Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Îcar xwişk û birayên min ên hezkirî yên ku ez bêriya wan dikim, hûn şahiya min û taca serê min in, bi vî awayî bi saya Xudan qayîm bimînin.
Dilşa Bin, di Aştiyê de Bin 
2
Ez ji Eyodiyayê hêvî dikim û ji Sintîxayê hêvî dikim ku di yekîtiya Xudan de bibin hemfikir.
3
Erê, ez ji te jî dixwazim, ey hevalê min ê dilsoz, ji wan jinan re bibe alîkar; çimkî ew bi Klêmens û hevalkarên min ên din re ku navê wan di Kitêba Jiyanê de ye, di karê Mizgîniyê de bi min re gelek zehmet kişandine.
4
Hergav bi Xudan şa bibin; ez careke din dibêjim, şa bibin!
5
Bila berbiwêriya we ji hemû mirovan re eşkere be. Xudan nêzîk e.[a]
6
Ji bo tu tiştî xeman nexwin. Lê belê di her tiştî de bila daxwazên we bi dua û lavan û bi şikirkirinê ji Xwedê re bên gotin.
7
Û aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye, wê dilê we û hişê we bi Mesîh Îsa biparêze.
8
Bi kurtî birano, çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer*, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin.
9
Wan tiştên ku hûn ji min hîn bûne, we ji min standine, we ji min bihîstine û we di jiyana min de dîtine, bikin û Xwedayê aştiyê wê bi we re be.
Spasdariya Pawlos ji bo Diyariya Filîpiyan 
10
Ez bi saya Xudan gelek dilşa bûm ku we piştî evqas dem ji nû ve xema min xwar. Bi rastî, hûn li ser vê yekê difikirîn, lê we fersend nedidît.
11
Gotina min ne li ser hewcedariyê ye, çimkî ez hîn bûme ku ez qîma xwe bi halê xwe bînim.
12
Ez hem bi zehfheyînê û hem bi neyînê dizanim. Dixwazî bila ez têr bim, dixwazî bila ez birçî bim, dixwazî bila ez di firehiyê de bim, dixwazî bila ez di hewcedariyê de bim, ez di her rewşê û di her tiştî de sira vê yekê hîn bûme.
13
Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim.
14
Lê we qenc kir ku hûn bûn hevparên tengahiya min.
15
Ey Filîpîno, hûn bi xwe jî dizanin ku di destpêka dayîna Mizgîniyê de, gava ku ez ji Mekedonyayê derketim, di mijara danûstandinê de, ji we pê ve tu civînê hevpariya min nekir.
16
Çimkî gava ku ez li Selanîkê jî bûm, we carek du caran tiştê ku hewcedariya min pê hebû, ji min re şand.[b]
17
Ne ku ez li pey diyariyê me, lê ez dixwazim ku qezenca hesabê we zêde bibe, yanî diyariya we ber bide.
18
Min her tişt stand û ez di firehiyê de me. Min ew diyariyên ku we bi destê Êpafrodîtos şandibûn, girtin û tu kêmahiya min nema. Ew diyariya we pêşkêşiyeke bîhnxweş û goriyeke ku ji aliyê Xwedê ve hatiye qebûlkirin e û li wî xweş tê.
19
Û Xwedayê min, wê her hewcedariya we, bi Mesîh Îsa li gor dewlemendiya xwe ya bi rûmet bide we.
20
Rûmet her û her ji Bavê me Xwedê re be. Amîn.
Silavên Aştiyê 
21
Silavan li her pîrozê Mesîh Îsa bikin. Ew birayên ku bi min re ne, silavan li we dikin.
22
Hemû pîroz, bi taybetî jî yên ji mala Qeyser silavan li we dikin.
23
Kerema Xudan Îsa Mesîh bi ruhê we re be.
  1. a. 4:5 an jî: «Hatina Xudan nêzîk e.»
  2. b. 4:16 Karên Şandiyan 17:1-9; Korîntî II, 11:9