Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Îsa li ber Pîlatosê Walî
 - 1
 - Tevahiya civînê rabû ser xwe û Îsa birin ber Pîlatos.
 - 2
 - Wan dest bi giliyê wî kir û gotin: «Me dît ku evê ha miletê me ji rê derdixe. Nahêle ku baca Qeyser bê dayîn û ji bo xwe dibêje ku ew Mesîh e, yanî padîşah e.»
 - 3
 - Pîlatos jê pirsî û got: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa lê vegerand û got: «Wek ku te got.»
 - 4
 - Pîlatos ji serekên kahînan re û ji elaleta milet re got: «Ez tu sedemê sûcdarkirina vî mirovî nabînim!»
 - 5
 - Lê ew li ser ya xwe man û gotin: «Vî mirovî milet li seranserê Cihûstanê, ji Celîlê û heta vir bi hînkirina xwe rakiriye ser lingan.»
 - Îsa li ber Hêrodês
 - 6
 - Gava Pîlatos ev bihîst, wî pirsî û got: «Ma ev mirov ji Celîlê ye?»
 - 7
 - Gava ew hîn bû ku ew ji wê dera ku di bin hukumdariya Hêrodês* de ye, wî ew şand ba Hêrodês. Hêrodês bi xwe jî di wan rojan de li Orşelîmê bû.
 - 8
 - Gava Hêrodês Îsa dît, ew gelek şa bû. Hê ji mêj ve wî dixwest ku wî bibîne, çimkî wî gelek tişt li ser Îsa bihîstibûn û hêvî dikir, ku Îsa li ber wî kerametekê bike.
 - 9
 - Wî jî gelek pirs li ber Îsa danîn, lê Îsa qet bersîva wî neda.
 - 10
 - Serekên kahînan û Şerîetzan li ser piyan rawestan û giliyê xwe li hember Îsa giran kirin.
 - 11
 - Hêrodês û leşkerên wî jî ew kêm dîtin û tinazên xwe pê kirin. Wan cilekî spehî yê ku diçirise lê kir û careke din ew vegerandin ba Pîlatos.
 - 12
 - Di wê rojê de Pîlatos û Hêrodês, yên ku beriya hingê dijminahî bi hev re dikirin, dostanî bi hev re danîn.
 - Îsa Cezayê Mirinê Distîne
 - 13
 - Pîlatos gazî serekên kahînan, serweran û xelkê kir
 - 14
 - û ji wan re got: «We ev mirovê ha anî ber min û we got ku ew gel ji rê derdixe. Min jî ew li ber we kişand pirsyariyê û min tu sûcê ku we dixistin stûyê wî, li ser wî nedîtin.
 - 15
 - Hêrodês jî nedît. Ji ber vê yekê wî ew li me vegerand. Û binêrin, vî mirovî tiştek nekiriye ku bê kuştin.
 - 16
 - -17 Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.»[a] 
 - 18
 - Lê koma elaletê bi dengekî kire qîrîn û got: «Vî ji ber çavê me rake, Barabas ji me re berde!»
 - 19
 - Heçî Barabas bû, ew ji ber serhildaneke di bajêr de û ji ber mêrkujiyê ketibû zîndanê.
 - 20
 - Pîlatos careke din bi wan re peyivî, çimkî wî dixwest Îsa berde.
 - 21
 - Lê wan kir qîrîn û gotin: «Wî xaç bike, wî xaç bike!»
 - 22
 - Hingê wî cara sisiyan ji wan re got: «Ka vî mirovî çi xerabî kiriye? Min tu sedemê kuştina wî nedîtiye. Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.»
 - 23
 - Lê dîsa ew li ser ya xwe diman û bi qîrîneke bilind dixwestin ku ew bê xaçkirin û dengê wan bi ser ket.
 - 24
 - Pîlatos biryar da, ku daxwaza wan bê cih.
 - 25
 - Wî ewê ku ji ber serhildan û mêrkujiyê girtî bû û wan berdana wî dixwest, ji zîndanê berda û Îsa bi hêviya daxwaza wan ve hişt.
 - Xaçkirina Îsa
 - 26
 - Û gava ew dibirin, wan Şimûnê ku ji Kûrênê bû û ji zeviyê vedigeriya, girtin. Xaç danîn ser pişta wî ku ew wê li pey Îsa bibe.
 - 27
 - Elaleteke mezin ji xelkê li pey Îsa diçû, di nav wan de pîrek jî hebûn ku li singê xwe dixistin û li ser Îsa digirîn.
 - 28
 - Îsa li wan zivirî û got: «Ya keçên Orşelîmê, li ser min negirîn! Li ser xwe û zarokên xwe bigirîn!
 - 29
 - Va ye, roj wê bên ku mirov wê bêjin: ‹Xwezî bi yên ku bê ber in û xwezî bi wan zikên ku zarok neanîne û bi wan çiçikên ku nemêjandine!›
 - 30
 - Hingê mirov wê dest pê bikin û ji çiyan re bêjin:
‹Çiyano, bi ser me de bikevin!
