Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Îsa û Birayên Xwe 
1
Piştî vê yekê Îsa li Celîlê digeriya. Wî nedixwest ku di Cihûstanê de bigere, çimkî serekên Cihûyan li kuştina wî digeriyan.
2
Gava Cejna* Holikçêkirinê ya Cihûyan nêzîk bû,
3
birayên wî jê re gotin: «Ji vir derkeve û here Cihûstanê, da ku şagirtên te karên ku tu dikî bibînin.
4
Çimkî mirovê ku dixwaze bi eşkereyî xwe bide naskirin, kirinên xwe venaşêre. Madem ku tu van karan dikî, xwe nîşanî dinyayê bide.»
5
Çimkî birayên wî jî bawerî pê nedianîn.
6
Îsa ji wan re got: «Wextê min hê nehatiye, lê ji bo we wext herdem rast e.
7
Dinya nikare ji we nefret bike, lê ji min nefret dike, çimkî ez şahidiyê dikim ku kirinên dinyayê xerab in.
8
Hûn bi xwe herin vê cejnê, lê ez nayêmê. Çimkî hê wextê min bi tevahî nehatiye.»
9
Ew weha peyivî û li Celîlê ma.
Îsa Beşdarî Cejnê Dibe 
10
Lê piştî ku birayên wî çûn cejnê, ew jî rabû çû, lê belê ne bi eşkereyî, ji dizî ve.
11
Di vê navê de Cihû di cejnê de lê digeriyan û digotin: «Ew li ku derê ye?»
12
Di nav elaletê de li ser wî gelek tişt dihatin gotin. Hinekan digot: «Ew mirovekî qenc e», hinekan jî digot: «Na, ew xelkê dixapîne.»
13
Lê ji tirsa serekên Cihûyan, kesî nediwêrî bi eşkereyî li ser wî bipeyive.
14
Îcar di nîvê cejnê de Îsa derket Perestgehê* û dest bi hînkirinê kir.
15
Cihû lê şaş mabûn û digotin: «Ev mirovê ku li ser nivîsaran nehatiye hînkirin, çawa evqas bi wan dizane?»
16
Îsa bersîva wan da û got: «Hînkirina min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê.
17
Eger mirovek bixwaze ku daxwaza Xwedê bike, wê bizane ku hînkirina min ji Xwedê ye, an ez ji ber xwe dibêjim.
18
Yê ku ji ber xwe dipeyive, li rûmeta xwe digere; lê yê ku li rûmeta yê ku ew şandiye digere, ew rast e û li ba wî xapandin tune.
19
Ma Mûsa Şerîet* neda we? Dîsa jî kes ji we Şerîetê pêk nayne. Çima hûn li kuştina min digerin?»
20
Elaletê bersîva wî da: «Tu bi cinan ketiyî! Kî li kuştina te digere?»
21
Îsa li wan vegerand û got: «Min karekî nedîtî kir, hûn hemû lê şaş man.
22
Mûsa sinet* da we – ev jî ne ji Mûsa, lê ji bav û kalan e – û hûn roja* Şemiyê mirovekî sinet dikin.
23
Madem ji bo ku Şerîeta Mûsa xera nebe, hûn roja Şemiyê mirov sinet dikin, ji bo ku min di roja Şemiyê de mirovek yekser sax kiriye, hûn çima li min hêrs dibin?
24
Li gor dîtinê dadbar* nekin, lê li gor rastiyê dadbar bikin.»
Ma Dibe ku Ev Mesîh Be? 
25
Hingê hinek mirovên ku ji Orşelîmê bûn digotin: «Ma ev ne ew e ku li kuştina wî digerin?
26
Û va ye, li vir ew bi eşkereyî dipeyive û tu kes jî jê re tiştekî nabêje. Gelo serekan bi rastî fêm kiriye ku ew Mesîh e?
27
Lê em dizanin ku ev mirov ji ku derê tê. Gava ku Mesîh bê, kes wê nezane ku ew ji ku derê tê.»
