Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Leşkerê Îsa Mesîh yê Qenc
 - 1
 - Îcar kurê min, tu bi wê kerema ku bi Mesîh Îsa ye, bi hêz bibe.
 - 2
 - Û wan tiştên ku te li ber gelek şahidan ji min bihîstine, bispêre wan mirovên dilsoz ên ku wê bikarin hînî hinekên din bikin.
 - 3
 - Wek leşkerekî qenc ê Mesîh Îsa bi min re tengahiyê bikişîne.
 - 4
 - Yê ku leşkeriyê dike, tevli karên vê jiyanê nabe, da ku li wî yê ku ew gazî leşkeriyê kiriye, xweş bê.
 - 5
 - Sporvanek jî heta li gor rêbazan nekeve hevbezînê, çelenga serfiraziyê nastîne.
 - 6
 - Û cotkarê ku zehmet dikişîne, divê ew pêşî ji berê erdê par bistîne.
 - 7
 - Li ser bifikire ku ez çi dibêjim, çimkî Xudan wê di her tiştî de fêmdariyê bide te.
 - 8
 - Îsa Mesîh bîne bîra xwe, ku ji nav miriyan hat rakirin û ji dûndana* Dawid* e. Mizgîniya ku ez didim zanîn ev e.
 - 9
 - Ji ber vê Mizgîniyê ez wek sûcdarekî hatime girêdan û tengahiyê dikişînim, lê belê peyva Xwedê ne girêdayî ye.
 - 10
 - Loma ez ji bo xatirê bijartiyan her tiştî radigirim*, da ku ew bi rûmeta herheyî bikevin wê xilasiya ku bi Mesîh Îsa ye.
 - 11
 - Ev peyv dilsoz e:
Eger em bi wî re mirine,
Emê bi wî re bijîn jî. - 12
 - Eger em ragirin,
Emê bi wî re padîşahiyê jî bikin.
Eger em wî înkar bikin,
Ew jî wê me înkar bike.[a] - 13
 - Eger em dilsoz nemînin jî,
Ewê dilsoz bimîne,
Çimkî ew nikare xwe bi xwe înkar bike.[b] - Paleyê Ketî û Rabûyî
 - 14
 - Van tiştan bîne bîra wan û wan li ber Xwedê hişyar bike, da ku li ser peyvan devjeniyê nekin. Feyda vê yekê tune, bi tenê guhdaran hildiweşîne.
 - 15
 - Xîretkêşiyê bike ku tu xwe karkerekî bi dilê Xwedê û yekî ku neyê şermkirin pêşkêşî wî bikî; peyva rastiyê rast bi kar bîne.
 - 16
 - Xwe ji peyivîna nepak û pûç dûr bixe, çimkî ew ên ku xwe dane vê yekê, wê di jiyana nepakiyê de hê pêşvetir herin
 - 17
 - û peyvên wan, wê wek penceşêrê* belav bibin. Hîmenayos û Filîtos jî ji wan in.[c]
 - 18
 - Ew ji rastiyê derketin û dibêjin, ku vejîn* êdî çêbûye û baweriya hinekan serobino dikin.
 - 19
 - Lê belê bingeha ku Xwedê danî, saxlem disekine û ev mor li ser e: «Xudan, yên xwe nas dike»[d] û «Her kesê ku navê Xudan eşkere dike, bila ew xwe ji neheqiyê dûr bixe».[e]
 - 20
 - Di maleke mezin de ne bi tenê firaxên ji zêr û zîv hene, lê yên ji dar û ji herriyê jî hene; hinek ji bo karên birûmet û hinek jî ji bo karên bêrûmet in.
 - 21
 - Îcar, eger yek xwe ji wan tiştan paqij bike, ewê bibe firaxeke ji bo karên birûmet, pîrozkirî û ji bo bikaranîna xwediyê xwe xweşkeys û ji bo hemû karên qenc amade.
 - 22
 - Ji xwestekên xortaniyê bireve û bi wan ên ku ji dilekî paqij gazî Xudan dikin re li pey rastdarî, bawerî, hezkirin û aştiyê bibeze.
 - 23
 - Tu xwe ji munaqeşeyên bêaqil û bêfêm dûr bixe, çimkî tu dizanî ku şer ji wan derdikeve.
 - 24
 - Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be, ji bo hînkirinê jêhatî û bîhnfireh be.
 - 25
 - Divê ew bi nermî şîretan li yên dijraber bike, belkî Xwedê fersendê bide wan ku tobe bikin û rastiyê bizanin
 - 26
 - û bi ser hişê xwe ve bên, wusa ku ji xefika Îblîsê ku ji bo daxwaza xwe ew girtine, xilas bibin.
 
- a. 2:12 Metta 10:33
 - b. 2:13 Binêre: Hejmartin 23:19
 - c. 2:17 Penceşêr: Nexweşiyeke giran; lareş, an jî cûreyeke kansêrê ye.
 - d. 2:19 Ji: Hejmartin 16:5; Yûhenna 10:14
 - e. 2:19 Hejmartin 16:26
 

