Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Îsa li Beytanyayê 
1
Îcar şeş roj beriya Cejna* Derbasbûnê, Îsa hat Beytanyayê; Lazarê ku Îsa ew ji nav miriyan rakiribû li wir rûdinişt.
2
Li wê derê wan ziyafetek da wî. Mertayê xizmet dikir. Lazar jî yek ji wan kesan bû, yên ku bi Îsa re li ser sifrê rûdiniştin.
3
Meryemê* ji rûnê narda* xurû yê pirr hêja lîtrek* Romayî bi lingên Îsa de kir û di pey de bi porê xwe lingên wî ziwa kirin. Tevahiya malê bi bîhna rûnê nardê tije bû.[a]
4
Lê yekî ji şagirtên wî, Cihûdayê Îsxeryotî – yê ku wê paşê ew bida dest – got:
5
«Çima ev rûnê bîhnxweş bi sê sed zîvî* nehat firotin û li belengazan nehat belavkirin?»
6
Wî ev ne ji bo ku xema belengazan dixwar, lê ji ber ku ew diz bû got. Xelîtka* peran bi wî re bû û tiştê ku diketê jê didizî.
7
Îsa got: «Dev ji jinikê berde. Bila vî ji bo roja ku ez bêm veşartin hilîne.
8
Belengaz hergav di nav we de ne, lê ez hergav ne li ba we me.»
Şêwira Kuştina Lazar 
9
Dema ku elaleteke mezin ji Cihûyan bihîst ku Îsa li wê derê ye, ew elalet hat; ew ne bi tenê ji bo Îsa hat, lê ji bo ku Lazarê ku wî ji nav miriyan rakiribû jî bibînin.
10
Îcar serekên kahînan şêwira kuştina Lazar jî kirin.
11
Çimkî ji rûyê wî gelek Cihû diçûn bawerî bi Îsa dianîn.
Îsa bi Rûmet Dikeve Orşelîmê 
12
Dotira rojê elaleteke mezin a ku hatibû cejnê, gava bihîst ku Îsa tê Orşelîmê,
13
wan rahişt guliyên xurmeyan, çûn pêşiya wî û qîriyan:
«Hosanna*!
Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be!
Padîşahê Îsraêlê pîroz be!»[b]
14
Îsa dehşikek dît û lê siwar bû, wek ku hatiye nivîsîn:
15
«Netirse, ey keça Siyon*. Va ye, padîşahê te li ser pişta dehşikê siwar e û tê.»[c]
16
Şagirtên wî di destpêkê de ev fêm nekirin, lê dema ku Îsa hat birûmetkirin, hingê hat bîra wan ku ev tişt ji bo wî hatine nivîsîn û wan ev tişt ji bo wî kirin.
17
Ew elaleta çaxê ku wî ji gorê gazî Lazar kiribû û ew ji nav miriyan rakiribû pê re bû, şahidiya vê yekê dikir.
18
Ji ber vê yekê gelek çûn pêşiya wî, çimkî wan bihîstibû ku wî ev nîşan çêkiriye.
19
Loma Fêrisiyan ji hev re got: «Hûn dibînin tiştek ji destê we nayê; binêrin çawa tevahiya dinyayê daye pey wî.»
Hinek Yewnanî li Îsa Digerin 
20
Di nav wan kesan de, yên ku ji bo di cejnê de biperizin*, hilkişiyabûn Orşelîmê, hinek Yewnanî* jî hebûn.
21
Ev hatin ba Filîposê ji bajarê Beytsayda Celîlê û ji wî re gotin: «Ezbenî, em dixwazin Îsa bibînin.»
22
Filîpos çû û ev ji Endrawis re got; Endrawis û Filîpos jî çûn ji Îsa re gotin.
23
Îsa bersîva wan da: «Saeta ku Kurê Mirov bê birûmetkirin hat.
24
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku liba genim nekeve erdê û nemire, bi tenê dimîne, lê eger ew bimire, gelek ber dide.
25
Yê ku ji jiyana xwe hez dike, ewê wê winda bike; lê yê ku li vê dinyayê ji jiyana xwe nefret dike, wê ji bo jiyana herheyî hiltîne.
26
Yê ku bixwaze ji bo min xizmetê bike, bila li pey min bê. Ez li ku derê bim, yê ku ji min re xizmetê dike jî wê li wê derê be. Kî ku ji min re xizmetê bike, Bav wê wî bide rûmetkirin.
