.
 - Îsa Perestgehê Paqij Dike
 - 13
 - Cejna* Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû û Îsa hilkişiya Orşelîmê*.
 - 14
 - Di Perestgehê* de wî ew kesên ku dewar, mî û kevok difirotin û serafkerên rûniştî dîtin.
 - 15
 - Îcar wî ji benan qamçiyek çêkir, ew hemû û dewar û mî jî, ji Perestgehê derxistin; perên pereguhêran rijandin û maseyên wan gêr kirin.
 - 16
 - Wî ji kevokfiroşan re got: «Van ji vê derê rakin! Êdî mala Bavê* min nekin bazargeh!»
 - 17
 - Hat bîra şagirtên wî ku hatiye nivîsîn: «Xîretkêşiya ji bo mala te wê min bixwe.»[b]
 - 18
 - Li ser vê yekê Cihûyan jê pirsî: «Tê ji bo me çi nîşanê çêkî ku desthilatiya te heye, tu van dikî?»
 - 19
 - Îsa bersîva wan da û got: «Vê Perestgehê hilweşînin, ezê di sê rojan de rakim.»
 - 20
 - Li ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Avakirina vê Perestgehê çil û şeş salan kişand. Ma tê wê di sê rojan de rakî?»
 - 21
 - Lê Îsa li ser Perestgeha bedena xwe dipeyivî.
 - 22
 - Piştre, dema ku ew ji nav miriyan rabû, hat bîra şagirtên wî ku Îsa ev yek gotiye û wan bi Nivîsara* Pîroz û gotinên Îsa bawer* kir.
 - Zanîna Îsa ya li ser Mirovan
 - 23
 - Îcar dema ku Îsa di Cejna Derbasbûnê de li Orşelîmê bû, gelekan ew nîşanên ku wî dikirin dîtin û bawerî bi navê wî anîn.
 - 24
 - Lê Îsa bawerî li wan nedianî. Çimkî wî bi xwe bi hemû mirovan dizanibû.
 - 25
 - Hewcedariya wî bi şahidiya mirovan jî tunebû, çimkî wî dizanibû ku çi di dilê mirovan de ye.
 

