Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
1
«Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn neterpilin*.
2
Ewê we ji kinîştan bavêjin derve. Erê wextekî wusa tê, her kesê ku we bikuje wê guman bike ku xizmetê ji Xwedê re dike.
3
Wê van bikin, çimkî wan ne Bav nas kir û ne jî ez.
4
Lê belê min ev tişt ji we re gotin, da ku çaxê wextê wan bê, hûn bînin bîra xwe ku min ev ji we re gotine.
«Min ev di destpêkê de ji we re negotin, çimkî ez bi we re bûm.
Li ser Ruhê Pîroz 
5
Lê niha ez diçim ba yê ku ez şandime. Û ji nav we tu kes ji min napirse: ‹Tu bi ku derê ve diçî?›
6
Îcar ji ber ku min ev tişt ji we re gotin, dilê we bi xemgînî tije bûye.
7
Lê belê ez rastiyê ji we re dibêjim: Çûyîna min ji bo we çêtir e. Eger ez neçim, Alîkar ji we re nayê. Lê eger ez herim, ezê wî ji we re bişînim.
8
Dema ku ew bê, ewê derbarê guneh, rastî û dîwanê* de bala dinyayê bikişîne ser sûcên wê.
9
Li ser guneh, çimkî ew baweriyê bi min naynin.
10
Li ser rastiyê, çimkî ez diçim ba Bav û êdî hûn min nabînin.
11
Li ser dîwanê, çimkî serokê vê dinyayê sûcdar hatiye derxistin.
12
«Hê gelek tiştên ku ez ji we re bêjim hene, lê niha hûn nikarin wan ragirin.
13
Lê dema ku ew Ruhê Rastiyê bê, ewê we ber bi hemû rastiyê ve bibe. Çimkî ew ji ber xwe napeyive, lê tiştên ku bibihîze wê bêje û tiştên ku wê bibin, wê bi we bide zanîn.
14
Ewê min bi rûmet bike, çimkî ewê ji yê min bistîne û bi we bide zanîn.
15
Her çiyê Bav hebe, yê min e. Ji ber vê yekê min got ku ewê ji yê min bistîne û bi we bide zanîn.
Xemgînî û Şahî 
16
«Piştî demeke kurt, êdî hûn min nabînin. Dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin.»
17
Ji şagirtên wî hinekan ji hevdû re gotin: «Ev çi ye ku ew ji me re dibêje? ‹Piştî demeke kurt hûn min nabînin û dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin.› Û dibêje: ‹Çimkî ezê herim ba Bav›?»
18
Îcar wan digot: «Ev ‹dema kurt› a ku dibêje çi ye? Em fêm nakin ku ew çi dibêje.»
19
Îsa dizanibû ku ew dixwazin jê bipirsin; li ser vê yekê wî ji wan re got: «Hûn li ser gotina min a ‹Piştî demeke kurt hûn min nabînin û dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin› ji hev dipirsin?
20
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûnê bigirîn û li xwe bixin, lê dinya wê şa bibe. Hûnê xemgîniyê bikişînin, lê xemgîniya we wê bibe şahî.
21
Dema ku jin zarokê tîne dinyayê, êşê dikişîne. Lê piştî ku zarok anî, bi wê şabûna ku mirovek hatiye dinyayê, êdî ew êşa xwe nayne bîra xwe.
22
Niha hûn jî xemgîn in, lê ezê we dîsa bibînim û dilê we wê bi şahiyê tije bibe. Û tu kes vê şahiya we ji we nastîne.
23
Dema ku ew roj bê, hûn tu tiştî ji min napirsin. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûn bi navê min her çi ji Bav bixwazin, ewê bide we.
24
Heta niha we bi navê min tu tişt nexwest. Bixwazin, hûnê bistînin, wusa ku şahiya we temam bibe.
Ez li hember Dinyayê bi ser Ketim 
25
«Min ev tişt ji we re bi meselan gotin. Wext tê ku êdî ez bi meselan ji we re nabêjim. Êdî ezê bi eşkereyî ji we re li ser Bav bêjim.
26
Wê rojê hûnê bi navê min bixwazin; ez ji we re dibêjim, ne lazim e ku ez ji bo we ji Bav bixwazim;
27
Bav bi xwe ji we hez dike, çimkî hûn ji min hez dikin û bawer dikin ku ez ji ba Xwedê hatime.
28
Ez ji ba Bav derketim û hatim dinyayê. Dîsa ez dinyayê dihêlim û diçim ba Bav.»
29
Şagirtên wî gotin: «Va ye, niha tu bi eşkereyî dipeyivî û qet bi meselan nabêjî.
30
Niha em fêm dikin ku tu her tiştî dizanî û hewcedariya te tune ku kesek ji te bipirse. Ji bo vê yekê em bawer dikin ku tu ji ba Xwedê hatiyî.»
31
Îsa ji wan re got: «Niha hûn bawer dikin?
32
Wext tê, erê hatiye jî, wextê ku her yek ji we wê belav bibe, wê here cihê xwe û min bi tenê bihêle. Lê ez ne bi tenê me, çimkî Bav bi min re ye.
33
Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn bi min re di aştiyê* de bin. Hûnê li dinyayê tengahiyê bibînin, lê bi zirav bin! Ez li hember dinyayê bi ser ketim.»