Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Gengeşa li Selanîkê 
1
Piştî ku Pawlos û Sîlas di Amfîpolîs û Apolonyayê re derbas bûn, hatin Selanîkê. Li wir kinîşteke Cihûyan hebû.
2
Û Pawlos, wek ku ji xwe re kiribû adet, çû ba wan û sê rojên Şemiyan li ser Nivîsarên Pîroz bi wan re peyivî.
3
Ji wan re şîrove kir û îspat kir ku diviya Mesîh cefa bikişanda û ji nav miriyan rabûya û got: «Ev Îsayê ku ez ji we re didim bihîstin, Mesîh e.»
4
Hinek ji wan, komeke mezin ji Yewnaniyên xwedêperest û hinek jinên xuyayî bawer kirin û beşdarî Pawlos û Sîlas* bûn.
5
Lê Cihûyan çavnebariya wan kir, ji xelkên çarşiyê, hin mirovên xerab kişandin aliyê xwe, elaletek civandin û di bajêr de laleşe çêkirin, êrîşî mala Yason kirin û lê digeriyan ku wan derxin ber xelkê.
6
Lê çaxê Pawlos û Sîlas nedîtin, wan Yason û çend birayên din kaş kirin ber serwerên bajêr û bi qîrîn gotin: «Ev mirovên ku dinya serobino kirine, hatine vir jî
7
û Yason ew hewandine mala xwe. Ev hemû li hember qanûnên Qeyser radibin û dibêjin: ‹Padîşahekî din heye, navê wî Îsa ye.›»
8
Gava elaletê û serwerên bajêr ev gotin bihîstin, hişê wan tevlihev bû û
9
piştî ku ji Yason û yên din kefîltî standin, ew berdan.
Pawlos û Sîlas Dişînin Beroyayê 
10
Hema wê şevê birayan Pawlos û Sîlas şandin Beroyayê. Çaxê ew gihîştin wir, ew çûn kinîşta Cihûyan.
11
Ev mirovên li wir ji yên li Selanîkê bêtir hişvekirî bûn. Wan peyv ji dil û can qebûl kir û her roj li ser Nivîsarên Pîroz lêkolîn kirin, ka gelo ev tişt wusa ne.
12
Îcar gelekan ji wan bawerî anî, di nav wan de jinên Yewnanî yên qedirbilind û mêr jî ne kêm bûn.
13
Lê gava Cihûyên Selanîkê hîn bûn ku Pawlos peyva Xwedê li Beroyayê jî daye bihîstin, ew hatin wê derê jî, elalet têkdan û rakirin ser piyan.
14
Hingê birayan di cih de Pawlos şand ku here ber deryayê, lê Sîlas û Tîmotêyos* hê li wir man.
15
Yên ku ew birin, ew anîn heta Atînayê. Piştî ku ji Pawlos emir standin ku Sîlas û Tîmotêyos zûka herin ba wî, ew paş ve vegeriyan.
Pawlos li Atînayê 
16
Çaxê Pawlos li Atînayê li benda wan bû û dît ku bajar bi pûtan tije ye, ruhê wî aciz bû.
17
Îcar li kinîştê ew bi Cihûyan û bi Yewnaniyên* xwedêperest re, li çarşiyê jî her roj rastî kê bihata bi wan re diket peyivînê.
18
Hin fîlozofên Êpîkûrî û hinên Stoayî jî bi wî re gotûbêj kirin. Hinekan got: «Evê kelkelo dixwaze çi bêje?» Hinekên din jî gotin: «Wusa xuya dibe ku ew xwedayên xerîb dide naskirin.» Çimkî Pawlos li ser Îsa û li ser vejînê mizgînî dida.[a] [b]
19
Wan ew girt û anîn Aryopagosê û gotin: «Gelo em dikarin bizanin, ev hîndariya nû ya ku tu didî naskirin çi ye?
