Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
1
Û Şawûl razî bû ku ew bê kuştin.
Di wê rojê de li Orşelîmê cefayeke şidîd li hember civîna* bawermendan dest pê kir û ji Şandiyan pê ve hemû bawermend ji hev hatin belavkirin, çûn herêmên Cihûstan* û Sameryayê*.
Şawûl Tengahiyê Dide Bawermendan 
2
Mirovên xwedêtirs Steyfan veşartin û şîneke giran li ser wî girtin.
3
Lê Şawûl civîn şeperze dikir; ji malekê diket maleke din, jin û mêr kaş dikirin û davêtin zîndanê.[a]
Filîpos Mizgîniyê li Sameryayê Belav Dike 
4
Îcar yên ku ji hev belav bûn, Mizgînî* didan her dera ku diçûnê.
5
Filîpos daket bajarekî Sameryayê û Mesîh ji wan re da bihîstin.
6
Gava elaletê* nîşanên mezin ên ku Filîpos çêdikirin, didîtin û dibihîstin, hemûyan bi hev re bi baldarî guhê xwe didan gotinên wî.
7
Çimkî ruhên nepak bi dengekî bilind qîriyan û ji gelek kesên cinoyî* derketin û gelek kesên felcî û seqet sax bûn.
8
Û şahiyeke mezin li wî bajarî çêbûbû.
9
Îcar li vî bajarî yekî ku ji demeke dirêj ve sêrbazî dikir hebû, navê wî Şimûn bû. Wî xelkê Sameryayê şaş dihişt û digot ku ew mirovekî mezin e.
10
Hemûyan, ji biçûkan heta mezinan bi baldarî guhdariya wî dikir û digotin: «Hêza Xwedê ya ku jê re Mezin dibêjin ev e.»
11
Û wan bi baldarî guhdariya wî dikir, çimkî ji demeke dirêj ve wî bi sêrbaziya xwe ew şaş dikirin.
12
Lê gava ku wan ji Filîpos bawer kir, yê ku Mizgîniya li ser Padîşahiya* Xwedê û li ser navê Îsa Mesîh dida, hem jin hem mêr imad* bûn.
13
Şimûn bi xwe jî bawerî anî. Piştî ku imad bû, hergav li ba Filîpos dima û li nîşan û kerametên mezin ên ku dihatin kirin, şaş dima.
14
Îcar gava ku Şandiyên li Orşelîmê bihîstin ku Samerya peyva Xwedê qebûl kiriye, wan Petrûs û Yûhenna şandin ba wan.
15
Ew jî daketin jêr, ji bo wan dua kirin ku Ruhê Pîroz bistînin,
16
çimkî hê Ruhê Pîroz nehatibû ser yekî ji wan, tenê ew bi navê Xudan Îsa hatibûn imadkirin*.
17
Hingê Petrûs û Yûhenna destên xwe danîn ser wan û wan jî Ruhê Pîroz stand.
18
Îcar gava ku Şimûn dît ku Ruh bi destdanîna* Şandiyan a li ser wan tê dayîn, wî pere pêşkêşî wan kirin û
19
got: «Vê hêzê bidin min jî, da ku ez destên xwe deynim ser kê, Ruhê Pîroz bistîne.»
20
Lê Petrûs ji wî re got: «Bila zîvê te mîrata serê te be, çimkî te guman kir ku diyariya Xwedê bi peran tê standin!
21
Ne pişka te û ne jî para te di vê yekê de heye, çimkî dilê te li ber Xwedê ne rast e.
22
Îcar ji vê xerabiya xwe tobe bike, ji Xudan lava bike, belkî li niyeta di dilê te de bê bihûrtin.
23
Çimkî ez te di tehliya zirav de û di zincîrên xerabiyê de dibînim.»
24
Şimûn lê vegerand û got: «Hûn ji bo min ji Xudan bixwazin, da ji tiştên ku we gotin tu tişt neyê ser min.»
25
Îcar piştî ku Petrûs û Yûhenna ji peyva Xudan re şahidî kirin û peyivîn, ew vegeriyan Orşelîmê, Mizgînî li gelek gundên Sameriyan belav kirin.
Filîpos û yê Etyopî 
26
Hingê milyaketekî Xudan ji Filîpos re got: «Rabe û bi aliyê başûr ve here wê riya ku ji Orşelîmê diçe Xezzeyê.» Ew der çol e.
27
Ew jî rabû û çû û Etyopiyekî nemêrkirî dît. Ew wezîrekî şahbanûya* Etyopyayê Kendakya bû û li ser hemû xezînên wê bû. Ew ji bo perizînê hatibû Orşelîmê û[b]
28
vedigeriya malê. Di ereba xwe de rûniştibû û nivîsara Îşaya* pêxember dixwend. \v 29 Îcar Ruh ji Filîpos re got: «Pêşve here û beşdarî vê erebê bibe.» \v 30 Filîpos bezî û bihîst ku ew nivîsara Îşaya pêxember dixwîne. Filîpos jê pirsî: «Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî?»
31
Wî lê vegerand û got: «Ezê çawa fêm bikim eger yek ji min re şîrove neke?» Û wî ji Filîpos hêvî kir ku li ba wî siwar bibe.
32
Ew cihê ku ji nivîsarê dixwend ev bû:
«Wek miyekê ji bo şerjêkirinê hat birin
Û wek ku berx li ber cewîzê* xwe bêziman e,
Ew devê xwe venake.[c]
33
Di nizimkirina wî de jê re edalet nema.
Kî wê li ser dûndana wî bêje?
Çimkî jiyana wî ji erdê tê rakirin.»[d]
34
Yê nemêrkirî ji Filîpos pirsî û got: «Hêviya min ji te, pêxember van li ser kê dibêje? Li ser xwe an li ser yekî din?»
35
Hingê Filîpos devê xwe vekir û bi vê nivîsarê dest bi gotinê kir û Mizgîniya li ser Îsa ji wî re got.
36
-37 Gava di riya xwe de diçûn, gihîştin ser avekê, yê nemêrkirî got: «Va ye av, ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad* nebim?»[e]
38
Wî emir kir ku erebe raweste, herdu bi hev re, Filîpos û yê nemêrkirî, çûn nav avê û Filîpos ew imad kir.
39
Çaxê ew ji avê derketin, Ruhê Xudan Filîpos hilda û bir; yê nemêrkirî hew ew dît û bi şahî di riya xwe de çû.
40
Filîpos xwe li Aşdodê dît û heta ku hat Qeyseriyê, di hemû bajarên ku di wan re derbas bû de, Mizgînî belav dikir.
  1. a. 8:3 Karên Şandiyan 22:4-5; 26:9-11
  2. b. 8:27 Li Etyopyayê «Kendakya» bernavek bû (wek li Misrê «Firewn» an li derên din «Qeyser»).
  3. c. 8:32 Cewîz: Ew kesê ku pirça bizinan, hiriya miyan û keja çûran dibire.
  4. d. 8:32-33 Ji: Îşaya 53:7-8
  5. e. 8:36 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Filîpos jê re got: Eger tu bi hemû dilê xwe bawer bikî, tu dikarî. Wî lê vegerand û got: Ez bawer dikim ku Îsa Mesîh Kurê* Xwedê ye.»