Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - 1
 - Mîrzano, ji xulamên xwe re bi edalet û wekhevîparêz bin; hûn dizanin ku li ezmên mîrzayekî we jî heye.[a] 
 - Dua û Şîret
 - 2
 - Hergav xwe bidin duayê û bi şikirdariyê di duayê de hişyar bimînin.
 - 3
 - Bi vê yekê re ji bo me jî dua bikin, da ku Xwedê ji bo peyvê deriyekî li ber me veke, ku em sira Mesîh a ku ez di ber wê de di girtîgehê de me, bêjin.
 - 4
 - Û dua bikin, da ku wek ji min re pêwist e ku ez bêjim, ez vê sirê bi zelalî eşkere bikim.
 - 5
 - Li hember yên ku ji baweriyê der in, bi şehrezayî rêve herin û ji fersenda vê demê îstifade bikin.[b]
 - 6
 - Bila peyva we, wek ku bi xwê hatiye terbiyekirin, herdem bi keremdarî be, wusa ku hûn bizanin ka divê çawa hûn bersîva her kesî bidin.
 - Silav û Xatir
 - 7
 - Birayê hezkirî Tixîkos* ê ku xizmetkarekî dilsoz û di yekîtiya Xudan de xizmethevalê min e, wê her tiştê min ji we re bêje.
 - 8
 - Ji bo ku hûn tiştên li ser me bizanin û ew hanê bide dilê we, ez wî dişînim ba we.
 - 9
 - Ez bi wî re, birayê hezkirî û dilsoz ê ku yek ji we ye, Onîsîmos jî dişînim. Ewê li ser hemû tiştên vir ji we re bêjin.[c] 
 - 10
 - Erîstarxosê* ku bi min re girtî ye û xwarziyê Barnabas Marqos* jî silavan li we dikin. We di derheqê Marqos de emir stand, eger ew bê ba we, wî qebûl bikin.
 - 11
 - Yêşûyê ku jê re Yûstos dibêjin jî silavan li we dike. Ji wan ên ku ji bo Padîşahiya* Xwedê hevalkarên min in, evên ha bi tenê ji nav Cihûyan in û ew ji min re bûn han.
 - 12
 - Êpafrasê* ku yek ji we ye û xulamê Mesîh Îsa ye, silavan li we dike. Ji bo ku hûn di her daxwaza Xwedê de bêkêmahî û tam bi piştrastî bisekinin, ew hergav bi xîretkêşî ji bo we dua dike.
 - 13
 - Ez ji bo wî şahidiyê dikim ku hem ji bo we û hem ji bo yên li Lawdikya û Hiyerapolîsê gelek kedê dide.
 - 14
 - Hekîmê* hezkirî Lûqa* û Dîmas* silavan li we dikin.
 - 15
 - Li birayên ku li Lawdikyayê ne, li Nîmfayê û civîna li mala wê silavan bikin.
 - 16
 - Piştî ku ev name di nav we de hat xwendin, wusa bikin ku li civîna Lawdikyayê jî bê xwendin û nameya ku ji Lawdikyayê wê bidin we, hûn jî bixwînin.[d]
 - 17
 - Ji Arxîpos re bêjin: «Hay jê hebe da tu wê xizmeta ku te ji Xudan standiye, pêk bînî.»[e] 
 - 18
 - Ez Pawlos, vê silavê bi destê xwe dinivîsim. Bînin bîra xwe ku ez girêdayî me. Kerem li ser we be. 
 
- a. 4:1 Efesî 6:9
 - b. 4:5 Efesî 5:16
 - c. 4:9 Filêmon 1:10
 - d. 4:15-16 Peyxama Yûhenna 1:11; 3:14
 - e. 4:17 Filêmon 1:2
 

