Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Mesela Dawetê 
1
Îsa careke din bi meselan ji wan re peyivî û got:
2
«Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahekî ji bo kurê xwe dawet amade kir.
3
Wî xizmetkarên xwe şandin ba wan ên ku ji bo dawetê hatine vexwendin, lê wan nexwest ku bên.
4
Piştre wî hin xizmetkarên din şandin û got: ‹Ji yên vexwendî re bêjin: Min şîva xwe amade kiriye; conega û dewarên min ên dermale hatine şerjêkirin û hemû tişt amade ye. Kerem bikin, werin dawetê.›
5
Lê wan qet bala xwe nedayê, lêxistin û çûn. Yek çû zeviya xwe, yê din çû bazirganiya xwe.
6
Yên mayî jî xizmetkarên wî girtin, riswa kirin û ew kuştin.
7
Padîşah hêrs bû. Wî leşkerên xwe şandin, ev mêrkujên ha kuştin û bajarê wan şewitand.
8
Hingê wî ji xizmetkarên xwe re got: ‹Dawet amade ye, lê yên vexwendî ne hêja bûn.
9
De herin serê kuçeyan û hûn kê bibînin, gazî dawetê bikin.›
10
Hingê xizmetkar derketin kuçeyan, qenc û xerab, her kesên ku dîtin civandin û eywana dîlanê bi vexwendiyan tije bû.
11
«Lê gava ku padîşah çû hundir da ku vexwendiyan bibîne, mirovek dît ku cilên dawetê li xwe nekiribû.
12
Hingê wî jê pirsî û got: ‹Heval, bê cilên dawetê ma çawa tu ketî vir?› Zimanê wî negeriya.
13
Li ser vê yekê padîşah ji xizmetkaran re got: ‹Dest û lingên wî girêdin û wî bavêjin derve, nav tariyê. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›
14
«Çimkî yên ku hatine gazîkirin pirr in, lê yên ku hatine hilbijartin hindik in.»
Pirsa Bacdayînê 
15
Hingê Fêrisî derketin û bi hev şêwirîn, ka ewê çawa Îsa bi peyva wî bixin xefikê.
16
Wan şagirtên xwe û alîgirên Hêrodês* şandin ba wî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu mirovekî rast î û tu riya Xwedê bi rastî hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, çimkî tu li rûyê mirovan nanêrî.
17
Îcar ji me re bêje ka tu çawa dibînî? Ma dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?»
18
Ji ber ku Îsa bi niyetxerabiya wan dizanibû, got: «Hey durûno! Çima hûn min diceribînin?
19
Ka perê bacê nîşanî min bidin!» Wan zîvek* ji wî re anî
20
û wî ji wan pirsî: «Ev resm û nivîsîn ên kê ne?»
21
Wan got: «Yên Qeyser in.» Hingê Îsa ji wan re got: «Nexwe tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.»
22
Gava ku wan ev bihîst, şaş man, dev ji wî berdan û çûn.
Pirsa Rabûna Miriyan 
23
Eynî rojê Sadûqiyên* ku digotin vejîna* miriyan tune, hatin ba Îsa
24
û jê pirsîn: «Mamoste, Mûsa got: ‹Eger yekî ku zarokên wî nebin bimire, divê birayê wî jina wî bîne û dûndanê* ji birayê xwe re rake.›[a]
25
Îcar li ba me heft bira hebûn. Yê pêşî jin anî û mir. Ji ber ku zarokên wî çênebûn, jina xwe ji birayê xwe re hişt.
26
Eynî tişt hat serê yê dido û yê sisiyan jî, heta bi yê heftan, hemû mirin.
27
Piştî hemûyan jin jî mir.
28
Îcar Roja* Vejînê, ji her heftan ew jin wê bibe ya kê? Çimkî hemûyan ew anîbû!»
29
Îsa li wan vegerand û got: «Hûn şaş dibin, ji ber ku hûn Nivîsarên* Pîroz û hêza Xwedê nizanin.
30
Piştî Roja Vejînê ew ne jinê tînin û ne jî mêr dikin; çimkî wê bibin wek milyaketên ezmên.
31
Ma we nexwendiye ku li ser vejîna miriyan Xwedê ji we re çi dibêje?
32
‹Ez Xwedayê Birahîm*, Xwedayê Îshaq* û Xwedayê Aqûb* im.›[b] Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e.»
33
Gava ku elaletê ev yek bihîst li hînkirina wî gelek şaş ma.
Emrê Herî Mezin 
34
Gava Fêrisiyan bihîst ku Îsa devê Sadûqiyan girtiye, li hev civiyan.
35
Ji nav wan yekî Şerîetzan ew ceriband û pirsî:
36
«Mamoste, di Şerîetê* de emrê herî mezin kîjan e?»
37
Îsa lê vegerand û got: «‹Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike.›[c]
38
Emrê pêşî û mezin ev e.
39
Yê diduyan jî wek vî ye: ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.›[d]
40
Hemû Şerîet û pêxember li ser bingeha van herdu emran in.»
Mesîh Kurê Kê Ye? 
41
Gava ku Fêrisî li hev civiyabûn Îsa ji wan pirsî:
42
«Hûn li ser Mesîh* çi difikirin? Ew kurê kê ye?» Wan lê vegerand û gotin: «Ew kurê* Dawid e.»
43
Îsa ji wan re got: «Nexwe çawa Dawid bi saya Ruh navê Xudan hildide û dibêje:
44
‹Xudan ji Xudanê min re got:
Li milê min ê rastê rûne
Heta ku ez dijminên te bikim bin lingên te.›[e]
45
«Eger Dawid ji wî re dibêje ‹Xudan›, çawa ew dibe kurê wî?»
46
Îcar tu kesî nikaribû peyvekê bersîva wî bide. Û ji wê rojê pê ve tu kesî newêribû ku tiştekî jê bipirse.
  1. a. 22:24 Ji: Dubarekirina Şerîetê 25:5
  2. b. 22:32 Ji: Derketin 3:6
  3. c. 22:37 Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:5
  4. d. 22:39 Ji: Dubarekirina Şerîetê 19:18
  5. e. 22:44 Ji: Zebûr 110:1