28
Hingê, dema ku Îsa di Perestgehê de hîn dikir, bi dengekî bilind got: «Nexwe hûn min nas dikin û hûn dizanin ku ez ji ku derê me! Lê ez ji ber xwe nehatime. Yê ku ez şandime rastî ye, lê hûn wî nas nakin.
29
Ez wî nas dikim, çimkî ez ji wî me û wî ez şandime.»
30
Li ser vê yekê ew xebitîn ku Îsa bigirin, lê kesî dest neavêt wî, çimkî hê saeta wî nehatibû.
31
Lê gelekan ji elaletê bawerî bi wî anî û gotin: «Ma gava ku Mesîh bê, wê ji kirinên vî bêtir nîşanan çêke?»
Parêzgerên ku ji bo Girtina Îsa Tên Şandin 
32
Fêrisiyan tiştên ku elaletê li ser Îsa dikirin pisepis bihîst. Li ser vê yekê Fêrisî û serekên kahînan* ji bo girtina wî parêzger şandin.
33
Îcar Îsa got: «Hê ji bo demeke kurt ez bi we re me; piştre ezê herim ba yê ku ez şandime.
34
Hûnê li min bigerin, lê hûn min nabînin; cihê ku ezê lê bim, hûn nikarin bênê.»
35
Hingê Cihûyan ji hev re got: «Ev mirov wê here ku derê ku em wî nabînin? Nexwe wê here ba gelê me yê ku li nav Yewnaniyan* belav bûye û Yewnaniyan hîn bike?
36
Mana peyvên ‹Hûnê li min bigerin, lê hûn min nabînin û cihê ku ezê lê bim, hûn nikarin bênê› çi ye?»
Çemên Ava Jiyanê 
37
Di roja dawîn û herî girîng a cejnê de Îsa ji piyan rawesta û bi dengekî bilind got: «Eger yek tî be, bila bê ba min û vexwe.
38
Yê ku baweriyê bi min bîne, wek ku di Nivîsara Pîroz de hatiye gotin: ‹Wê ji dilê wî çemên ava ku jiyanê didin biherikin.›»[a]
39
Îsa ev peyv li ser wî Ruhê* Pîroz got, ku wan ên bawerî bi wî dianîn wê bistandana. Çimkî Ruh hê nehatibû dayîn, ji ber ku hê Îsa nehatibû birûmetkirin.
Dubendiya di nav Elaletê de 
40
Dema ku wan ev gotin bihîstin, hinekan ji elaletê got: «Bi rastî jî ev ew pêxember e.»
41
Hinekan jî got: «Ev Mesîh e», lê hinekên din jî gotin: «Ma Mesîh wê ji Celîlê bê?
42
Ma Nivîsara Pîroz nabêje ku Mesîh wê ji dûndana* Dawid* û ji gundê Dawid, ji Beytlehmê bê?»
43
Loma di nav elaletê de, li ser wî dubendî çêbû.
44
Hinekan ji wan xwest wî bigirin, lê tu kesî dest neavêt wî.
Lihevnekirina Cihûyan 
45
Di vê navê de parêzger vegeriyan ba Fêrisî û serekên kahînan. Wan ji parêzgeran pirsî: «We çima ew neanî?»
46
Parêzgeran bersîva wan da: «Tu kes, tu caran mîna vî mirovî nepeyiviye!»
47
Fêrisiyan got: «Nexwe, hûn jî hatin xapandin?
48
Ma ji serekan û ji Fêrisiyan kesekî bawerî bi wî aniye?
49
Na, lê ev elaleta ku bi Şerîetê nizane, xezeblêbûyî ye.»
50
Nîkodêmosê ku berê çûbû ba Îsa û ji Fêrisiyan bû, ji wan re got:
51
«Gelo Şerîeta me, heta ku guhdariya mirovekî neke û nezane ku ew çi dike, ma wî dadbar* dike?»
52
Wan lê vegerand û gotin: «Nexwe tu jî ji Celîlê yî? Lê bikole, tê bibînî ku ji Celîlê tu pêxember dernakevin.»
  1. a. 7:38 Binêre: Gotinên Silêman 18:4; Îşaya 58:11