Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Mehdervanê Me Mesîh 
1
Zarokên min ên delal, ez van tiştan ji we re dinivîsim, da ku hûn guneh nekin. Lê eger yek guneh bike, li ba Bav*, mehdervanê* me Îsa Mesîhê rastdar heye.
2
Ew ji bo gunehên me berdêla lêbihûrtinê ye; ne tenê ji bo yên me, lê ji bo gunehên hemû dinyayê jî.
3
Bi vê yekê em dizanin ku em wî nas dikin; eger em emrên wî bînin cih.
4
Yê ku bêje: «Ez wî nas dikim», lê emrên wî neyne cih, derewkar e û li ba wî rastî tune.
5
Lê kî ku gotina wî bigire, bi rastî hezkirina Xwedê li ba wî temam bûye. Bi vê em dizanin ku em bi wî re ne:
6
Yê ku bêje: «Ez bi wî re dimînim», divê wek ku Îsa rêve çûye, ew jî rêve here.
Emrê Nû 
7
Hezkirîno, ne ku ez emrekî nû ji we re dinivîsim, lê ez wî emrê kevin ê ku ji destpêkê ve li we bû dinivîsim. Emrê kevin ew peyv e ya ku we bihîstiye.[a]
8
Dîsa jî ez emrekî nû ji we re dinivîsim. Rastiya wî hem li ba wî û hem li ba we xuya ye. Çimkî tarî derbas dibe û ronahiya rastîn ji xwe şewq dide.
9
Yê ku bêje: «Ez di ronahiyê de me» û ji birayê xwe nefret bike, hê jî ew di tariyê de ye.
10
Yê ku ji birayê xwe hez dike, di ronahiyê de dimîne û ji bo wî sedemê terpilînê* tune.
11
Lê yê ku ji birayê xwe nefret dike, di tariyê de ye, di tariyê de rêve diçe û nizane ku diçe ku derê, çimkî tariyê çavên wî kor kirine.
12
Zarokên min, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî di ber navê wî de li gunehên we hatiye bihûrtin.[b]
13
Bavno, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî hûn, yê ji destpêkê ve heyî nas dikin.
Xortno, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî hûn li hember Yê Xerab bi ser ketin.
14
Zarono, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî hûn Bav* nas dikin.
Bavno, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî hûn, yê ji destpêkê ve heyî nas dikin.
Xortno, ez ji we re dinivîsim,
Çimkî hûn bi hêz in û peyva Xwedê bi we re dimîne
Û hûn li hember Yê Xerab bi ser ketin.
15
Ji dinyayê û tiştên ku di dinyayê de ne, hez nekin. Eger yek ji dinyayê hez bike, hezkirina Bav* bi wî re tune.
16
Çimkî her tiştê ku di dinyayê de ye, xwesteka nefsê, xwesteka çavan û quretiya maldariyê, ne ji Bav, lê ji dinyayê ne.
17
Îcar dinya û xwesteka wê derbas dibe, lê yê ku daxwaza Xwedê dike her û her dijî.
Dijminên Mesîh 
18
Zarono, saeta dawî ye! Wek ku we bihîstiye, yê ku dijberê Mesîh e wê bê û niha jî gelek dijberên Mesîh derketine. Ji wê yekê em dizanin ku saeta dawî ye.
19
Ew ji nav me derketin, lê belê ew ne ji me bûn. Eger ew ji me bûna, wê bi me re bimana. Lê çûna wan diyar kir ku ew hemû ne ji me ne.
20
Lê hûn ji aliyê Yê Pîroz ve bi Ruh hatine meshkirin* û hûn hemû jî rastiyê dizanin.
21
Ne ji ber ku hûn rastiyê nizanin ez ji we re dinivîsim, lê ji ber ku hûn dizanin. Û hûn dizanin ku her derew ne ji rastiyê ye.
22
Ji yê ku dibêje: «Îsa ne Mesîh e» pê ve, kî derewkar e? Dijberê Mesîh ew e ku hem Bav û hem jî Kur înkar dike.
23
Di dilê her kesê ku Kur înkar dike de Bav jî tune, lê di dilê yê ku Kur eşkere dike de, Bav jî heye.
24
Bila tiştê ku we ji destpêkê ve bihîstiye, bi we re bimîne. Eger tiştê ku we ji destpêkê ve bihîstiye bi we re bimîne, hûn jî, hûnê bi Kur û bi Bav re bimînin.
25
Îcar ev soza ku wî daye me jiyana herheyî ye.
26
Min ev tişt li ser wan ên ku dixwazin we bixapînin ji we re nivîsîn.
27
Îcar heçî hûn in, ew Ruhê ku Mesîh hûn pê mesh* kirine bi we re dimîne û hewcedariya we bi hînkirina tu kesî tune. Çimkî mesha wî, li ser her tiştî çawa hînî we bike, rast e, ne derew e û çawa hînî we kiribe, bi Mesîh re bimînin.
28
Û niha, zarono, bi wî re bimînin, da ku gava ew xuya bibe, cesareta me hebe û em di hatina wî de, li ber wî şermî nebin.
29
Madem ku hûn dizanin ew rastdar e, hûn dizanin her kesê ku rastdariyê dike ji wî çêbûye.
  1. a. 2:7 Yûhenna 13:34
  2. b. 2:12 Binêre: Zebûr 25:11