20
Tu hin tiştên xerîb tînî guhên me û loma em dixwazin bizanin ku ev tê çi manê.»
21
Hemû Atînayî û xerîbên ku li wir diman, ji gotin û bihîstina tiştên nû pê ve, dema xwe bi tiştên din derbas nedikirin.
22
Hingê Pawlos li navenda civîna Aryopagosê rawesta û got: «Gelî zilamên Atînayî, ez we ji her awayî ve gelek dîndar dibînim.
23
Çaxê ez di nav bajêr de digeriyam û min qenc li tiştên ku hûn diperizinê* nêrî, min di nav wan de gorîgehek* dît ku li ser nivîsîbû: JI XWEDAYÊ NENAS RE. Îcar vî yê ku hûn bi nezanî diperizinê, ez bi we didim naskirin.
24
Xwedayê ku dinya û hemû tiştên ku tê de ne çêkiriye, ewê ku Xudanê erd û ezmên e, di perestgehên ku bi destê mirov hatine çêkirin de rûnane.[c]
25
Wek ku ew hewcedarê tiştekî be, bi destê mirovan ji wî re xizmet nayê kirin; çimkî yê ku jiyan, hilm û her tiştî dide hemûyan, ew e.
26
Ji bavekî, wî hemû miletên dinyayê afirandin û zemanên wan û sînorên dera ku ew lê dijîn, kifş kir ku ew li ser hemû rûyê erdê rûnin.
27
Wî ev yek kir ku ew li wî bigerin û eger îmkan hebe bi destpelînkê* wî bibînin, lê ew ji tu kesî ji me ne dûr e.
28
Çimkî em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene.[d] Çawa ku hin ji hozanên we jî gotine: ‹Em jî ji dûndana wî ne.›[e]
29
«Îcar ji ber ku em ji dûndana Xwedê ne, divê em nefikirin ku Xwedê wek zêr, zîv, an wek kevirê ku bi hiş û hunerê mirov hatiye çêkirin e.
30
Xwedê çavên xwe li demên nezanînê neqand, lê niha ew li her derê li hemû mirovan emir dike ku tobe bikin.
31
Çimkî wî rojek kifş kiriye û ewê di wê rojê de bi destê zilamê ku wî destnîşan kiriye bi dadperwerî* dîwana dinyayê bike. Bi rakirina wî ya ji nav miriyan wî ewlehî da hemûyan, ku ji bo vî karî ew mirov hatiye destnîşankirin.»
32
Gava vejîna* miriyan bihîstin, hinekan tinazên xwe kirin; lê yên din gotin: «Emê li ser vê yekê careke din guhê xwe bidin te».
33
Bi vî awayî Pawlos ji nav wan derket.
34
Lê hinek beşdarî wî bûn û bawerî anîn. Di nav wan de Diyonîsiyosê endamê Aryopagosê û jineke ku navê wê Damerîs bû û hinekên din hebûn.
  1. a. 17:18 Êpîkûrî: Li gor hîndariya Êpîkûr (beriya Îsa 341-270) ruh jî wek bedenê bi mirin e. Ji jiyana li ser vê erdê zêdetir jiyaneke din tune. Yê ku li dilgeşiyê digere, divê di kûrahiya ruh de lê bigere.
  2. b. 17:18 Stoayî: Li gor vê hîndariyê Xwedê di her tiştî de ye. Dilgeşî tenê bi revîna ji êş û zewqan dikare bê dîtin. Fîlozofê Yewnanî Zenon (beriya Îsa 335-263?) avakarê vê felsefê bû.
  3. c. 17:24 Padîşah I, 8:27
  4. d. 17:28 Ev li gor gotineke nivîskarê Yewnanî Êpîmenîdos e; ew berî Îsa di sedsala şeşan de dijiya.
  5. e. 17:28 Ji nivîskarên Yewnanî Aratos û Kleyantos e; ew herdu berî Îsa di sedsala sisiyan de dijiyan.