Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
1
Ji bo vê yekê êdî me nikaribû em xwe bigirin. Me qîma xwe anî ku em li Atînayê bimînin tenê[a]
2
û me Tîmotêyosê ku birayê me ye û di dayîna Mizgîniya Mesîh de hevalkarê Xwedê ye, şand ba we, da ku di baweriyê de we qayîm bike û cesaretê bide we,
3
da ku di van tengahiyan de tu kes veneleqe. Hûn bi xwe dizanin ku em ji bo vê yekê hatine hilbijartin.
4
Û çaxê em li ba we bûn, me ji pêşî ve ji we re gotibû ku emê tengahiyan bikişînin û wek ku hûn dizanin wusa jî çêbû.
5
Ji bo vê yekê, êdî min nikaribû ez xwe bigirim, min Tîmotêyos şand ku ez baweriya we bizanim. Nebe ku Yê Diceribîne hûn ceribandibin û keda me badîhewa çûbe.
6
Lê niha Tîmotêyos ji ba we vegeriya û Mizgîniya bawerî û hezkirina we da me. Wî got ku we hergav bi qencî em dianîn bîra xwe û wek ku em bêriya we dikin, hûn jî wusa bêriya me dikin.[b]
7
Ji bo vê yekê birano, di nav hemû zehmet û tengahiyên me de, bi baweriya we, dilê me li ser we rihet bû.
8
Madem ku hûn bi Xudan nelebte ne, êdî em dijîn.
9
Ma ji bo hemû şahiya ku em ji bo we li ber Xwedayê xwe pê şa dibin, em dikarin ji bo we çi şikiriyê bidin Xwedê?
10
Em şev û roj bi dil û can dua dikin, da ku em rûyê we bibînin û kêmahiyên baweriya we temam bikin.
11
De bila Bavê me Xwedê bi xwe û Xudanê me Îsa berê riya me bide we.
12
Û ka çawa hezkirina me ji bo we zêde ye, bila Xudan hezkirina we ji bo hevdû û ji bo hemûyan mezin û zêde bike,
13
da ku dilê we xurt bike, ku çaxê Xudanê me Îsa bi hemû pîrozên* xwe ve bê, hûn li ber Bavê me Xwedê di pîroziyê de bêkêmahî bin.
  1. a. 3:1 Karên Şandiyan 17:15
  2. b. 3:6 Karên Şandiyan 18:5