Û ji giran re bêjin:
Girno, me veşêrin!›[b] - 31
 - Eger weha bi dara ter bikin, ma halê dara hişk wê bibe çi?»
 - 32
 - Û du mirovên din ên sûcdar jî dibirin, da ku ew jî bi Îsa re bên kuştin.
 - 33
 - Û çaxê ew gihîştin wî cihê ku Qoq jê re digotin, wan ew û herdu sûcdar xaç kirin, yek li milê wî yê rastê û yê din li milê wî yê çepê.
 - 34
 - Hingê Îsa got: «Ya Bavê* min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!» Wan jî pişk avêtin ser cilên wî û li xwe leva kirin.[c]
 - 35
 - Xelk jî li wê derê rawestabû û temaşe dikir. Serwerên Cihûyan jî henekên xwe bi Îsa dikirin û digotin: «Wî kesên din xilas kirin; eger ew Mesîhê bijartiyê Xwedê be, de bila xwe xilas bike!»
 - 36
 - Leşkeran jî tinazên xwe pê dikirin, ew nêzîkî wî bûn û sihik* jê re anîn
 - 37
 - û gotin: «Eger tu padîşahê Cihûyan bî, de xwe xilas bike!»
 - 38
 - Û li ser depika ser serê wî  weha hatibû nivîsîn: EV PADÎŞAHÊ CIHÛYAN E.
 - 39
 - Yekî ji wan sûcdarên daleqandî jî, Îsa şermezar kir û jê re got: «Ka, ma tu ne Mesîh î? De ka xwe û me xilas bike!»
 - 40
 - Lê yê din lê hilat û got: «Ma tu ji Xwedê natirsî? Ma ne va ye, tu bi xwe jî di bin eynî cezayî de yî?
 - 41
 - Hema heçî em in, ev heqê me ye, çimkî em bergîdana* wan tiştên xerab ên ku me kirine, distînin. Lê wî tiştekî nerast nekiriye!»
 - 42
 - Û ji Îsa re got: «Ya Îsa, çaxê tu gihîştî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe!»
 - 43
 - Îsa jî lê vegerand û got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim ku tê îro bi min re di bihiştê* de bî!»
 - Mirina Îsa
 - 44
 - -45 Gava dibû nêzîkî saet diwanzdehê nîvro, rojê tarîtî girt û tarî heta saet sisiyan ket ser seranserê welêt û perda Perestgehê di nîvî re çiriya
 - 46
 - û Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û got: «Ya Bavê min, ‹ez ruhê xwe didim destên te!›[d] » Piştî ku wî ev gotina xwe got, wî ruhê xwe da.
 - 47
 - Gava sersedê* leşkeran tiştê çêbûyî dît, wî pesnê Xwedê da û got: «Bi rastî ev mirovê ha, mirovekî rast bû.»
 - 48
 - Ew hemû xelkê ku ji bo dîtina van tiştan civiyabû, gava dît ku çi dibû, li singê xwe xist û vegeriya.
 - 49
 - Hemû nasên Îsa û ew jinên ku ji Celîlê li pey wî hatibûn, ji dûr ve rawestabûn û ev tiştên ha temaşe dikirin.
 - Veşartina Îsa
 - 50
 - Îcar zilamek bi navê Ûsiv hebû; ew endamekî civîna* giregiran û mirovekî qenc û rast bû.
 - 51
 - Ev mirov bi xwestin û kirina civîna giregiran razî nebûbû. Ew ji bajarekî Cihûyan, ji Arîmetyayê bû û li hêviya hatina Padîşahiya Xwedê bû.
 - 52
 - Ew çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest.
 - 53
 - Gava cesed ji xaçê anî xwarê, wî ew di nav cawekî de pêça û ew xist goreke ku di latê de hatibû kolan. Hê kesek tê de nehatibû veşartin.
 - 54
 - Ew roj roja* Amadekirinê bû û roja* Şemiyê dest pê dikir.
 - 55
 - Ew jinên ku ji Celîlê bi Îsa re hatibûn, li pey Ûsiv çûn, wan gor û çawa cesedê Îsa tê de hat danîn, dîtin.
 - 56
 - Hingê ew vegeriyan, wan rûn û giyayên bîhnxweş amade kirin. Û roja Şemiyê li gor Şerîetê* tu kar nekirin û bîhna xwe vedan.
 
- a. 23:16-17 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Heçî Pîlatos bû, diviya ew di her cejnê de yekî girtî ji wan re ji zîndanê berde.»
 - b. 23:30 Ji: Hoşêya 10:8
 - c. 23:34 Di hin destnivîsaran de ayeta 34 tune.
 - d. 23:46 Ji: Zebûr 31:5
 

