Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Aştî û Şahî 
1
Îcar, ji ber ku em bi baweriyê rastdar derketine, em bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, bi Xwedê re di aştiyê de ne.
2
Bi saya wî em bi baweriyê gihîştine vê kerema ku em tê de sekinî ne. Û em bi hêviya rûmeta ku Xwedê wê bide, pesnê xwe didin.
3
Ne bi vê tenê, lê belê em bi tengahiyên xwe jî pesnê xwe didin, çimkî em dizanin ku tengahî ragirtinê*,
4
ragirtin tecrûbê û tecrûbe jî hêviyê tîne.
5
Û hêvî me nade şermkirin, çimkî hezkirina Xwedê, bi saya Ruhê* Pîroz ê ku ji me re hatiye dayîn, rijiyaye dilê me.
6
Ji ber ku hê em qels bûn, Mesîh di dema kifşkirî de ji bo nepakan mir.
7
Kêm caran yek ji bo mirovekî rast dimire. Ji bo mirovekî qenc belkî yek mirinê bide ber çavê xwe,
8
lê belê Xwedê hezkirina xwe ya ji me bi vê kifş dike ku hê em gunehkar bûn, Mesîh ji bo me mir.
9
Îcar niha em bi xwîna wî rastdar derketibin, emê hê çiqas zêdetir bi saya wî ji xezebê xilas bibin.
10
Çimkî eger hê ku em dijmin bûn, em bi mirina Kurê wî bi Xwedê re li hev hatibin, niha bi wî re lihevhatî, emê hê çiqas bêtir bi jiyana Kurê wî xilas bibin.
11
Lê belê ji vê zêdetir, em bi saya Xudanê xwe Îsa Mesîhê ku em bi Xwedê re li hev anîne, pesnê xwe didin.
12
Loma ka çawa bi saya yek mirovî guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wusa jî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan jî guneh kir.[a]
13
Hê beriya hatina Şerîetê li dinyayê guneh hebû, lê eger şerîet nebe, guneh nayê hesabkirin.
14
Lê belê mirinê ji dema Adem* heta dema Mûsa* hukumdarî kir. Heta li ser wan ên ku wek sûcê Adem guneh nekirin jî.
Adem mînaka wî kesê ku wê bihata bû.
15
Lê belê diyarî ne wek neheqiya wî ye. Çimkî eger gelek ji ber sûcê yek mirovî miribin, kerema Xwedê û diyariya bi kerema yek mirovî, yanî bi ya Îsa Mesîh, ji bo gelekan hê bêtir zêde bûye.
16
Û diyarî ne wek gunehê wî kesî ye. Çimkî dîwankirina* yek sûcî, sûcdarî anî, lê diyariya ku piştî gelek neheqiyan hat, rastdariyê tîne.
17
Çimkî eger mirinê, ji ber neheqiya yek mirovî û bi wî, hukumdarî kiribe, yên ku kerema Xwedê ya zêde û diyariya rastdariyê distînin, wê bi yekî, yanî bi Îsa Mesîh di jiyanê de çiqas bêtir hukumdariyê bikin.
18
Îcar ka çawa bi neheqiya yek mirovî, hemû mirov sûcdar derketin, wusa jî bi karê rastdariyê yê yekî, ji bo hemû mirovan rastdarî û jiyan hat.
19
Û çawa bi neguhdariya yek mirovî gelek bûn gunehkar, wusa jî bi guhdana yekî gelek wê rastdar bên derxistin.
20
Lê Şerîet ket navberê, da ku sûc zêdetir bibe; lê belê li dera ku guneh lê zêde bûye, kerem hê bêtir zêde bûye,
21
da ku çawa guneh bi mirinê hukumdarî kir, wusa kerem jî bi rastdariyê hukumdariyê bike û bi saya Xudanê me Îsa Mesîh jiyana herheyî bîne.
  1. a. 5:12 Destpêkirin 3:6