Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Cihûda Xwe Dadileqîne
 - 1
 - Çaxê bû sibe hemû serekên kahînan û rihspiyên gel ji bo ku Îsa bikujin bi hev şêwirîn.
 - 2
 - Ew girêdan, birin û dan destê Pîlatosê walî.
 - 3
 - Hingê Cihûdayê ku Îsa dabû dest, gava dît ku çi biryar li ser wî hat dayîn, li kirina xwe poşman bû û sî zîv li serekên kahînan û rihspiyan zivirandin û got:
 - 4
 - «Min guneh kir. Ez bûm sedemê xwîna bêsûc.» Wan lê vegerand û gotin: «Me çi ji vê ye? Tu bifikire.»
 - 5
 - Cihûda zîv avêtin nav Perestgehê û derket. Ew çû û wî xwe daleqand.
 - 6
 - Serekên kahînan zîv hildan û gotin: «Nabe ku em van peran bixin xezîna Perestgehê, çimkî perên xwînê ne.»
 - 7
 - Bi hev şêwirîn û ji bo veşartina biyaniyan Zeviya Cerçêker kirrîn.
 - 8
 - Loma ji wê zeviyê re heta îro jî Zeviya Xwînê tê gotin.
 - 9
 - Hingê ew peyva ku bi devê Yêremya* pêxember hatibû gotin hat cih: «Wan sî zîv* girtin, bi wî bihayê ku hinekan ji zaryên Îsraêl ji bo wî vebirrîbûn
 - 10
 - û wan pê Zeviya Cerçêker kirrî, wek ku Xudan li min emir kiribû.»[a] 
 - Îsa li ber Pîlatosê Walî
 - 11
 - Îsa li ber walî rawesta û wî jê pirsî: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa lê vegerand û got: «Erê, wek ku te got.»
 - 12
 - Çaxê ku ew ji aliyê serekên kahînan û rihspiyan ve hat sûcdarkirin, wî tu bersîv neda.
 - 13
 - Hingê Pîlatos jê pirsî: «Ma tu nabihîzî ku ew li hember te çiqas şahidiyê dikin?»
 - 14
 - Îsa bersîv neda û peyvek jî negot, wusa ku walî gelek şaş ma.
 - Îsa Cezayê Mirinê Distîne
 - 15
 - Adeta walî bû ku di cejnê de girtiyekî ku xelkê dixwest berde.
 - 16
 - Wê demê bi navê Barabas girtiyekî navdar hebû.
 - 17
 - Gava ku elalet civiya Pîlatos ji wan pirsî: «Hûn dixwazin ez kîjanî ji bo we berdim? Barabas an Îsayê ku jê re dibêjin Mesîh?»
 - 18
 - Çimkî wî dizanibû ku wan Îsa ji çavnebarî girtiye û dane destê wî.
 - 19
 - Çaxê Pîlatos li ser kursiyê dîwanê rûniştibû, jina wî jê re ev xeber şand: «Nebe ku tu tiştekî bi wî mirovê rast bikî, çimkî îşev di xewna xwe de min ji rûyê wî gelek tengahî dît.»
 - 20
 - Lê serekên kahînan û rihspiyan elalet qanî kirin ku bixwazin Barabas bê berdan û Îsa bê kuştin.
 - 21
 - Walî ji wan pirsî: «Ji herduyan hûn dixwazin ku ez kîjanî ji bo we berdim?» Wan jî got: «Barabas!»
 - 22
 - Pîlatos got: «Nexwe ez bi Îsayê ku jê re dibêjin Mesîh çi bikim?» Hemûyan bersîv da: «Bila bê xaçkirin!»
 - 23
 - Pîlatos pirsî: «Wî çi xerabî kiriye?» Lê ew hê bêtir qîriyan: «Bila bê xaçkirin!»
 - 24
 - Gava Pîlatos dît ku tiştek ji destê wî nayê, lê hê bêtir hengame çêbibe, wî av hilda, li ber elaletê destê xwe şuşt û got: «Ez ji xwîna vî mirovî bêrî me. Ev karê we ye.»
 - 25
 - Hemû xelkê bersîv da: «Bila xwîna wî di stûyê me û zarokên me de be!»
 - 26
 - Hingê wî Barabas ji bo wan berda, Îsa da ber qamçiyan û da destê wan, da ku bê xaçkirin.
 - Leşker Tinazên Xwe bi Îsa Dikin
 - 27
 - Hingê leşkerên walî Îsa birin qesrê û hemû tabûra* leşkeran li ser serê wî civandin.
 - 28
 - Wan ew tazî kir û xiftanekî sor li wî kirin.
 - 29
 - Tacek ji stiriyan honandin û dan serê wî. Çîtikek kirin destê wî yê rastê, li ber wî çûn ser çokan, tinazên xwe pê kirin û gotin: «Bijî padîşahê Cihûyan!»
 - 30
 - Tif kirinê, çîtik ji dest standin û li serê wî xistin.
 - 31
 - Piştî ku tinazên xwe pê kirin, xiftan hilanîn û cilên wî lê kirin. Piştre ew birin ku wî xaç bikin.
 - Xaçkirina Îsa
 - 32
 - Gava ku derketin derve, wan yekî Kûrênî dît ku navê wî Şimûn bû, wan bi zorê xaça Îsa bi wî dan hilgirtin.
