Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Malbavka Îsa Mesîh
 - 1
 - Kitêba* malbata Îsa* Mesîhê* kurê* Dawid ê kurê Birahîm* ev e:
 - 2
 - Birahîm bavê Îshaq* bû,
Îshaq bavê Aqûb* bû,
Aqûb bavê Cihûda* û birayên wî bû, - 3
 - Cihûda bavê Perez û Zerah bû, ku diya wan Tamara bû,
Perez bavê Hesrûn bû,
Hesrûn bavê Aram bû, - 4
 - Aram bavê Amînadav bû,
Amînadav bavê Nehşon bû,
Nehşon bavê Salmon bû, - 5
 - Salmon bavê Bowaz bû, ku diya wî Rexab* bû,
Bowaz bavê Ovêd bû, ku diya wî Rût bû,
Ovêd bavê Yêşa* bû - 6
 - Û Yêşa jî bavê Dawid* padîşah bû.
Dawid bavê Silêman* bû, diya wî jina Ûrya bû, - 7
 - Silêman bavê Rêhoboam bû,
Rêhoboam bavê Ebiya bû,
Ebiya bavê Asaf bû,[a] - 8
 - Asaf bavê Yehoşafat bû,
Yehoşafat bavê Yoram bû,
Yoram bavê Ûzya bû, - 9
 - Ûzya bavê Yotam bû,
Yotam bavê Ahaz bû,
Ahaz bavê Hizqiya bû, - 10
 - Hizqiya bavê Minaşe bû,
Minaşe bavê Amos bû,
Amos bavê Yoşiya bû[b] - 11
 - Û Yoşiya jî bavê Yexonya û birayên wî bû, ku di dema sirgûnbûna* Babîlê de çêbûn.
 - 12
 - Yexonya bavê Şaltiyêl bû, ku piştî sirgûnbûna Babîlê çêbû,
Şaltiyêl bavê Zerûbabel bû, - 13
 - Zerûbabel bavê Abiyûd bû,
Abiyûd bavê Êlyaqîm bû,
Êlyaqîm bavê Azûr bû, - 14
 - Azûr bavê Sadoq bû,
Sadoq bavê Axîn bû,
Axîn bavê Êlyûd bû, - 15
 - Êlyûd bavê Êlazar bû,
Êlazar bavê Metan bû,
Metan bavê Aqûb bû - 16
 - Û Aqûb jî bavê Ûsivê mêrê Meryemê* bû.
Ji Meryemê jî Îsa* yê ku jê re ‹Mesîh›* tê gotin çêbû. - 17
 - Bi vî awayî ji Birahîm heta Dawid çardeh nifş*, ji Dawid heta sirgûnbûna* Babîlê çardeh nifşên din û ji sirgûnbûnê heta Mesîh jî çardeh nifş derbas bûn.
 - Bûyîna Îsa Mesîh
 - 18
 - Bûyîna* Îsa* Mesîh* jî bi vî awayî çêbû: Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê* Pîroz bizaro ye.
 - 19
 - Dergistiyê wê Ûsiv mirovekî rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê li ber xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde.
 - 20
 - Ew hê li ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan* di xewnê de lê xuya bû û got: «Ey Ûsivê Kurê* Dawid! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê* Pîroz e.
 - 21
 - Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa* deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.»[c]
 - 22
 - Ev hemû çêbûn, da ku peyva* ku Xudan* bi devê pêxember* gotibû, bê cih:
 - 23
 - «Va ye, keçik* wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne.
Û wê navê wî Îmanûêl deynin»[d] ,
ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.»[e] - 24
 - Gava ku Ûsiv ji xewê hişyar bû, wek ku milyaketê Xudan jê re gotibû kir û Meryem ji xwe re bi jinîtî anî.
 - 25
 - Lê ew neçû ba wê, heta ku wê kurê xwe anî. Û wî navê zarok Îsa* danî.
 
- a. 1:7 Di nav hin destnivîsaran de di şûna «Asaf» de «Asa» nivîsî ye.
 - b. 1:10 Di nav hin destnivîsaran de di şûna «Amos» de «Amon» nivîsî ye.
 - c. 1:21 «Îsa» bi zimanê Îbranî weha tê fêmkirin: «Xwedê xilas dike» an «Xwedê rizgar dike».
 - d. 1:23 Ji: Îşaya 7:14
 - e. 1:23 Ji: Îşaya 8:8, 10
 

