Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Ji Kurên Îsraêl 144 Hezar Mirov Tên Morkirin
- 1
- Piştî vê yekê min çar milyaket dîtin ku li ser çar kujên erdê disekinîn û bayên çar kujên erdê digirtin, da ku ba li erdê, li deryayê û li tu daran nexe.[a]
- 2
- Min milyaketekî din jî dît ku ji Rojhilatê derdiket û mora Xwedayê jîndar pê re bû. Bi dengekî bilind gazî wan çar milyaketan kir, yên ku desthilatî ji wan re hatibû dayîn, ku zirarê bidin erd û deryayê; wî ji wan re got:
- 3
- «Heta ku em morê li ser eniya xulamên Xwedayê xwe nexin, ziyanê nedin erdê, deryayê û daran.»[b]
- 4
- Hingê min hejmara yên ku hatibûn morkirin bihîst: Ji hemû eşîrên kurên Îsraêl sed û çil û çar hezar hatibûn morkirin.
- 5
- Ji Eşîra Cihûda diwanzdeh hezar hatibûn morkirin.
 Ji Eşîra Rûbên diwanzdeh hezar,
 Ji Eşîra Gad diwanzdeh hezar,
- 6
- Ji Eşîra Aşêr diwanzdeh hezar,
 Ji Eşîra Neftelî diwanzdeh hezar,
 Ji Eşîra Minaşe diwanzdeh hezar,
- 7
- Ji Eşîra Şimûn diwanzdeh hezar,
 Ji Eşîra Lêwî diwanzdeh hezar,
 Ji Eşîra Îsexar diwanzdeh hezar,
- 8
- Ji Eşîra Zebûlon diwanzdeh hezar,
 Ji Eşîra Ûsiv diwanzdeh hezar,
 Ji Eşîra Binyamîn diwanzdeh hezar hatibûn morkirin.
- Elaleta ji Hemû Miletan
- 9
- Piştî vê yekê min dît ku va ye, elaleteke* mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta; xiftanên spî li xwe kiribûn û guliyên xurmeyan di destên wan de bûn û li ber text û li ber Berx radiwestan.
- 10
- Wan bi dengekî bilind gazî dikir û digotin:
 «Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku
 Li ser text rûniştiye û babetê Berx e.»
- 11
- Hemû milyaket li hawirdora text û rihspiyan û afirîdên jîndar disekinîn. Û li ber text xwe deverû davêtin erdê, diperizîn* Xwedê û digotin:
- 12
- «Amîn. Pesin, rûmet, şehrezayî,
 Şikir, hurmet, hêz û karîn
 Bila her û her ji Xwedayê me re be.
 Amîn.»
- 13
- Yek ji rihspiyan peyivî û ji min re got: «Evên ku bi xiftanên spî hatine wergirtin kî ne û ji ku derê hatine?»
- 14
- Min ji wî re got: «Ezbenî, tu dizanî.» Hingê wî ji min re got: «Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine.[c]
- 15
- Ji bo vê yekê li ber textê Xwedê ne
 Û di Perestgeha* wî de şev û roj diperizin wî.
 Yê ku li ser text rûniştiye, wê konê* xwe li ser wan vegire.
- 16
- Êdî ew birçî nabin û êdî tî nabin
 Û ne tav û ne jî germî li wan dixe.[d]
- 17
- Çimkî ew Berxê ku di navenda text de ye
 Wê şivantiyê li wan bike
 Û wê wan bibe ser kaniyên ava jiyanê.
 Xwedê wê hemû hêstiran ji çavên wan paqij bike.»[e]
- a. 7:1 Daniyêl 7:2
- b. 7:3 Hezekiyêl 9:4-6
- c. 7:14 Daniyêl 12:1; Metta 24:21
- d. 7:16 Binêre: Îşaya 49:10
- e. 7:17 Binêre: Zebûr 23:1-2; Îşaya 25:8; 49:10