 - 33
 - Çaxê ew hatin wî cihê ku jê re ‹Golgota› digotin – ku tê mana «Qoqê Serî» –
 - 34
 - wan li wir şerab û zirav tevlihevkirî danê. Lê dema ku Îsa tam kir, nexwest vexwe.
 - 35
 - Piştî ku wan ew xaç kir, wan cilên wî bi pişk li xwe leva* kirin.
 - 36
 - Û li wir rûniştin û çavdêriya wî kirin.
 - 37
 - Nivîsa sûcdarkirinê raserî serê wî danîn: EV ÎSAYÊ PADÎŞAHÊ CIHÛYAN E.
 - 38
 - Hingê du rêbir jî bi wî re hatin xaçkirin; yek li milê wî yê rastê, yê din li milê wî yê çepê.
 - 39
 - Yên ku di wir re derbas dibûn, serê xwe dihejandin, Îsa şermezar dikirin
 - 40
 - û digotin: «Ka teyê Perestgeh hilweşanda û di sê rojan de ava bikira! Eger tu Kurê Xwedê bî, ji xaçê were xwarê û xwe xilas bike!»
 - 41
 - Bi vî awayî serekên kahînan, Şerîetzan û rihspiyan jî tinazên xwe pê dikir û digotin:
 - 42
 - «Yên din xilas kirin, lê nikare xwe xilas bike! Ew Padîşahê Îsraêlê ye! Ka bila niha ji xaçê bê xwarê, emê baweriyê bi wî bînin.
 - 43
 - Ew xwe dispêre Xwedê. Eger Xwedê ji wî hez bike, bila niha wî xilas bike. Çimkî wî got: ‹Ez Kurê Xwedê me.›»
 - 44
 - Rêbirên ku bi wî re hatibûn xaçkirin jî bi vî awayî ew şermezar kirin.
 - Mirina Îsa
 - 45
 - Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket ser seranserê welêt.
 - 46
 - Saet li dora sisiyan Îsa bi dengekî bilind qîriya: «Elî, Elî, lama sabaxtanî?» ku tê maneya: «Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?»[b]
 - 47
 - Gava hin ji yên ku li wir rawesta bûn ev bihîstin, gotin: «Ew gazî Êlyas* dike.»
 - 48
 - Di cih de yek ji wan bezî û avgirek* hilda. Wî ew bi sihikê tije kir, bi serê çîtikekê ve danî û dirêjî Îsa kir ku vexwe.
 - 49
 - Yên din jî gotin: «Ka bihêle, em bibînin ma Êlyas wê bê ku wî xilas bike.»
 - 50
 - Îsa careke din bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da.
 - 51
 - Di wê gavê de perda Perestgehê ji serî heta binî çiriya û bû du perçe. Erd hejiya û lat qelişîn.
 - 52
 - Gor vebûn û gelek kesên pîroz ên ku miribûn, rabûn.
 - 53
 - Ew ji goran derketin û piştî rabûna Îsa çûn Bajarê* Pîroz û ji aliyê gelekan ve hatin dîtin.
 - 54
 - Gava sersed* û yên ku bi wî re çavdêriya Îsa dikirin erdhejîn û tiştên bûyî dîtin, ji tirsa bizdiyan û gotin: «Bi rastî jî, ev Kurê Xwedê bû!»
 - 55
 - Gelek jin li wir bûn û ji dûr ve temaşe dikirin. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn û ji wî re xizmet kiribûn.
 - 56
 - Meryema* Mejdelanî, Meryema* diya Aqûb û Ûsiv û diya kurên Zebedî di nav wan de bûn.
 - Veşartina Îsa
 - 57
 - Gava ku bû êvar, mirovekî dewlemend ê ji Arîmetyayê hat. Navê wî Ûsiv bû û ew bi xwe jî şagirtê Îsa bû.
 - 58
 - Çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. Pîlatos jî emir kir ku bidin wî.
 - 59
 - Ûsiv cesed hilanî, bi cawekî paqij ê keten pêça
 - 60
 - û ew di gora xwe ya nû de ya ku di latê de kolabû veşart. Wî kevirekî mezin gêr kir ber devê gorê û çû.
 - 61
 - Meryema Mejdelanî û Meryema din li pêşberî gorê rûniştibûn.
 - Nobedarên Gorê
 - 62
 - Dotira rojê – rojekê piştî roja* Amadekirinê – serekên kahînan û Fêrisî çûn ba Pîlatos û gotin:
 - 63
 - «Ezbenî, di bîra me de ye hê ku ewê xapînok dijiya, gotibû: ‹Piştî sê rojan ezê rabim.›
 - 64
 - Ji bo vê yekê emir bide, da ku gor heta sê rojan bê parastin. An na, şagirtên wî dikarin bên cesedê wî bidizin û ji gel re bêjin ku ew ji nav miriyan rabûye. Hingê xapandina dawîn wê ji ya pêşî xerabtir be.»
 - 65
 - Pîlatos got: «Nobedarên di emrê we de hene. Herin û hûn çawa dizanin, wusa gorê biparêzin.»
 - 66
 - Ew jî çûn gor parastin, kevir mor kirin û nobedar danîn ber.
 

