Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»
[16]Gava ku bû êvar, gelek mirovên cinoyî* anîn ba wî. Wî bi gotinekê cin derxistin û hemû nexweş qenc kirin.[17]Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin, bê cih: «Wî êşên me kişandin Û nexweşiyên me hildan ser xwe.»[a]