Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
1
Em dizanin, eger mala me, yanî konê me yê dinyayî hilweşe, li ezmanan ji Xwedê avahiyeke me, maleke me ya herheyî ya ku bi dest nehatiye çêkirin, heye.
2
Çimkî bi rastî di vî konî de em axînan dikişînin û bêriya lixwekirina mala xwe ya ji ezmên dikin.
3
Wusa ku çaxê em li xwe bikin, em tazî namînin.
4
Çimkî em ên ku di vî konî de ne, em di bin barekî giran de axînan dikişînin. Em naxwazin vî ji xwe bikin, lê belê em dixwazin di ser re li xwe bikin, da ku tiştê mirindar ji aliyê jiyanê ve bê daqurtandin.
5
Yê ku em tam ji bo vê yekê amade kirine û Ruh bi destberîtî daye me, Xwedê ye.
6
Loma em hergav ewle ne û em dizanin heta ku em di bedenê de ne, em ji Xudan dûr in.
7
Çimkî em ne bi dîtinê, lê bi baweriyê rêve diçin.
8
Erê, ewlehiya me heye û em hê bêtir dixwazin ku ji bedenê dûr û li ba Xudan bin.
9
Ji bo vê yekê dixwazî bila em di bedenê de bijîn, dixwazî jî bila em ji bedenê dûr bin, armanca me ev e ku em li Xudan xweş bên.
10
Çimkî divê em hemû li ber kursiyê Mesîh ê dîwanê* xuya bibin, da ku her kes li gor tiştên ku hê ew di bedenê de bû, kirine – qenc bin an jî xerab bin – bistîne.[a]
Kardestiya Lihevdûanînê 
11
Îcar, ji ber ku em dizanin tirsa Xudan çi ye, em dixwazin baweriya mirovan bînin. Em ji Xwedê ve eşkere ne û hêviya min heye ku em ji wijdana we ve jî eşkere ne.
12
Em ji nû ve xwe ji we re tewsiye nakin, lê em fersendê didin we ku hûn bi me pesnê xwe bidin, da ku bersîveke we ji bo yên ku ne ji bo tiştên di dil de, lê ji bo nîşandana xwe pesnê xwe didin, hebe.
13
Eger em ji ser hişê xwe çûbin, ev ji bo Xwedê ye; eger aqilê me li serê me be, ev ji bo we ye.
14
Hezkirina Mesîh me didehfîne, çimkî bîr û baweriya me ev e ku yek ji bo hemûyan mir. Nexwe hemû mirin.
15
Ew ji bo hemûyan mir, da ku yên dijîn êdî ne ji bo xwe, lê belê ji bo wî yê ku ji bo wan mir û hat rakirin, bijîn.
16
Êdî em ji niha û pê ve li gor fikra mirovan tu kesî nas nakin. Eger me Mesîh li gor fikra mirovan nas kiribe jî, êdî em niha wusa nas nakin.
17
Nexwe eger yek di yekîtiya Mesîh de be, ew afirînekî nû ye; tiştên kevin derbas bûn û çûn, va ye, yên nû çêbûn.
18
Evên ha hemû ji Xwedê ne. Wî bi destê Mesîh em bi xwe re li hev anîn û xizmeta lihevanînê da me.
19
Yanî Xwedê di şexsê Mesîh de dinya bi xwe re li hev anî, neheqiyên wan li ser wan hesab nekir û peyva lihevanînê spart me.
20
Îcar wek ku Xwedê bi devê me hêvî dike, em ji bo Mesîh qasidiyê dikin. Em ji bo Mesîh lava dikin: «Bi Xwedê re li hev werin.»
21
Xwedê ewê ku guneh nedizanî ji bo me kir guneh, da ku em di şexsê wî de bibin rastdariya Xwedê.
  1. a. 5:10 Romayî 14:10