Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Mora Heftan û Bixûrdanka Zêrîn
 - 1
 - Û çaxê Berx mora heftan vekir, li dor nîv saetê li ezmên bêpêjiniyeke mezin çêbû.
 - 2
 - Hingê min heft milyaketên ku li ber Xwedê rawestabûn dîtin. Heft borî ji wan re hatin dayîn.
 - 3
 - Û milyaketekî din hat ku di destê wî de bixûrdanka zêrîn hebû û ew li ber Gorîgeha zêrîn rawesta. Gelek bixûr* jê re hat dayîn, da ku li ser Gorîgeha zêrîn ya li ber text, bi duayên hemû pîrozan pêşkêş bike.[a]
 - 4
 - Û dûmana bixûrê bi duayên pîrozan re ji destê milyaket bilind bû ber Xwedê.
 - 5
 - Piştre milyaket rahişt bixûrdankê û ew ji agirê Gorîgehê dagirt û avêt ser erdê. Xurexura ewran, deng, birûsk û erdhejîn çêbûn.
 - Çar Boriyên Pêşî
 - 6
 - Hingê heft milyaketên ku heft borî bi wan re bûn xwe amade kirin, ku li boriyan bixin.
 - 7
 - Û yê pêşî li boriyê xist, teyrok û agirê tevli xwînê bûyî çêbû û hat avêtin ser erdê. Û sêyeka erdê şewitî, sêyeka daran şewitî û hemû giyayê şîn şewitî.[b] 
 - 8
 - Milyaketê diduyan li boriyê xist, tiştekî wek çiyayekî mezin ku bi êgir dişewitî hat avêtin nav deryayê û sêyeka deryayê bû xwîn.
 - 9
 - Hingê sêyeka wan afirînên ku di deryayê de dijiyan mirin û sêyeka gemiyan telef bû.
 - 10
 - Milyaketê sisiyan li boriyê xist û stêreke mezin ya ku wek xetîre dişewitî ji ezmên ket ser sêyeka çeman û ser çavkaniyên avê.
 - 11
 - Navê stêrê Zerender e. Sêyeka avê wek zerender tehl bû û gelek mirov ji avê mirin, çimkî av tehl bûbû.[c] 
 - 12
 - Û milyaketê çaran li boriyê xist, sêyeka rojê, sêyeka heyvê û sêyeka stêran derb standin, wusa ku sêyeka wan tarî dibû, sêyeka rojê û sêyeka şevê jî bê ronahî dima.[d] 
 - 13
 - Hingê min nêrî û min dengê eylo bihîst ku di nîvê ezmên de difirî û bi dengekî bilind digot: «Ji ber dengê boriyên wan sê milyaketên mayî yên ku wê li boriyê bixin: Wey, wey, wey li wan ên ku li ser rûyê erdê rûdinin.»
 
- a. 8:3 Derketin 30:1-3
 - b. 8:7 Derketin 9:23-25; Hezekiyêl 38:22
 - c. 8:11 Zerender: Giyayek gelek tehl e.
 - d. 8:12 Îşaya 13:10; Hezekiyêl 32:7; Yoêl 2:10, 31; 3:15
 

