Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Durûtiya Fêrisî û Şerîetzanan 
1
Hingê Îsa ji elaletê û ji şagirtên xwe re got:
2
«Şerîetzan û Fêrisî li ser kursiyê Mûsa* rûdinin.
3
Loma her tiştê ku ji we re dibêjin, bikin û bînin cih. Lê li gor kirinên wan nekin, çimkî ew dibêjin û nakin;
4
barên giran û hilgirtina wan zehmet girêdidin û datînin ser pişta mirovan, lê ew bi xwe naxwazin ji bo rakirina wan baran tiliya xwe jî bilebitînin.
5
«Hemû tiştên ku dikin ji bo dîtina mirovan e. Bazbendên* xwe pehn dikin û rêşiyên* kirasên xwe dirêj dikin.[a]
6
Di ziyafetan de ji cihên jorîn, li kinîştan* jî ji kursiyên pêşî hez dikin.
7
Hez dikin ku di sûkan de silav li wan bê kirin û ji aliyê xelkê ve jî bi awayê ‹ya mamoste› bên gazîkirin.
8
Lê bila ji we re nebêjin ‹mamoste›, çimkî Mamosteyê we yek e û hûn hemû bira ne.
9
Û li ser rûyê erdê ji tu kesî re nebêjin ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, Bavê ezmanî ye.
10
Ne jî bila kes ji we re bêje ‹rêber›, çimkî Rêberê we yek e, Mesîh e.
11
Di nav we de yê herî mezin bila bibe xizmetkarê we.
12
Çimkî kî xwe bilind bike, wê nizim bibe û kî xwe nizim bike, ewê bilind bibe.
13
-14 «Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.[b]
15
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derya û bejê li hev didin, da ku hûn yekî bînin ser baweriya xwe, lê gava ku we ew anî jî hûn du caran ji xwe bêtir wî dikin kurê dojehê*.
16
«Wey li we hûn rêberên kor! Hûn dibêjin: ‹Eger yek bi Perestgehê sond bixwe, ne tiştek e, lê eger yek bi zêrê Perestgehê sond bixwe, divê ew sonda xwe bîne cih.›
17
Hey bêhişên kor! Kîjan mezintir e? Zêr an Perestgeha ku zêr pîroz dike?
18
Dîsa hûn dibêjin: ‹Eger yek bi gorîgehê* sond bixwe tiştek nabe, lê eger ew bi diyariya li ser gorîgehê sond bixwe, divê ew sonda xwe bîne cih.›
19
Hey korno! Kîjan mezintir e? Diyarî, an gorîgeha ku diyariyê pîroz dike?
20
Loma yê ku bi gorîgehê sond bixwe, hem bi wê û hem jî bi hemûyên ku li ser wê ne sond dixwe.
21
Û yê ku bi Perestgehê sond bixwe, hem bi wê û hem jî bi yê ku di nav wê de ye sond dixwe.
22
Îcar yê ku bi ezmên sond bixwe, ew hem bi textê Xwedê û hem jî bi yê ku li ser rûdine sond dixwe.
23
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn dehyeka* pûng, rizyan û kîmyona xwe didin, lê hûn tiştên Şerîetê yên hê girîngtir, dadperwerî*, rehm û baweriyê dihêlin. Diviya ku we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.
24
Hey rêberên kor! Hûn pêşûyê dipalînin, lê devê dadiqurtînin.
25
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derveyî tas û sêniyan dişon, lê hundirê wan ji tiştên talankirî û çavbirçîtiyê tije ye.
26
Hey Fêrisiyê kor! Pêşî hundirê tas û sêniyan bişo, wê derveyê wan jî paqij bibe.
27
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn wek gorên spîkirî ne, ku ji derve xweşik xuya dibin, lê hundirê wan tije hestiyên miriyan û hemû tiştên qirêjî ne.
28
Bi vî awayî hûn jî ji derve wek ên rast li mirovan xuya dibin, lê ji hundir ve hûn tije durûtî û neheqî ne.
29
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey durûno! Hûn gorên pêxemberan ava dikin û qubên mirovên rast dixemilînin.
30
Û hûn dibêjin: ‹Eger em di dema bav û kalên xwe de bijiyana, meyê bi wan re xwîna pêxemberan nerijanda.›
31
Bi vî awayî hûn li hember xwe şahidiyê dikin ku hûn kurên wan in ên ku pêxember kuştine.
32
De hûn jî rabin, çapa xerabiya bav û kalên xwe tije bikin!
33
«Hey marno! Hûn nifşên koremaran! Hûnê ji cezayê dojehê çawa birevin?
34
Ji ber vê yekê, va ye, ez ji we re pêxember, mirovên şehreza û mamosteyan dişînim. Hûnê hinekan ji van bikujin û xaç bikin û yên din jî li kinîştên xwe bidin ber qamçiyan û ji bajarekî biteriqînin bajarê din.
35
Bi vî awayî hemû xwîna bêsûc a ku li ser rûyê erdê hatiye rijandin, wê bikeve stûyê we: Ji xwîna Habîlê* rast heta bi xwîna Zekeryayê Kurê Berexya yê ku we di navbera Perestgeh û gorîgehê de kuşt.
36
Bi rastî ez ji we re dibêjim, ev tiştên ha hemû wê bên ser vî nifşî.
Îsa li ser Orşelîmê Dilorîne 
37
«Wax Orşelîm, heywax Orşelîma ku pêxemberan dikuje û yên ku ji wê re hatine şandin dide ber keviran. Ka çawa mirîşk çîçikên xwe di bin çengên xwe de dicivîne, çend caran min jî xwest ku ez zarokên te bicivînim, lê we nexwest.
38
Va ye, mala we wê li we wêran û vala bimîne.
39
Çimkî ez ji we re dibêjim, êdî careke din hûn min nabînin, heta ku hûn bêjin: ‹Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be!›[c] »
  1. a. 23:5 Dubarekirina Şerîetê 6:8; Hejmartin 15:37-40
  2. b. 23:13 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn malên jinebiyan dadiqurtînin û ji bo ku hûn bên dîtin, hûn duayên dirêj dikin. Ji ber vê yekê dîwana* we, wê girantir be.»
  3. c. 23:39 Ji: Zebûr 118:26