Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Ji bo Xulaman
 - 1
 - Hemû yên ku di bin nîrê xulamtiyê de ne, bila axayên xwe tam hêjayî hurmetê hesab bikin, da ku ji navê Xwedê û ji hîndariyê re peyvên xerab neyên gotin.
 - 2
 - Ew ên ku axayên wan bawermend in, ji ber ku ew bira ne, bila wan kêm nebînin. Lê bila hê bêtir xizmetê bikin, çimkî yên ku ji vê xizmetkariyê feydê distînin, bawermend û hezkirî ne.
Van tiştan hîn bike û şîret bike. - Xezîna Rast
 - 3
 - Eger yek tiştekî din hîn bike û qîma xwe bi gotinên Xudanê me Îsa Mesîh ên saxlem û bi hîndariya ku li gor jiyana xwedayî ye neyne,
 - 4
 - ew qure ye û tiştekî nizane, lê ew nexweşê gengeşî û devjeniya peyvan e. Çavnebarî, pevçûn, buxtan, gumanên xerab
 - 5
 - û devjeniyên bêrawestin ên wan mirovên ku hişê wan xera bûye û ji rastiyê bêpar bûne, ji van tiştan derdikevin. Ew guman dikin ku jiyana xwedayî riya qezencê ye.
 - 6
 - Lê eger bi qinyatê be, jiyana xwedayî qezenceke mezin e.
 - 7
 - Me tiştek neaniye dinyayê û em nikarin tiştekî ji dinyayê bibin jî.[a]
 - 8
 - Lê eger xwarin û wergirtina me hebe, em bi wan razî bin.[b]
 - 9
 - Lê ew ên ku dixwazin dewlemend bibin, dikevin ceribandinê, xefikê û pey gelek xwestekên bêhiş û ziyanker, yên ku mirov dixewirînin* nav helakbûn û wêranbûnê.[c]
 - 10
 - Çimkî hezkirina peran çavkaniyeke her cûreyê xerabiyê ye. Hinekan dilê xwe birin vê yekê, ji baweriyê ketin û bi gelek êşan cefa dan xwe bi xwe.
 - Tembîhên Pawlos ji bo Tîmotêyos
 - 11
 - Lê tu, ey mirovê Xwedê, ji van tiştan bireve û bikeve pey rastdariyê, jiyana xwedayî, bawerî, hezkirin, ragirtin* û nermiyê.
 - 12
 - Te li ber gelek şahidan şahidiya qenc da. Tekoşîna* qenc a baweriyê bike û wê jiyana herheyî ya ku tu ji bo wê hatiyî gazîkirin bigire.
 - 13
 - Li ber Xwedayê ku jiyanê dide hemû afirînan û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pontiyos Pîlatos şahidiya qenc da, ez tembîh li te dikim[d]
 - 14
 - ku tu vî emrî heta xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh bêleke û bêqusûr bigirî.
 - 15
 - Xwedê wê di wextê xwe de wî bide xuyakirin. Ew Detsthilatdarê yekta û Pîroz e, Padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan e.
 - 16
 - Ew bi tenê bêmirin e û di ronahiya ku tu kes nikare nêzîk bibe de rûdine. Û ji mirovan tu kesî ew nedîtiye û nikare bibîne. Hurmet û karîna herheyî ji wî re be! Amîn.[e] 
 - Tembîh ji bo yên Dewlemend
 - 17
 - Tembîhê li dewlemendên vê dinyayê bike, ku bilind nefirin û hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin, ku her tiştî bi zêdehî dide me, ku em pê şa bibin.[f]
 - 18
 - Bila ew qenciyê bikin, bi kirinên qenc dewlemend bin, merd û ji bo levakirinê* amade bin.
 - 19
 - Bi vî awayî ewê ji xwe re xezînekê bicivînin ku ji bo dema bê ji wan re bibe bingeheke saxlem, wusa ku ew jiyana rastîn bi dest bixin.
 - Tembîhên Dawî û Silav
 - 20
 - Ey Tîmotêyos! Tiştê ku li te hatiye spartin, biparêze. Xwe ji gotinên pûç û nepak û ji hevnegirtiniyên ku bi derew ji wan re «zanîn» tê gotin, bide paş.
 - 21
 - Hinekan ev yek dan pêş û ji baweriyê ketin.
Kerem li ser we be. 
- a. 6:7 Eyûb 1:21
 - b. 6:8 Gotinên Silêman 30:8
 - c. 6:9 Gotinên Silêman 23:4; 28:22
 - d. 6:13 Yûhenna 18:37
 - e. 6:16 Derketin 33:20
 - f. 6:17 Zebûr 62:10
 

