Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Alîkariya Bawermendên Belengaz
 - 1
 - Ne hewce ye ku ez li ser vê xizmeta ku ji pîrozan re tê kirin, ji we re binivîsim.
 - 2
 - Çimkî ez dilxwaziya we dizanim. Ez bi vê li ber Mekedoniyan pesnê xwe didim û dibêjim ku: «Herêma Axayayê* ji par ve amade ye.» Xîreta we, gelek ji wan xistin xeptûleptê.
 - 3
 - Û ez birayan dişînim ba we, da ku xwepesindana me ya li ser we di vê yekê de pûç dernekeve, lê hûn wek ku min gotiye, amade bin.
 - 4
 - Nebe ku, hin ji Mekedoniyan bi min re bên û we amadenebûyî bibînin. Îcar ya me tune, hûnê di vê ewlehiyê de şermî bibin.
 - 5
 - Loma min pêwist dît ku ez ji birayan hêvî bikim ku ew pêşî bên ba we û diyariya we ya ji pêşî ve sozdayî, hingê berdest be. Wusa ku diyariya we, ne ji mecbûrî, lê wek diyariya dilxwaziyê amade be.
 - 6
 - Lê vê bizanin: Yê ku hindik diçîne hindik didirû, yê ku pirr diçîne pirr didirû.
 - 7
 - Ne bi bêdilî an ji mecbûrî, lê bila her kes wek ku xistiye dilê xwe bide. Çimkî Xwedê ji yê ku bi rûgeşî dide, hez dike.
 - 8
 - Û Xwedê dikare ku her keremê bi zêdehî bide we, wusa ku hergav di her tiştî de têra we hebe û ji bo her karê qenc hê zêdetir hebe.
 - 9
 - Wek ku hatiye nivîsîn:
«Belav kir û da hejaran,
Rastdariya wî her û her dimîne.»[a] - 10
 - Yê ku ji cotkar re tov û ji bo xwarinê nên peyda dike, wê tovê ku hûn jî diçînin peyda bike û zêde bike û wê berê rastdariya we mezin bike.[b]
 - 11
 - Hûnê di her tiştî de, ji bo her comerdiya ku bi devê me ji Xwedê re şikirdariyê tîne, dewlemend bibin.
 - 12
 - Çimkî ev xizmeta ku hûn dikin ne tenê kêmahiyên pîrozan temam dike, lê belê bi gelek şikirkirinê ji Xwedê re zêde dibe.
 - 13
 - Gelek mirov ji ber xizmeta we ya kifşbûyî, ji bo guhdana we ya Mizgîniya Mesîh û eşkerekirina wê û ji bo camêriya we ya levakirina* bi wan û yên din re, pesnê Xwedê didin.
 - 14
 - Ji ber wê kerema Xwedê ya ku bi zêdehî li ser we ye, ew ji bo we dua dikin û bêriya we dikin.
 - 15
 - Ji bo diyariya wî ya ku bi ziman nayê salixdan şikir ji Xwedê re.
 

