Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Mafên Şandiyan 
1
Ma ez ne azad im? Ma ez ne Şandî me? Ma min Xudanê me Îsa nedîtiye? Ma hûn di baweriya Xudan de ne berê xebata min in?
2
Ez ji bo hinekên din ne Şandî bim jî, qet nebe ez ji bo we Şandî me. Çimkî hûn di baweriya Xudan de mora şandîtiya min in.
3
Xweparastina min a li hember yên ku min dikişînin pirsê ev e.
4
Ma heqê me tune ku em bixwin û vexwin?
5
Ma heqê me tune ku em wek Şandiyên din û wek birayên Xudan û wek Kîfas*, jineke bawermend bi xwe re bigerînin?
6
An ma heqê min û Barnabas tenê nîne ku em nexebitin?
7
Ma kî bi perê xwe leşkeriyê dike? Ma kî rezekî datîne û berê wî naxwe? Ma kî şivantiya keriyekî dike û ji şîrê wî venaxwe?
8
Ma ez van tiştên ha li gor mirovan dibêjim? An ma Şerîet* jî van tiştan nabêje?
9
Çimkî di Şerîeta Mûsa* de hatiye nivîsîn: «Devê gayê ku gêrê dike girê nedin.»[a] Gelo Xwedê xema ga dixwe,
10
an bi tevahî vê ji bo me dibêje? Erê, ev ji bo me hat nivîsîn. Çimkî yê ku cot dike, divê bi hêvî cot bike; û yê ku gêrê dike, divê bi hêviya ku ewê bibe hevpar, gêrê bike.
11
Eger me tiştên ruhanî di hundirê we de çandin, nexwe em tiştên cismanî ji we bidirûn jî, gelek e?
12
Eger hinekên din di desthilatiyê de li ser we pardar bin, ma heqê me hê bêtir tune? Lê belê me ev desthilatiya xwe bi kar neanî. Îcar ji bo ku em astengekê ji Mizgîniya Mesîh re dernexin, em her tiştî radigirin*.
13
Ma hûn nizanin, yên ku di karê Perestgehê de dixebitin, ji Perestgehê dixwin û yên ku di gorîgehê de xizmetê dikin, parê ji gorîgehê distînin?[b]
14
Bi vî awayî, Xudan emir kir, yên ku Mizgîniyê belav dikin, ji Mizgîniyê abora xwe bikin.[c]
15
Lê min qet yek ji van heqan bi kar neanî. Û ez van tiştan nanivîsim ku weha ji bo min bê kirin. Çimkî ji dêla ku yek pesindana min pûç derxe, mirin ji bo min çêtir e.
16
Eger ez Mizgîniyê bidim, ew ji bo min nabe pesindan. Çimkî ev barê pişta min e. Wey li min, eger ez Mizgîniyê belav nekim!
17
Îcar, eger ez vê bi daxwaz bikim, xelata min heye. Eger ez ne bi daxwaz bikim, wekîltî li min hatiye spartin.
18
Nexwe xelata min çi ye? Ev e ku çaxê ez Mizgîniyê belav dikim, ez Mizgîniyê bê bergîdan* bidim, da ku ez desthilatiya xwe ya ku di Mizgîniyê de ye bi kar neynim.
19
Bi ser ku ez ji her kesî azad im, ji bo ku ez hê bêtir mirovan bi dest bixim, min xwe kir xulamê her kesî.
20
Bi Cihûyan re ez bûm wek Cihûyan, da ku ez Cihûyan bi dest bixim. Bi wan re yên ku di bin Şerîetê de ne, ez bûm wek ên ku di bin Şerîetê de ne, da ku ez wan ên di bin Şerîetê de ne bi dest bixim. – Heçî ew e, ez bi xwe ne di bin Şerîetê de me.
21
Ez bi wan ên bê Şerîet re bûm wek ku ez bê Şerîet im, da ku ez wan ên bê Şerîet bi dest bixim. – Heçî ew e, ez li hember Xwedê ne bê Şerîet im, lê ez di bin Şerîeta Mesîh de me.
22
Bi lewazan re ez bûm lewaz, da ku ez yên lewaz bi dest bixim. Bi her kesî re ez bûme her tişt, da ku ez bi her awayî hinekan bi dest bixim.
23
Ez van hemûyan ji bo Mizgîniyê dikim, da ku para min di wê de hebe.
24
Ma hûn nizanin ku di meydana bezê de, ji hemûyên ku dikevin hevbezînê tenê yek xelatê distîne. Hûn jî wusa bibezin, da ku hûn xelatê bistînin.
25
Her kesê ku dikeve berhevdanê, di her tiştî de nefsa xwe digire. Ew ji bo çelengeke pûç vê dikin, lê em ji bo yeke nepûç dikin.
26
Ji bo vê yekê ez bêarmanc nabezim, ez badîhewa kulma xwe navêjim hewayê.
27
Ez cefayê didim bedena xwe û wê bindest dikim, da ku piştî min hinekên din hîn kirin, ez bi xwe neyêm redkirin.
  1. a. 9:9 Ji: Dubarekirina Şerîetê 25:4
  2. b. 9:13 Dubarekirina Şerîetê 18:1
  3. c. 9:14 Lûqa 10:7-8