Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Redkirina Îsraêl ne ya Dawî Ye
 - 1
 - Îcar ez dipirsim: Ma Xwedê gelê xwe red kir? Na, tu caran! Ez bi xwe jî yekî Îsraêlî me, ji dûndana Birahîm û ji eşîra Binyamîn* im.[a]
 - 2
 - Xwedê gelê xwe yê ku ji berê ve bijartiye red nekir. An ma hûn nizanin ku Nivîsara Pîroz li ser Êlyas* çi dibêje û ew çawa li ber Xwedê giliyê Îsraêl dike?
 - 3
 - Ew dibêje: «Ya Xudan, wan pêxemberên te kuştin, gorîgehên* te hilweşandin. Ez bi tenê mam û li kuştina min jî digerin.»[b]
 - 4
 - Lê bersîva ku Xwedê dide wî, çi ye? «Min heft hezar mirovên ku li ber Baal* neçûne ser çokan, ji xwe re veqetandine.»[c]
 - 5
 - Wusa, di vî wextî de jî jêmayiyeke ku bi keremê hatiye hilbijartin heye.
 - 6
 - Îcar, eger ev bi keremê ye, êdî ne bi kirinan e; an nexwe kerem êdî nabe kerem.
 - 7
 - Îcar çi? Îsraêl negihîşt tiştê ku lê digeriya. Lê yên bijartî gihîştinê û dilê yên din hişk bû,
 - 8
 - wek ku hatiye nivîsîn:
«Xwedê ruhekî tevizîbûnê daye wan,
Heta roja îro jî çavên ku nabînin
Û guhên ku nabihîzin dane wan.»[d] - 9
 - Û Dawid* dibêje:
«Bila sifra wan ji bo wan bibe
Daf û xefik, ceza û terpilîn*. - 10
 - Bila çavên wan tarî bibin, da ku nebînin
Û herdem pişta wan xwar be.»[e] - Xilasbûna Miletan
 - 11
 - Îcar ez dipirsim: Ma ji bo ku ew bikevin, ew terpilîn? Na, tu caran! Lê belê bi terpilîna wan xilasî ji miletan re hat, da ku Îsraêlî bihesidin.
 - 12
 - Îcar, eger terpilîna wan ji dinyayê re û şikestina wan ji miletan re bûbe dewlemendî, temambûna hejmara wan hê çiqas bêtir wê bibe dewlemendî!
 - 13
 - Lê niha ez ji we miletan re dibêjim: Madem ku ez Şandiyê* miletan im, ez xizmeta xwe bilind dikim,
 - 14
 - da ku ez bi riyekê, yên ku ji gelê min in bihesidînim û hinekan ji wan xilas bikim.
 - 15
 - Çimkî eger redbûna wan bûbe lihevhatina dinyayê ya bi Xwedê re, hingê qebûlbûna wan ne jiyana ji nav miriyan be, wê çi be?
 - 16
 - Eger hevîrê pêşî pîroz be, tevahiya hevîr pîroz e. Eger ra* pîroz be, çiqil jî pîroz in.[f]
 - 17
 - Lê eger hin çiqil hatin birrîn û tu yê ku dara zeytûnê ya bejik î û bi wan ve hatiyî tamandin û bûyî hevparê ra û qelewiya dara zeytûnê,
 - 18
 - li hember wan çiqilan pesnê xwe nede. Lê eger tu pesnê xwe didî, bîne bîra xwe ku ne tu ra hildigirî, lê belê ra te hildigire.
 - 19
 - Belkî jî tu bêjî: «Çiqilên darê hatin birrîn, da ku ez bêm tamandin.»
 - 20
 - Erê, rast e. Ew ji ber bêbaweriya xwe hatin birrîn, lê belê tu bi baweriyê disekinî. Îcar pozbilind nebe, lê bitirse.
 - 21
 - Çimkî eger Xwedê, çiqilên darê yên xweheyî* nedirixandin*, te jî nadirixîne.
 - 22
 - Îcar bala xwe bide qencî û hişkiya Xwedê. Ew li hember ên ketî hişk e; lê ji te re qenc e – eger tu di qenciya wî de bimînî. An na tu jî, tê bêyî birrîn.
 - 23
 - Û eger Îsraêlî jî di bêbaweriyê de nemînin, wê bên tamandin; çimkî Xwedê dikare wan careke din bitamîne.
 - 24
 - Çimkî eger tu ji dareke zeytûnê ya ku di xweheyiya xwe de bejik e, hatiyî birrîn û bervajiyê xweheyiyê bi dara zeytûna qenc ve hatiyî tamandin, ew ên ku çiqilên xweheyî ne, wê hê çiqas zêdetir bi dara xwe ya zeytûnê ve bên tamandin!
 - Hemû Gelê Îsraêlê Wê Xilas Bibe
 - 25
 - Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê sirê bêhay bin, da ku hûn xwe zana nebînin. Sir ev e ku dilê pareke gelê Îsraêlê hişk bû, heta ku hejmara miletên ku wê xilas bibin temam bibe.
 - 26
 - Û bi vî awayî tevahiya Îsraêlê wê xilas bibe, wek ku hatiye nivîsîn:
«Rizgarkar wê ji Siyonê* bê,
Ewê nepakiyê ji Aqûb* dûr bixe. - 27
 - Çaxê ku ez gunehên wan rakim,
Peymana* min a bi wan re ev e.»[g] - 28
 - Ji aliyê Mizgîniyê ve ew ji bo feyda we dijmin in, lê ji aliyê bijartinê ve ew ji bo xatirê bav û kalan hezkirî ne.
 - 29
 - Çimkî diyariyên Xwedê û gazîkirina wî bi şûn ve nayên standin.
 - 30
 - Çawa ku demekê we bi ya Xwedê nekir û niha bi neguhdariya wan hûn gihîştin rehmê;
 - 31
 - bi vî awayî niha ev bûn neguhdar, da ku bi wê rehma ku li we bûye, ew jî bigihîjin rehmê.
 - 32
 - Çimkî Xwedê hemû kirin girtiyên neguhdariyê, da ku li hemûyan rehmê bike.
 - 33
 - Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina* wî fêm bike! Ma kî dikare riyên wî salix bide![h]
 - 34
 - «Ma kê bi fikra Xudan zaniye?
An kî jê re bû şîretkar?»[i] - 35
 - «Ma kê pêşî tiştek daye wî,
Ku bi şûn ve bistîne?»[j] - 36
 - Çimkî her tişt ji wî ye, bi wî ye û ji bo wî ye. Bila rûmet her û her ji wî re be. Amîn.[k] 
 
- a. 11:1 Filîpî 3:5
 - b. 11:3 Ji: Padîşah I, 19:10, 14
 - c. 11:4 Ji: Padîşah I, 19:18
 - d. 11:8 Ji: Dubarekirina Şerîetê 29:4; Îşaya 29:10
 - e. 11:9-10 Ji: Zebûr 69:22-23
 - f. 11:16 Hejmartin 15:17-21
 - g. 11:26-27 Ji: Îşaya 59:20-21; 27:9
 - h. 11:33 Îşaya 55:8-9
 - i. 11:34 Ji: Îşaya 40:13; Yêremya 23:18
 - j. 11:35 Ji: Eyûb 41:11
 - k. 11:36 Korîntî I, 8:6
 

