Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Li ser Gîttît, Zebûra Asaf. 
1
Ji bo Xwedayê ku hêza me hemûyan e, bi dengekî bilind şahiya xwe bînin ziman,
Bi şahî biqîrin ji bo Xwedayê Aqûb!
2
Li tefê xin,
Li çenga dengxweş, li lîrê xin.
3
Di heyva nû de, di heyva çardehşevî de,
Li boriyê xin, di roja cejnê de.
4
Çimkî ev, qanûneke ji bo Îsraêl,
Dadbariyeke Xwedayê Aqûb e.
5
Dema ku Xwedê li hember Misirê meşiya,
Wî ev ji bo Ûsîv wek qanûn danî.
Li wir, min zimanekî ku min pê nizanibû bihîst:
6
"Min pişta te, ji bar dûr kir,
Destên te ji selikê azad bûn,
7
Te di tengahîyê de bang kir, min te azad kir,
Piştî avêtina birûskê min tu bersîvand,
Di ava Merîvayê de min tu ceriband.
8
Gohdar be ey gelê min, ez te hişyar dikim;
Ey Îsraêl, te ez gohdarî bikirama!
9
Wê di nav we de îlahên xerîb nebin,
Hûnê neperizin îlahek din!
10
Yê ku te ji diyarê Misirê deranî,
Xwedayê te, Xudan ez im.
Devê xwe baş veke ez dagirim!
11
"Belê gelê min, gohê xwe neda min,
Û Îsraêlê ez nexwestim.
12
Min jî ew bi dilê wan ê hişk ve hêşt,
Da ku ew bi şîretên xwe rêve herin.
13
Xwezî gelê min, gohê xwe bida min,
Û Îsraêl di riyên min de bimeşiya!
14
Minê zû dijminên wan nizim bikira,
Li hember neyarên wan destê xwe rakira!
15
Yên ku ji min nefret dikin, wê serî li ber min danîna,
Wê ev rewşa wan her û her bajota.
16
Minê genimê herî baş bi we bida xwarin,
Bi hingivê ji zinar, we bida têrkirin."