Îsa li ser Mirina Xwe Dibêje 
27
«Niha dilê min ketiye tengiyê. Ez çi bêjim? Ma ez bêjim: ‹Bavo, min ji vê saetê xilas bike›? Na, ji bo vê yekê ez hatime vê saetê.
28
Bavo, navê xwe bi rûmet bike.» Li ser vê yekê dengek ji ezmên hat: «Min ew bi rûmet kir û ezê dîsa wî bi rûmet bikim.»
29
Ew elaleta ku li wê derê rawesta bû û ev bihîst, got: «Ezman qîriya.» Hinekan jî digot: «Milyaketek bi wî re peyivî.»
30
Îsa bersîv da û got: «Ev deng ne ji bo min, lê ji bo we hat.
31
Niha dema dîwana vê dinyayê ye; niha serokê vê dinyayê wê bê avêtin derve.
32
Çaxê ku ez ji erdê ber bi jor ve bêm hildan, ezê hemûyan ber bi xwe ve bikişînim.»
33
Wî bi vê gotinê îşaret kir, ka ewê bi mirineke çawa bimire.
34
Elaletê bersîva wî da: «Me ji Şerîetê bihîstiye ku Mesîh wê her û her bimîne. Çawa dibe ku tu dibêjî: ‹Divê Kurê Mirov ber bi jor ve bê hildan›? Kî ye ev ‹Kurê Mirov›?»
35
Îsa ji wan re got: «Ronahî hê ji bo demeke kurt bi we re ye. Hê ku ronahî bi we re ye, rêve herin, da ku tarî bi ser we de negire. Yê ku di tariyê de rêve diçe, nizane diçe ku derê.
36
Hê ku ronahî bi we re ye, baweriyê bi ronahiyê bînin, da ku hûn bibin zarokên ronahiyê.»
Piştî ku Îsa weha peyivî, çû û xwe ji ber wan veşart.
Bêbawerî 
37
Bi ser ku wî li ber wan evqas nîşan çêkiribûn, hê jî wan bawerî bi wî nedianî.
38
Ev çêbû, da ku gotina Îşaya* pêxember bê cih:
«Ya Xudan, kê bi xebera ku me da bawer kir?
Û zendê Xudan ji kê re hat diyarkirin?»[d]
39
Ji ber vê yekê wan nikaribû bawer bikin. Çimkî Îşaya ev jî gotiye:
40
«Wî çavên wan kor kiriye
Û dilê wan hişk kiriye.
Da ku bi çavên xwe nebînin,
Û bi dilê xwe fêm nekin û venegerin
Û ez jî wan qenc nekim.»[e]
41
Îşaya weha gotiye, çimkî wî rûmeta Îsa dîtiye û li ser wî peyiviye.
42
Lê belê dîsa jî ji serekan gelekan bawerî bi wî anî. Lê ji tirsa Fêrisiyan, ji bo ku ji kinîştê neyên avêtin, ev eşkere nekirin.
43
Çimkî wan ji pesnê Xwedê bêtir ji pesnê mirovan hez kir.
Gotina ku di Roja Dawî de Dîwanê Dike 
44
Îsa bi dengekî bilind got: «Yê ku baweriyê bi min tîne, ne bi min, lê bi wî yê ku ez şandime baweriyê tîne.
45
Û yê ku min dibîne, wî yê ku ez şandime dibîne.
46
Ez bi ronahîtî hatim dinyayê, da her kesê ku baweriyê bi min bîne, di tariyê de nemîne.
47
Eger yek gotina min bibihîze û pêk neyne, ez dîwana wî nakim. Çimkî ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê ez hatime ku dinyayê xilas bikim.
48
Yê ku min red dike û bi gotinên min nake, yekî ku dîwana wî bike, heye. Ew gotina ku min gotiye, ew gotin wê di Roja Dawî de dîwana wî bike.
49
Çimkî ez ji ber xwe nepeyivîm, lê tiştê ku ez dibêjim û tiştê ku ez dipeyivim, Bavê ku ez şandime emir daye min.
50
Ez dizanim ku emrê wî jiyana herheyî ye. Loma tiştên ku ez dipeyivim, Bavê min çawa ji min re gotine ez wusa dibêjim.»
  1. a. 12:3 Lîtrek Romayî 327 gram bû; lîtra îroyîn 1000 gram e.
  2. b. 12:13 Ji: Zebûr 118:25-26
  3. c. 12:15 Ji: Zekerya 9:9
  4. d. 12:38 Ji: Îşaya 53:1
  5. e. 12:40 Ji: Îşaya 6:10