Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Redkirina Îsraêl ne ya Dawî Ye 
1
Îcar ez dipirsim: Ma Xwedê gelê xwe red kir? Na, tu caran! Ez bi xwe jî yekî Îsraêlî me, ji dûndana Birahîm û ji eşîra Binyamîn* im.[a]
2
Xwedê gelê xwe yê ku ji berê ve bijartiye red nekir. An ma hûn nizanin ku Nivîsara Pîroz li ser Êlyas* çi dibêje û ew çawa li ber Xwedê giliyê Îsraêl dike?
3
Ew dibêje: «Ya Xudan, wan pêxemberên te kuştin, gorîgehên* te hilweşandin. Ez bi tenê mam û li kuştina min jî digerin.»[b]
4
Lê bersîva ku Xwedê dide wî, çi ye? «Min heft hezar mirovên ku li ber Baal* neçûne ser çokan, ji xwe re veqetandine.»[c]
5
Wusa, di vî wextî de jî jêmayiyeke ku bi keremê hatiye hilbijartin heye.
6
Îcar, eger ev bi keremê ye, êdî ne bi kirinan e; an nexwe kerem êdî nabe kerem.
7
Îcar çi? Îsraêl negihîşt tiştê ku lê digeriya. Lê yên bijartî gihîştinê û dilê yên din hişk bû,
8
wek ku hatiye nivîsîn:
«Xwedê ruhekî tevizîbûnê daye wan,
Heta roja îro jî çavên ku nabînin
Û guhên ku nabihîzin dane wan.»[d]
9
Û Dawid* dibêje:
«Bila sifra wan ji bo wan bibe
Daf û xefik, ceza û terpilîn*.
10
Bila çavên wan tarî bibin, da ku nebînin
Û herdem pişta wan xwar be.»[e]
Xilasbûna Miletan 
11
Îcar ez dipirsim: Ma ji bo ku ew bikevin, ew terpilîn? Na, tu caran! Lê belê bi terpilîna wan xilasî ji miletan re hat, da ku Îsraêlî bihesidin.
12
Îcar, eger terpilîna wan ji dinyayê re û şikestina wan ji miletan re bûbe dewlemendî, temambûna hejmara wan hê çiqas bêtir wê bibe dewlemendî!
13
Lê niha ez ji we miletan re dibêjim: Madem ku ez Şandiyê* miletan im, ez xizmeta xwe bilind dikim,
14
da ku ez bi riyekê, yên ku ji gelê min in bihesidînim û hinekan ji wan xilas bikim.
15
Çimkî eger redbûna wan bûbe lihevhatina dinyayê ya bi Xwedê re, hingê qebûlbûna wan ne jiyana ji nav miriyan be, wê çi be?
16
Eger hevîrê pêşî pîroz be, tevahiya hevîr pîroz e. Eger ra* pîroz be, çiqil jî pîroz in.[f]
17
Lê eger hin çiqil hatin birrîn û tu yê ku dara zeytûnê ya bejik î û bi wan ve hatiyî tamandin û bûyî hevparê ra û qelewiya dara zeytûnê,
18
li hember wan çiqilan pesnê xwe nede. Lê eger tu pesnê xwe didî, bîne bîra xwe ku ne tu ra hildigirî, lê belê ra te hildigire.
19
Belkî jî tu bêjî: «Çiqilên darê hatin birrîn, da ku ez bêm tamandin.»
20
Erê, rast e. Ew ji ber bêbaweriya xwe hatin birrîn, lê belê tu bi baweriyê disekinî. Îcar pozbilind nebe, lê bitirse.
21
Çimkî eger Xwedê, çiqilên darê yên xweheyî* nedirixandin*, te jî nadirixîne.
22
Îcar bala xwe bide qencî û hişkiya Xwedê. Ew li hember ên ketî hişk e; lê ji te re qenc e – eger tu di qenciya wî de bimînî. An na tu jî, tê bêyî birrîn.
23
Û eger Îsraêlî jî di bêbaweriyê de nemînin, wê bên tamandin; çimkî Xwedê dikare wan careke din bitamîne.
24
Çimkî eger tu ji dareke zeytûnê ya ku di xweheyiya xwe de bejik e, hatiyî birrîn û bervajiyê xweheyiyê bi dara zeytûna qenc ve hatiyî tamandin, ew ên ku çiqilên xweheyî ne, wê hê çiqas zêdetir bi dara xwe ya zeytûnê ve bên tamandin!
Hemû Gelê Îsraêlê Wê Xilas Bibe 
25
Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê sirê bêhay bin, da ku hûn xwe zana nebînin. Sir ev e ku dilê pareke gelê Îsraêlê hişk bû, heta ku hejmara miletên ku wê xilas bibin temam bibe.
26
Û bi vî awayî tevahiya Îsraêlê wê xilas bibe, wek ku hatiye nivîsîn:
«Rizgarkar wê ji Siyonê* bê,
Ewê nepakiyê ji Aqûb* dûr bixe.
27
Çaxê ku ez gunehên wan rakim,
Peymana* min a bi wan re ev e.»[g]
28
Ji aliyê Mizgîniyê ve ew ji bo feyda we dijmin in, lê ji aliyê bijartinê ve ew ji bo xatirê bav û kalan hezkirî ne.
29
Çimkî diyariyên Xwedê û gazîkirina wî bi şûn ve nayên standin.
30
Çawa ku demekê we bi ya Xwedê nekir û niha bi neguhdariya wan hûn gihîştin rehmê;
31
bi vî awayî niha ev bûn neguhdar, da ku bi wê rehma ku li we bûye, ew jî bigihîjin rehmê.
32
Çimkî Xwedê hemû kirin girtiyên neguhdariyê, da ku li hemûyan rehmê bike.
33
Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina* wî fêm bike! Ma kî dikare riyên wî salix bide![h]
34
«Ma kê bi fikra Xudan zaniye?
An kî jê re bû şîretkar?»[i]
35
«Ma kê pêşî tiştek daye wî,
Ku bi şûn ve bistîne?»[j]
36
Çimkî her tişt ji wî ye, bi wî ye û ji bo wî ye. Bila rûmet her û her ji wî re be. Amîn.[k]
  1. a. 11:1 Filîpî 3:5
  2. b. 11:3 Ji: Padîşah I, 19:10, 14
  3. c. 11:4 Ji: Padîşah I, 19:18
  4. d. 11:8 Ji: Dubarekirina Şerîetê 29:4; Îşaya 29:10
  5. e. 11:9-10 Ji: Zebûr 69:22-23
  6. f. 11:16 Hejmartin 15:17-21
  7. g. 11:26-27 Ji: Îşaya 59:20-21; 27:9
  8. h. 11:33 Îşaya 55:8-9
  9. i. 11:34 Ji: Îşaya 40:13; Yêremya 23:18
  10. j. 11:35 Ji: Eyûb 41:11
  11. k. 11:36 Korîntî I, 8:6