Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
1
Îcar hezkirîno, madem ku em xwediyê van sozan in, em xwe ji her cûreyê murdariya ruh û bedenê paqij bikin û bi tirsa Xwedê pîroziyê temam bikin.
Şahiya Pawlos 
2
Di dilê xwe de cih bidin me. Me neheqî li tu kesî nekir, me tu kes ji rê derneanî, me heqê tu kesî nexwar.
3
Ez vê ne ji bo ku we sûcdar derxim dibêjim. Çimkî, wek ku min berî niha got, hûn di dilê me de ne, ku em bi hev re bimirin û bi hev re bijîn.
4
Ez ji we gelek piştrast im, ez bi we gelek serbilind im, dilê min bi hanê* tije ye. Di nav hemû tengahiyên me de şahiya min difûre.
5
Ji ber ku gava em hatin Mekedonyayê jî, bedena me qet rihetî nedît, lê em bi her awayî di tengahiyê de bûn. Li derve pevçûn, di dilê me de tirs hebû.
6
Lê belê Xwedayê ku li hana şikestiyan tê, bi hatina Tîtos* li hana me hat.
7
Ne tenê bi hatina wî, lê bi wê hana ku wî ji we standibû jî em hatin handan. Gava ku Tîtos bêrîkirin, xemgînî û xîretkêşiya we ya ji bo min ji me re got, ez hê bêtir dilşa bûm.
8
Çimkî eger min bi nameya xwe hûn xemgîn kiribin jî, ez ne poşman im. Eger ez poşman bûbim jî – çimkî ez dibînim, ji bo demekê be jî, wê nameyê hûn xemgîn kirine –
9
niha ez şa me. Ne ji ber ku hûn xemgîn bûn, lê ji ber ku hûn ji bo tobekirinê xemgîn bûn, ez dilşa me. Hûn li gor Xwedê xemgîn bûn, wusa ku we di tu tiştî de ziyan ji me nedît.
10
Çimkî xemgîniya li gor Xwedê, tobeya ku dibe xilasbûnê pêk tîne û poşmanî tê de tune. Lê heçî xemgîniya dinyayê ye, ew mirinê pêk tîne.
11
Binêrin eynî vê xemgînbûna li gor Xwedê bi we re çi sergiranî, çi daxwaza li we neyê girtin, çi hêrs, çi hişyarbûn, çi bêrîkirin, çi xîret û çi cezakirina neheqiyê pêk anî. Di vê yekê de we bi her awayî pakbûniya xwe nîşan da.
12
Min ew name ji we re ne ji bo yê ku neheqî kir, ne jî ji bo yê ku neheqî lê hat kirin, lê belê ji bo ku xîretkêşiya we ya ji bo me li ber Xwedê ji we re eşkere bibe, nivîsî.
13
Em bi vê yekê hatin handan.
Di ser hana ku me stand re, em bi şabûna Tîtos bêtir dilşa bûn. Çimkî we hemûyan ruhê wî rihet kir.
14
Min pesnê we ji wî re da û we ez şermezar nekirim. Çawa her tiştê ku me ji we re got, rast bû, pesindana me ya ji Tîtos re jî rast derket.
15
Û gava ku guhdana we hemûyan tê bîra wî, ku çawa we ew bi tirs û lerizîn qebûl kir, hezkirina wî ya ji bo we hê zêdetir dibe.
16
Ez şa me, ji ber ku ez di her tiştî de ji we piştrast im.