Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Danezana Yûhennayê Imadkar 
1
Di sala panzdehan a padîşahiya Qeyser Tîberyos de Pontiyos Pîlatos waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês* serwerê Celîlê* bû, birayê wî Filîpos serwerê herêma Îtûrya û Traxonîdayê bû, Lûsanyas serdarê Avêlinyayê bû
2
û Henan û Qeyafa Serokkahîn bûn. Di wê demê de gotina Xwedê li çolê ji Yûhennayê* kurê Zekerya re hat.
3
Îcar Yûhenna çû û li seranserê Çemê Urdunê hîn dikir, ku xelk imad* bibin û tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin.
4
Çawa ku di kitêba* gotinên Îşaya* pêxember de hatiye nivîsîn:
«Dengê yê li çolê bang dike:
‹Riya Xudan amade bikin
Şiveriyên wî sererast bikin!
5
Her gelî wê tije bibin,
Her çiya û gir wê nizim bibin,
Xwarî wê rast bibin
Û riyên asê wê hilû bibin.
6
Û her mirov wê xilasiya Xwedê bibîne.›»[a]
7
Îcar elalet* dihatin, da ku ji aliyê Yûhenna ve bên imadkirin*. Wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran, kê ji we re gotiye ku hûn ji ber wê xezeba ku tê, birevin?
8
De ka fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin û dest pê nekin û ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm* bavê me ye.› Ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake.
9
Ji xwe bivir li ser qurmê daran e. Her dara ku berê qenc nede, wê bê birrîn û bê avêtin nav êgir.»
10
Û elaletê ji wî pirsî û got: «Nexwe em çi bikin?»
11
Wî li wan vegerand û got: «Yê ku du kirasên wî hebin, bila yekî bide wî yê ku tune û yê ku xwarina wî hebe, bila ew jî wusa bike.»
12
Bacgir* jî hatin, da ku imad bibin û gotin: «Mamoste, ma em çi bikin?»
13
Wî ji wan re got: «Ji wî tiştê ku divê hûn bistînin bêtir nestînin.»
14
Leşkeran jî pirsî û gotin: «Lê em çi bikin?» Û wî ji wan re got: «Bêbextiyê li xelkê nekin û bi darê zorê tiştekî ji wan nestînin û bi meaşê xwe razî bin.»
15
Ew xelk hemû di hêviyê de dima û li ser Yûhenna di dilê xwe de digotin: «Ma gelo Mesîh* ev e?»
16
Û Yûhenna bersîva wan da û got: «Ez bi avê we imad dikim, lê yê ji min hêzdartir tê, ku ez ne hêja me, benên çaroxa wî jî vekim. Ewê bi Ruhê* Pîroz û bi êgir we imad bike.
17
Melhêba wî di destê wî de ye, da ku bêndera xwe paqij bike û genim di embara xwe de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.»
18
Bi vî awayî wî bi gelek tiştên din jî şîret li xelkê dikir û Mizgînî* bi wan dida bihîstin.
19
Lê gava Yûhenna ji ber jinbira Mîr Hêrodês* Hêrodiya û ji ber hemû xerabiyên din, yên ku wî kiribûn, li wî hilat*,
20
Hêrodês li ser hemû xerabiyên xwe ev jî bi ser de zêde kir, ku wî Yûhenna avêt zîndanê.
Imadbûna Îsa 
21
Gava xelk hemû dihat imadkirin*, Îsa jî imad bû. Wê kêlîka ku Îsa dua dikir, ezman vebû
22
û Ruhê Pîroz bi beden di şiklê kevokekê de li ser wî danî û dengek ji ezmên hat û got: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»
Malbavka Îsa 
23
Îsa bi xwe, gava ku dest bi hînkirina xwe kir, nêzîkî sî salî bû. Û wek ku dihat gumankirin ew kurê Ûsiv bû, kurê Elî,
24
kurê Metat, kurê Lêwî, kurê Melkê, kurê Yannay, kurê Ûsiv,
25
kurê Metîtya, kurê Amos, kurê Nahûm, kurê Heslî, kurê Necay,
26
kurê Mehat, kurê Metîtya, kurê Şêmeyîn, kurê Yûsêx, kurê Yoda,
27
kurê Yûhenan, kurê Rêşa, kurê Zerûbabel, kurê Şaltiyêl, kurê Nerî,
28
kurê Melkê, kurê Êdî, kurê Qosam, kurê Êlmedam, kurê Er,
29
kurê Yêşû, kurê Êliyazêr, kurê Yorîm, kurê Metat, kurê Lêwî,
30
kurê Şimûn, kurê Cihûda, kurê Ûsiv, kurê Yonam, kurê Êlyaqîm,
31
kurê Melya, kurê Mena, kurê Metêta, kurê Natan, kurê Dawid*,
32
kurê Yêşa*, kurê Ovêd, kurê Bowaz, kurê Selmon, kurê Nehşon,
33
kurê Amînadav, kurê Admîn, kurê Aram, kurê Hesrûn, kurê Perez, kurê Cihûda*,
34
kurê Aqûb*, kurê Îshaq*, kurê Birahîm*, kurê Têrah, kurê Nehor,
35
kurê Serûx, kurê Rêwo, kurê Pêlêg, kurê Eber, kurê Şalah,
36
kurê Qênan, kurê Arpexşad, kurê Sam, kurê Nûh*, kurê Lamex,
37
kurê Metûşela, kurê Henox*, kurê Yarêd, kurê Mahalalêl, kurê Qênan,
38
kurê Enoş, kurê Sêt, kurê Adem*, kurê Xwedê bû.
  1. a. 3:4-6 Ji: Îşaya 40:3-5